Îro dîsa di tûrikê me de çend zûgotinok hene û em ê dîsa bi we hêjayan re parve bikin.
De werim em dest pê bikin û pirsa xwe ya her tim bipirsin.
Lê vê carê em ê ji we re behsa du zûgotinokên xweş bikin ku berê zarokan di ber lîstika xwe re digotin. Yek zûgotinoka baranê bû, dema baran nedibariya zarok bi hev re derdiketin duaya baranê, bûka baranê çêdikirin û tevan bi hev re ev zûgotinok digotin:
Baranê bibar bibar
Çivîka genimê te xwar
Zaroka nanê hişk xwar
Sêwiya serê hev xwar
Di lîstikeke din a zarokan de kefa destê xwe didan erdê û tiliyên hev dijmartin. Bi jimartinê re ev zûgotinok digotin:
Hêklo mêklo
Çarim çêklo
Hestiyê kewê
Ber bêderê
Kew firî, mamo dirî