Vê carê jî em ê çend zûgotinokên nû ji we xwînerên hêja re bêjin. Bi hêvî me, dê û bav li malê kêlîkekê telefonên xwe bidin aliyekî û di nav malbatê de ji hev û ji zarokên xwe van zûgotinokan bipirsin.
De werim em dest pê bikin û pirsa xwe ya her tim bipirsin.
→ Gelo kî dikare 3 caran li ser hev bêje:
Şîv kundir, paşîv kundir, ez a rindtir naxwim kundir.
→ Heke nikaribî wê bêjî, ka vê biceribîne:
Rovî li rê livî, rê li rovî livî.
→ Heke ew jî nebû dê ji sedî sed ev çêbibe:
Heşt hirç, her heşt hirç jî pişt bi pirç.