Îro dîsa di tûrikê me de çend zûgotinok hene û em ê dîsa bi we hêjayan re parve bikin. De werin em dest pê bikin û pirsa xwe ya her tim bipirsin.
→ Gelo kî dikare 3 caran li pey hev bêje:
Min ji vir va da nêva şova Şahînê şivesor
Ez ji wê va hatim
Min da nêva şova şahînê şivesorî
→ Heke nikaribî wê bêjî ka vê biceribîne:
Min zû got
Wê pez dot
Wî nan sot
Wan kir cot
Çavkanî: Zûgotinok
Berhevkar: Mihemedê Kurdo