12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zumrut: Em ê bi têkoşînê Rêber Apo azad bikin

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut, anî ziman ku çalakiyên kurdan didome, lê têr nake û got: “Em ê di 25’ê hezîranê de li seranserî Ewropayê çalakiyan pêk bînin. Em ê bi têkoşîna  xwe tecrîdê bişkînin û Rêber Apo ji Îmraliyê azad bikin.”

Kurd û dostên kurdan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji 10’ê cotmeha 2023’yan heta niha çalakiyên girseyî li dar dixin. Li her derê cîhanê bang li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Konseya Ewropayê (KE) dikin û dixwazin erka xwe pêk bînin. Nobeta ber KE’yê ku di hezîranê de 12 salên xwe tije dike, wê bênavber bidome.

Hevseroka  Kongreya civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, têkildarî armanc û amadekariya çalakiyên 25’ê hezîranê pirsên me bersivandin.

Tu dikarî qala çalakiyên ku li Ewropayê tên lidarxistin bikî. Rewşa çalakiyan çi ye?

Di 10’ê cotmeha 2023’yan de di pêşengiya dostên kurdan û dostên Rêber Apo de starta pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dest pê kir. Qonaxa yekemîn eleqeyek mezin dît. Di 2024’an de qonaxa duyemîn pêş ket. Qonaxa duyemîn a pêngavê jî eleqe û sînerjiyek pir zêde ava kir. Lê xebatên qonaxa duyemîn jî têr nake. Qonaxa duyemîn li ser esasê qonaxa yekemîn pêş ket. Ev xebatên îro tên meşandin tenê li ser milekî nameşin. Milekî vê xebatê li ser kurdan e û milekî wê jî li ser dostên kurdan tê meşandin. Ev dostên kurdan bi salan e bi me re ne. Her ku diçe ev dostên kurdan zêde dibin û belav dibin. Ew jî raste rast di nava xebatan de cih digirin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya xwe dibînin. Tecrîda Rêber Apo ya li Îmraliyê tenê kurdan eleqeder nake. Bandorê li hemû gelên cîhanê dike. Ji ber ku ev tecrîd li ser mirovahiyê pêk tê. Li dijî vê tecrîdê gelek çalakî û gelek plansazî tên kirin. Komîteya amadekar û komîteya ku karê li dijî tecrîdê dimeşîne heye. Ji bo tecrîd bê şikandin divê em xebatên xwe firehtir û mezintir bikin. Têkoşîna li dijî tecrîdê tenê bi kurdan têr nake. Ji ber ku li hemberî me faşîzmek heye. Ev faşîzm her ku diçe kûr dibe. Ji ber vê yekê divê têkoşîna li dijî tecrîd û faşîzmê jî kûr û fireh bibe. Xebatên li dijî tecrîdê belav bibin.

Hûn dikarin hinekî qala çalakiya ‘Bi Rêber Apo re diyalog’ bikin. Ev çalakî çawa pêş dikeve?

Di çarçoveya kampanyayê de niha çalakiyên “Bi Rêber Apo re diyalog” dest pê kiriye. Ev xebat di navbera 15’ê hezîran û 22’ê hezîranê de ye. Di vê çalakiyê de fikr û felsefeya Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo tê nîqaşkirin. Kesên biyanî û dostên kurdan fikr û felsefeya Rêber Apo pir meraq dikin. Li ser fikrên Rêber Apo tezan amade dikin. Di çarçoveya çalakiyê de pirtûk û fikrên Rêber Apo bi gelan re dixwînin. Vê çalakiyê li 15 welatan û 50 navendan çalakî tên lidarxistin. Çalakî heta 22’yê hezîranê berdewam kir. Li hemberî vê çalakiyê eleqeyek pir mezin heye. Her bîyaniyek û dostek Rêber Apo ku vê paradîgma û pirtûkên Rêber Apo dixwîne hêzek mezin jê digire. Moral digire û vê fikra Rêber Apo li dora xwe jî belav dike. Ev aşkere xuya dike. Bi xwe re sînor nake. Di çarçoveya pêngavê de dosya ji saziyên eleqeder re tên şandin. Îmze tên komkirin û şandin. Name tên şandin. Di van hemû xebatan de dostên kurdan cih digirin. Li Ewropayê her roj çalakî hene. Her roj çalakiyên cuda hene. Ji bo ku têkoşîna azadiya Rêber Apo ji rojevê nekeve her roj çalakiyên cuda tên lidarxistin. Ji bo tecrîd di asta Ewropayê de bê şikandin têkoşînek mezin heye. Ji bo tecrîdê têxe rojeva saziyên Ewropayê her roj çalakî hene.

Di 12 salan de çalakiyên çawa bi pêş ketin?

12 sal in kurd û dostên kurdan ji bo azadiya Rêber Apo li pêş Konseya Ewropa nobeta azadiyê digirin. Kurd 12 sal in li Strasbûrgê çalakiyan pêk tînin. Li tu welatan li ser ev bi rêk û pêk çalakiyek wisa pêk nehatiye. Li gorî şert û mercên Ewropayê çalakî pêk nehatine. Bi biryarek xurt, hêzek mezin 12 sal in çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo didome.

12 sal in li pêş CPT Konseya Ewropa û saziyên Ewropayê kurd çalakiyan li dar dixin. Ev çalakiyên kurdan çiqas tên dîtin. Ku saziyên Ewropayê dengê kurdan nabîne çima nabîne?

Sazî û dewletên Ewropayê van çalakiyên kurdan dibînin. Lê naxwazin bibînin. Ji ber ku 12 sal in bênavber li pêş CPT çalakî têne lidarxistin. Kurd daxwazên xwe tînin ziman. Kurd û dostên kurdan çalakiyan pêk tînin. Nameyan didin CPT û dosyayan pêşkêşî CPT dikin. Daxwazên xwe tînin ziman. CPT jî û Konseya  Ewropa (KE) jî dikin. Hemû biryarên der barê kurdan û tecrîda li ser Rêber Apo li wir tê dayîn. Dema mesele dibe Rêber Apo û meseleya çareseriya kurd, êdî çav û guhê xwe digirin. Ji nedî ve tên.  CPT divê saziyek serbixwe be. Divê çûn û hatina li Îmraliyê û girtîgehan bi raya giştî re parve bike. Lazim e biçe Îmraliyê û rastiya li wir bi raya giştî re parve bike. Daxuyanî dan û diyar kirin ku destûra siyasî tune ku tiştên li Îmraliyê parve bikin. Li girtîgeha Îmraliyê îşkenceyek heye û agahî nayê girtin. Destûr nadin vê rastiyê parve bikin.

Astengiya li pêş CPT çi ye?

Xuya dike ku CPT di bin kontrola siyasetê de ye. Siyaset mudaxaleyî wê dike. Hêzên siyasî ku mudaxale kir, dît ku rastiya li Îmraliyê bi raya giştî re parvekirin, dê hin tişt derkevin holê.  Ji bo ku ev rastî aşkere nebe, mudaxaleyî CPT kirin û destûr nedan raporê aşkere bikin. Em dizanin mesele ne tenê Tirkiyeye. Hêzên siyasî yên navdewletî hene. Ne çareseriya pirsgirêka kurd û ne jî pergala Îmraliyê ne tenê bi Tirkiyeyê re bi sînor e. 25 sal berê, biryara anîna Rêber Apo ya Girava Îmraliyê neda. Tecrid jî tenê biryara Tirkiyeyê nedaye. Yên biryara komplo dan, îro biryara tecrîdê jî dane û kûr dikin.”

Nêzîkatiya gelên Ewropayê ya li hemberî daxwazên kurdan çi ye?

Nêzîkatî û helwesta gelên Ewropayê ya li hemberî gelê kurd erênî ye. Helwestek baş e. Mesele îktîdar û dewlet e. Nêzîkatiya gel û nêzîkatiya dewletên Ewropayê ya li dijî kurdan cuda ye. Gelên Ewropayê kurdan nas dikin. Kurd jî 40 sal in li Ewropayê têdikoşin. Têkoşîna parastina çand, ziman û mafê xwe yê siyasî didin. Li Ewropayê bêedaletî û bêhiqûqiyê tînin ziman. Ji ber vê yekê gelên Ewropayê jî gelê kurd fam dikin û piştgiriyê didin têkoşîna kurdan. Tu pirsgirêka gelan bi hev re tuneye. Her dem gelê cîhanê li ser axekê bi hev re ziman, nasname û çanda xwe jiyaye ye. Gel her dem bi aramî bi hev re jiyaye. Lê mesele îktîdar û dewlet e. Gelên Ewropayê ji bo van çalakiyan mezin bikin xwedî helwest û çalakî ye.

Hûn dikarin qala armanca çalakiya 25’ê hezîranê bikin?

Di 12’emîn salvegera çalakiyên nobeta  azadiyê de, em ê di 25’ê hezîranê de çalakiyên girseyî pêk bînin. Ji bo wê plansaziyek heye.

Amadekariyên ji bo 25’ê hezîranê çi ne?

Me ji bo 25’ê hezîranê plansaziyek kiribû. Ev xebat û plansazî didome. Lê tenê hin cih hatin guhertin. Plansaziyek navendî hatibû kirin. Me dê li pêş CPT meş û mîtîng pêk bianiya. Lê li Ewropayê rojên turnuvayê dest pê kirine. Yek cihê ku lê turnuva hene Fransa û Strasbûrgê e. Bi sedema ewlehiyê me mîtînga 25’ê hezîranê taloq kir. Me tenê mîtînga Strasbûrgê taloq kir. Lê di 25’ê hezîranê de dê li hemû welatên Ewropayê bi giştî çalakî bên lidarxistin. Dê ji bo salvegera Nobeta Azadiya Rêber Apo çalakî bên lidarxistin. Dê hemû gelê kurd û gelê ewropayê derkevin kolanan. Dê peyam û daxwazên xwe hem ji CPT û hem jî ji Konseya Ewropa (KE) re pêşkêş bikin. Eger Konseya Ewropa îro biryara rakirina tecrîdê bigire, dikare di nava 24 saetan de tecrîda li Îmraliyê bi dawî bike. Wê demê dê deriyê Îmraliyê vebe û Rêber Apo jî bigihêje azadiya xwe. Mesele ne tenê CPT ye. Biryara siyasetê jî heye. Ji ber vê yekê em dixwazin KE rola xwe bilîze. Di 25’ê hezîranê de dê dîsa dostên kurdan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Ji Îskandînavyayê bigire heta Almanyayê, ji Fransayê bigire heta  Swîsreyê, dê her welat li bajarên xwe li gorî potansiyela girseya xwe çalakiyan pêk bînin. Mînak li hin herêman kurd û dostên kurdan zêde ne, li hin herêman hejmar kêm e. Dê çalakî li gorî asta girseyê pêş bikevin.

Dê di çalakiyan de çi bixwazin?

Di çalakiyan de dosya hatine amedekirin. Li welatên ku çalakî bên lidarxistin, dê dosyayan li wan welatan bidin muxataban. Dê belavokan li esnafan û gel belav bikin. Li ser armanca çalakî, daxuyanî, meş û mîtîngan dê agahî bê dayîn. Rêgehên ku meş û mîtîng lê pêk bên, dê li ser wan rêgehan belavok bên belavkirin. Di çalakiyan de meş, mîtîng û daxuyanî hene. Em ê parlamenter, siyasetmedar û nûnerên saziyên welatan jî beşdarî çalakiyan bikin. Dostên me dê li pêş CPT daxuyaniyê bidin û dosyayekê pêşkêşî CPT bikin. Ji bo vê yekê amadekarî jî heye. Em ê di van çalakiyan de peyamên xwe bînin ziman. Em ê bixwazin tecrîd bi dawî bibe û Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bibe. Em ê bixwazin ku dengê Rêber Apo bibihîzin û pirsgirêka kurd çareser bikin. Ji ber ku her diçe tecrîd bandora xwe li tevahiya cîhanê dike.

Di nava dosyayan de çi heye?

Em di van dosyayan de yekser azadiya Rêber Apo dixwazin. Tecrîd her diçe giran dibe. Ji ber bi tu awayî agahî nayê stendin, fikara civakê her diçe pir mezin dibe. Malbat û parêzer bi fikar in. Em ê bixwazin ku muxatab berpirsiyariya xwe pêk bînin û gavên şênber bavêjin. Em ê bixwazin ku rola xwe bilîzin. Li Tirkiyeyê di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd bêhiqûqiyek heye. Tecrîd kûr dibe. Faşîzmê li ser girava Îmraliyê xwe kiriye mîna saziyekê. Em ê bixwazin bi lez hevdîtin bên kirin û CPT û KE’yê erka xwe pêk bînin.

Banga we ji bo gelê kurd û dostên kurdan çi ye?

Em bang li civaka bi rêxistin û dostên bi rêxistin dikin. Em dibêjin bi mezinkirina têkoşînê tecrîd dikare bê şikandin. Raste têkoşînek heye. Her roj çalakî hene. Lê ev çalakî ji bo şikantina tecrîdê têr nake. Em çiqas çalakiyên xwe mezin bikin dê encam bistîne. Divê em meş û mîtîngên xwe bi girseyî pêk bînin û beşdariya xwe zêdetir bikin. Di 25’e hezîranê de li her derê çalakî hene. Divê her kes li welat û bajarên xwe tev li van çalakiyan bibe. Em ê bi têkoşîna  xwe tecrîdê bişkînin. Bi têkoşîna xwe em ê Rêber Apo azad bikin. Bi têkoşîna gelan em ê pirsgirêka kurd çareser bikin.

Zubeyde Zumrut kî ye?

Di sala 1967’an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlîkê ji dayik bûye. Piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’ê sirgûn bûn. Di sala 1985’an de li Amedê bi cih bû. Piştî 1985’an tevgera azadiyê nas kir. Di nava HEP’ê de dest bi siyasetê kir. Piştre di nava HADEP, DEHAP HDP’ê de siyaset kir. Di tevgera jinan de cih girt. Di nava MYK’ya HDP’ê de cih girt. Piştî cezayê wê hat erêkirin sirgûnî Ewropayê bû. Niha li Hevseroka KCDK-E’yê ye.