25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Zindana servekirî: Mexmûr

Hevşaredarê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Edban Abdullah Yilmaz anî ziman ku ji 10ê Nîsanê ve li ser wargeha mexmûrê ambargo heye û bi polîtîkaya ambargoyê wargeh kirine zindana ser vekirî.

Ji 12ê Nîsana 2025an ve li ser wargeha Mexmûrê ambargo heye. Ji wê demê heta niha şêniyên mexmûrê nikarin bi hêsanî derkevin dervê wargehê. Nexweş nikaribin biçin nexweşxaneyê. Herî dawî karker hatibûn binçavkirin û berdan

Hevseroke Şaredariya Wargeha Mexmûrê Edban Abdullah Yilmaz têkildari ambargoya li ser Mexmûrê nirxandin kir û got: “Ji 10ê Nîsana 2025an heta niha, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li ser Mexmûrê ambargoyek heye.”

Edban Abdullah Yilmaz anî ziman ku wekî şandeyekê ji Wargeha Şehîd  Rustem a Mexmûrê, ew wekî Hevserokê Şaredariyê û hevalê wan Hevserokê Meclisê û nûnerê têkiliyên derve amade bûn û wiha got: “Me xwest bi Wezîrê Dadê yê hikûmeta Iraqê re hevdîtinan çêkin. Me xwest pirsgirêk û ambargoya li ser wargeha Mexmûrê tê sepandin parve bikin. Van pirsgirêkan bi Wazerat Dadê re niqaş bikin. Li ser esasê çareseriya pirsgirêkan em çûn wezareta dadê. Me bi Wezîrê Dadê Kak Xalit Şivanî re hevdîtinek kir. Piştî hevdîtinê em binçav kirin û birin cihekî ne diyar. Wekî rêveberên wargehê û berpirsiyarê wargehê em 37 rojan girtî man. Piştî em hatin berdan jî dîsa heta îro ambargoya li ser wargehê berdewan dike. Piraniya şêniyên wargehê debara wan li ser karkirinê ye. Yên ku kar nekin jî birçî dimîne.”

Şande 37 rojan binçav kirin

Edban Abdullah Yilmaz, da zanîn ku ji 2019an heta niha ji aliyê hikûmeta herêmê ve ambargoyek li ser wargehê heye û wiha berdewam kir: “Çûyîn û hatina gelê wargehê ya ji bo herêma Kurdistanê hatiye qedexekirin. Ji ber vê qedexeyê gel mecbûr e berê xwe bidin bajarên Iraqê. Gel mecbûre debara xwe bikin. Li ser vê yekê me gelek caran hevdîtin kirin û me xwest pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê û rêya hevdîtinan çareser bikin. Lê heta îro dorpêç berdewam dike. Her çend di çûn û hatina karkeran de hin guhertin çêbûbe jî, lê kesên rojane ji wargehê derdikevin, divê navê xwe bi awayekî lîste bidin Lijneya Daîmî ya Iraqê. Bi vî rengî dikarin destûr bigirin û biçin kar. Lê tevî vê yekê gelek caran karkerên me bêsedem têne binçavkirin. Wekî sedem demboriya nasnameyê nîşan didin. Diviya bû 3 sal berê ev nasname bihata nûkirin. Lê nasname nayên nûkirin. Ciwanên me bi rojan û mehan têne binçavkirin. Niha jî kel û pelên bîna û avahîsaziyê ketina wargehê qedexe ye. Destûr nadin ku kel û pelên înşaetê yên wekî cîmento, xîz û blok derbasî nava wargehê bibe. Ji ber dorpêçê xwendekarên me ji perwerdehiya dervê wargehê bêpar in. Ciwanên me ji perwerdehiya Iraqê bêpar in. Heta niha tu alîkarî ji bo perwerdehiya Mexmûrê jî nehatiye kirin. Dîsa di milê tenduristî de jî gelek pirsgirêkên wargehê têne jiyîn.”

Ambargo bandorê li ser nexweşan dike

Edban Abdullah Yilmaz da zanîn ku bi sedan welatiyên wargehê bi nexweşiyên kranîk in û wiha lê zêde kir: “Divê ev nexweş biçin bajêr bên dermankirin. Lê ji ber ambargoya li ser wargehê nikarin bi rêk û pêk û bi tendurist biçin derman bibe. Herî dawî 11 karkerên Mexmûrê ku di şîrketeke Iraqê de bi fermî kar dikirin, di serdegirtina şîrketê de ev karker hatin binçavkirin. Bi qasî 18 rojan bê hincet û sedem di bin çavan de hatin girtin. Welatiyên wargehê rojane tên girtin û rojane rastî zextan tên. Ev qedexe û girtin, şêwazê ambargoya li ser wargehê nîşan dide. Tevî ku em bi her awayî ji qanûn û zagonên Iraqê re rêzê nîşan didin jî, mixabin hikûmet li gorî mafê penaberiyê tev nagere.”

Ambargo ji 2019an ve didome

Edban Abudllah Yilmaz, ji 2019an ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê ambargoyek danîye ser mexmûrê û wiha pêde çû: “Ev ambargo raste rast li ser zextên Tirkiyeyê hatiye sepandin. Di vê sedsala ku divê kurd yekîtî û yekrêziya xwe ava bikin de, hînê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ev ambargoya li ser wargehê berdewam dike. Hîn qedexe ranekirine. Ev cihê rexne û gumanê ye. Divê hikumeta herêmê bi awayekî qanûnê vê ambargoya li ser wargehê rake. Divê rê li pêşiya wargehê bê vekirin ku karibin nexweşên xwe bibin derve. Dîsa divê ji bo çûn û hatina kar divê derî li wan bê vekirin. Em dixwazin hikûmet dest ji vê ambargoya li ser wargehê berdin.  Şêniyên Mexmûrê ji sala 1994an bi awayekî fermî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî penaber tên qebûlkirin. Bi awayekî siyasî penaberiya welatiyên wargehê divê qebûl bike. Heta îro şêniyên Wargeha Mexmûrê di bin sîya Yekîtya Neteweyî dijîn. Mixabin di salên dawî de piştî êrîşên DAIŞê, NYê erka xwe ya li hemberî wargehê pêk neanî. Bi dehan caran balafirên Tirk êrîşî wargehê kirin. Gelek caran zarok û jin bûn qurbana van êrîşan. Heta niha Neteweyên Yekbûyî li dijî vê tu refleks û nerazibûn nîşan nedaye. Herî dawî di 10ê Nîsana 2025an de ambargo danîn û Nêzî 5 mehin ambargo didome.

Bang li NYê kir

Hevseroke Şaredariya Wargeha Mexmûrê Edban Abdullah Yilmaz herî dawî wiha axivî: “En bang li NYê dikin. Em dixwazin erka xwe ya ji bo penaberan pêk bîne. Em dixwazin zextan li aliyan bike ku bi awayekî fermî statuya wargehê bidin pejirandin. Wargeh wekî zindaneke servekirî ye. Di bin dorpêça Hikûmeta Bexdeyê û dorpêça Hikûmata Herêma Federe ya Kurdistanê de ye. Em hevî dikin ku herdu hêz jî dest ji ambargoya li dijî welatiyan terk bike. Bi nêzîkatiya dewleta tirk nêzî gelê Wargehê dibin. Dewleta Tirk li ser hikûmeta Iraqê û hihekûmeta Herêma ferz dike nêzî mexmûrê dibin. Bi çavê dewleta Tirk li geşedanên wargehê dinerin. Em dixwazin dest ji vê helwestê berdin. Em dixwazin şert û mercên wargehê baş bikin û ambargoya li ser wargehê rakin.”