Daxuyaniyên bi zimanê dîplomasiyê raste rast nayên xwendin. Piraniya wan daxuyaniyan dûrî armanca rastî ya wan daxuyaniyan tê kirin. Herdem armanceke veşarî di nava xwe de dihewîne. Wekî mînak daxuyaniyên Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barack ya dawî li Şamê piştî hevdîtina şandeya HSD û hikûmeta demikî ya Şamê, rastî gelek nerazîbûnan hat.
Thomas Barack di daxuyaniya xwe de gotibû ku divê li Sûriyeyê yek hikûmet, yek artêş û hikûmeteke navendî hebe. Her wiha li gorî hin agahiyan ew zextê li HSDê dike ku bê şert û merc tev li artêşa hikûmeta demikî ya Sûriyeyê bibe.
Ev daxuyanî di nava gelê kurd de rastî nerazîbûneke mezin hat. Bê guman kurd di wan nerazîbûnên xwe de mafdar in.
Ew daxuyanî di zimanê dîplomasiyê de bi gelek regan tê şîrovekirin. Hinek dibêjin ku ew peyameke ji bo dilxweşkirina hikûmeta Şamê û Enqerê hatiye kirin û armanca sereke ji wê yekê razîkirina wan aliyane ku Sûriyeyê jî tev li peymana Ibrahîm a bi Israîlê re bibe Ango Sûriye jî wekî gelek welatên din ên ereb peymana normalîzkirinê bi Israîlê re îmze bike.
Kesên ku wiha şîrove dikin dibêjin ji ber ku hikûmeta Tirk naxwaze peymaneke wiha bi Sûriyeyê re pêk were Barack bi vê daxuyaniya ku li gorî daxwaz hikûmeta Tirk e dixwaze li ser hesabê dijimantiya ku doza kurdan hikûmeta Tirk razî bike.
An jî pêşiya bazarekê li ser hesabê doza kurdên rojavayê Kurdistanê veke û li hemberî wê dewleta Tirk û hikûmeta demikî ya Şamê razî bibin ku peymana Ibrahîm bi Israîlê re îmze bikin.
Hin jî bi rengekî din şîrove dikin û dibêjin; Armanca wê daxuyaniyê ew e ku hîn niyet û planên xwe hêdî hêdî aşkera bikin da ku berteka Kurdan bipîvin. Armanca wan daxuyaniyên Barack çi dibe bila bibe ew nayên qebûlkirin û divê rastî bertek û nerazîbûna di hemû astan de were.
Gel dikare bi riya xwepêşandanên girseyî nerazîbûna xwe bîne ziman her wiha Rêveberiya Xweser û HSDê jî dikarin bi riya daxuyanî û têkliyên xwe yên dîplomasî helwesta xwe li dijî wê daxuyaniya Barack bînin ziman.
Dema vê daxuyaniyê jî gelekî balkêşe ku di demekê wiha de hatiye gotin ku amadekariya pêvajoyeke nû di navbera dewleta tirk û Kurdan de tê kirin. Li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê, PKKê di navbera 5-7ê Gulanê de Kongreya 12emîn xwe pêk anî û biryara xwe fesixkirinê da. Di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê ev merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji (30 gerîlayan 15 jin, 15 jî mêr ) pêk hat. Di nava Koma Aştî û Civaka Demokratîk de Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat, Nedîm Seven, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş hebûn. Ev merasîma gerîlayan û helwesta ji bo aştiyê di rojeva cîhanê de cihê xwe girt.
Di atmosferekî wiha de mirov dikare vê daxuyaniya Barack wekî hewldaneke şîlokirina vê pêvajoyê jî binirxîne lê bi her halî divê ew daxuyanî wiha bi bêdengî neyê pêşwazîkirin. Lewre ne wezîfeya dîplomatekî ye ku ji bo razîkirina aliyekî pirsa gelê Kurd a ku bi sedê salan ji bo bidestxistina mafên xwe bedelên gelekî giran dane, bike mijara bazara ji bo berjewendiyên xwe. Nabe ku mirovekî qaşo navbênkariyê di navbera du aliyan de dike bibe alîgirê aliyekî.