Ji 1ê cotmeha 2024an ve li Tirkiyeyê pêvajoyeke hatiye destpêkirin. Herçiqas pêvajo bi silavdayîna Devlet Bahçelî ya DEM Partiyê destpêkiribe jî yê ku di rastiyê de pêvajoyê bi rê ve dibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera wî PKK ye. Piştî silavdayîna Bahçelî Rêberê Gelê Kurd di 27ê Sibatê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û xwest ku PKK xwe fesih bike. PKKê di 1ê Adarê de bi agirbest, bi pêkanîna kongreya 12emîn xwefesihkirin û di 11ê Tîrmehê de bi çek şewitandinê vê bangê bi awayeke erênî bersivand.
Tevgera Azadiyê herî dawî îro bi vekişîna hêzên xwe yên li bakurê Kurdistanê cidiyeta xwe ya ji bo pêvajoyê raxist ber çavan.
Em der barê gava ku îro Tevgera Azadiyê avêt û erka ku dikeve ser milê dewletê bi endamê Konseya Rêvebir a KCKê Zubeyîr Aydar re axivîn.
Zubeyîr Aydar ji bo pêvajoya ku saleke derbas kir wiha got: “Pêvajoyê saleke derbas kir. Dewlet di gav avêtinê de pir hêdî tevdigere û heta niha gavên ku tên xwestin neavêtiye. Lê Tevgera Azadiyê pir cidî nêzê pêvajoyê dibe û li gor wê gav davêje. Gava ku îro avêtin jî di vê çerçoveyê de ye. Divê dewlet wek bersiva van gavan demildest tecrîda li ser Rêber Apo rabike. Dîsa divê komisyona ku hatiye avakirin dev ji guhdarkirinan berde û bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bîne û pêşqanûnan amade bike û pêşkeşî meclisê bike.”
Zubeyîr Aydar di axaftina xwe de ji qanûnên ku bên amadekirin ev tişt anî ziman: “Wek ku îro di daxuyaniyê de jî hat gotin divê qanûn ji bo azadî û entegrasyonê bên amadekirin. Heta niha li dijî PKKê gelek qanûn ji wê meclisê derbas bûn. Lê divê êdî ev biguhere. Divê bi qanûn rê li ber endamên PKKê bên vekirin ku karibin siyasete bikin. Dîsa divê kurdbûn ji aliyê hiqûqî ve jî bê qebûlkirin. Divê kurd karibin xwe bi rêxistin bikin. Hûrguliyên van tiştan dikarin bên axaftin lê wek ku min got divê pêşî kurd bên qebûlkirin. Em nabên bila tev di rojek de jî pêk bên. Di encamê de ev pêvajoyeke û dibe tiştên ku hatin gotin pêk bên. Niha wek rêxistin berdewariya me samîmiyet e.”
Zubeyîr Aydar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya AKPê û wiha pê de çû: “Berdevkê AKPê dibêje êdî komisyon rehettir dikare gavan bavêje. Niha tişta ku komîsyon divê hevdîtina bi Rêber Apo re ye. Komisyonê hemû hevdîtinên xwe li meclisê kir. Devlet Bahçelî jî par got divê Abdullah Ocalan bê li meclisê biaxive. Tişta normal a ku niha bê kirin jî guhdarkirina Rêber Apo û hevalên wî ya li meclisê ye û wek ku me got li gor vê hevdîtinê amadekirina qanûnan e. Em hêvî dikin ku AKP êdî hin tiştên din wek hicet nîşan nede. Ji ber ku Tevgera Azadiyê ji bo silametiya pêngavê gelek gav avêtin. Dîsa Rêber Apo rîsk girt û dest bi pêvajoyê kir. Divê êdî AKP jî wêrek tevbigere û rîsk bigire. Lê di destpêkê de divê AKP û rayedarên wê demildest zimanê xwe biguherînin pêvajoyê rast pênase bikin.”
Zubeyîr Aydar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo kurdan sermuzekeravanê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Lê di rewşa ku niha tê de ye de nikare bi dinyayê re fikrên xwe bide û bistîne. Ne dikare raste rast sekreteryaya xwe avabike û bixebite. Dema karibe van tiştan bike dê pêvajo pêş bike. Ji ber vê yekê divê tecrîda li ser wî rabe û cihê wî bê guherîn.”
Zubeyîr Aydar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê pêvajoyê de rola diasporayê jî hebû. Bi kampanyayên ku dan meşandin bal kişandin ser pirsgirêka kurd û tecrîda heyî. Niha jî bi kampanyayên ku em dimeşînin em ê bikin ku piştgiriya navneteweyî ji bo vê pêvajoyê çêbibe. Ji bo vê jî heta niha çi ji destê me hatiye me kiriye û em ê bikin jî.”
