Koma Hewldana Muzeya Bîrê ya Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê (Zindana Amedê) li ber deriyê Zindana Amedê ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’yan bi îşkenceyan hate nasîn û yek ji “20 girtîgehên herî xerab ên bi nav û deng” e daxuyanî da. Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û kesên di wê serdemê de li girtîgehê de mane tev li bûn. Endamê Hewldana Muzeya Bîrdariyê Refîk Karakoç daxuyanî bi kurdî, endamê hewldanê Halûk Yildizhan jî daxuyanî bi tirkî xwend. Karakoç bi bîr xist ku li Tirkîyeyê leşkeran, bi domandina tradisyona darbekar di 12’ê Îlona 1980’an da, bi destdanîna ser “rêveberîya sivîl”, derbeya leşkerî kir û wiha got: “Di encama vê derbeya leşkerî da, Tirkiye vegerîya zîndaneke bê sînor. Bi sed hezaran însan ketin ber lêpirsînê, hatin binçav kirinê, bi hezaran jî hatin girtin. Bi sedan însan li îşkencexane û zîndanan ji ber îşkence û muameleya xerab mirin û hatin kuştinê, bi hezaran kes seqet man. Bi hezaran însan bi cezayê îdamê hatin darizandin, 50 kes jî hatin îdam kirin.”
Karakoç, diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê veguheriyane qadên tetbîqkirinên taybet, her yek bûye navendeke îşkenceyê û ev tişt got: “Ancax cihek hebû ku ne bi tenê bû navendeke hesan a îşkenceyan; di heman demê da bû navendek ceribandinên sîyasî-civakî ji bo jiholêrakirina nasnameyên însanan, bû dibistaneke asîmîlasyonê ku li ser teslîmgirtina însanan hatîbû avakirin, bû laboratuwareke taybet a bê şexsîyetkirina însanan ku bi tundiyê xurt dibû. Ew der Zîndana Amedê ya Hejmara 5’an bû. Di lêkolînek ku hatiye kirin da hatiye dîtin ku ev zîndan yek ji ‘Deh zîndanên herî xerab ên li ser rûyê dinyayê’ ye; bi cerbandinên xwe yên taybet û îşkenceyên xwe jî ya herî navdar e. Vê zîndana Hejmara 5’an ku di jiyana bi hezaran însanan de şop û êşên kûr hiştibû, li gorî biryara hikûmeta niha, di 20’ê Cotmeha 2022’yan da hat valakirin, ji Wezareta Dadê hat girtin, dewrî Wezareta Çand û Turîzmê hat kirin. Bi daxuyaniyekê jî hat gotin ku ‘dê zindan bibe muze.’”
Karakoç, herî dawî xwest ku Hejmara 5’an, bibe muze û kesên bûne şahidên îşkenceyê jî beşdarî projeya müzeye bibin.
Karakoç daxwazên xwe wiha rêz kir:
1- Bila avahiya zîndanê, bêyî guherîna fizîkî, bibe minasibê rewşa salên 80-84an.
2- Nivîs û wêneyên li ser dîwarên zîndanê li gor atmosfera wan rojan, bi efektên dîtbarî û bihîstbarî bêne şênberkirin.
3- Navê kesên di zîndanê da bi îşkence hatine kuştin, tarîx û cihê mirina wan bi nivîskî bê tesbîtkirin, li cihê wan bên nivîsîn.
4- Di komkirina materyalên muzeyê da, divê Wezareta Dadê û Wezareta Çand û Turîzmê xebatê bi hevkarîya me bimeşînin.”