Îro dîsa di tûrikê me de çend zûgotinok hene û em ê dîsa bi we hêjayan re parve bikin.
De werin em dest pê bikin û pirsa xwe ya her tim bipirsin.
→ Gelo kî dikare 3 caran li pey hev bêje:
Lekim çê, lekim çê, lekim çê
→ Heke nikaribî wê bêjî ka vê biceribîne:
Lê li rê, rê li lê
→ Heke ew jî nebû dê ji sedî sed ev çêbibe:
Mast dibe çeqilmast
Çeqilmast nabe mast
Mast xweştir e ji çeqilmast
Çavkanî: Mihemedê Kurdo