Îro dîsa di tûrikê me de çend zûgotinok hene û em ê dîsa bi we hêjayan re parve bikin.
De werin em dest pê bikin û pirsa xwe ya her tim bipirsin.
→ Gelo kî dikare 3 caran li pey hev bêje:
Girgeşkur xweş girgeşkur
→ Heke nikaribî wê bêjî ka vê biceribîne:
Havîn hat tişt û mişt
Payîz hat li ser rûnişt
Zivistanê got; ka te çi ji min re hişt?
→ Heke ew jî nebû dê ji sedî sed ev çêbibe:
Heft elb mast, heft elb tas
Çavkanî: Pitrûka Zûgotinok a ji berhevkariya
Mihemedê Kurdo