Mirov di hewldana xwe ya ji bo famkirina cîhana hebûnê, zimanê xwe wekî amûra pêwendiyê ya herî karîger bi kar aniye/tîne. Belê wekî ku em her car dubare dikin; ziman tenê ne amûrekî ragihandinê ye; di heman demê de bingeh û çavkaniya hişmendî, raman û zanînê ye. Mirov bi zimanê xwe hem cîhana xwe ya hundirîn û hem jî rastiya xwe ya derveyî ava dike. Lewra hizirîna li ser zimên, hizirîna hebûna mirov bixwe ye.
Di vê gotarê de armanca me ya sereke ew e ku em têkiliya navbera zimannasî û zimanê zanînê di çarçoveyeke felsefî û zanistî de vekolin. Em ê li bersiva pirsa “Ziman zanistê çawa çalaktir dike?” , “Xweza çawa wekî zimanê zanînê tê sembolîzekirin?” û “Rola zimannasiyê di vê pêvajoyê de çi ye?” bigerin.
Cih û cewhera zimên a di hişmendiya mirov de pêk tê pir girîng e. Ziman taybetmendiya herî cihêreng a mirovan e. Ajal dikarin deng û nîşanan derxin, belê tenê mirov dikare deng û nîşanan watedar bike. Wekî ku gelek zimanzan jî pênase dikin, “Ziman di navbera nîşanker (wêneyê deng) û nîşankirî (têgihê) de têkiliyeke çawaniyê ye”. Ev çawanî pêwîst dike ku ziman li ser bingeha lihevkirina civakî be. Civakên cîhanê jî bi rêya ziman (gotin û peyvan) ji hev vediqetin; li gor zimanê xwe wateyan diyar dikin û wan li bîreke hevpar dadigerînin. Di vî warî de, ziman tenê nûnertiya cîhana mirov a derveyî nake her wiha şêweyeke ramanê jî diyar dike. Her ziman ji bo têgihîştina cîhanê pêk bîne, di hundirê xwe de rêyekê dibîne. Ji ber ku avahiya ziman sînorên ramanê jî diyar dike, rastiyek epîstemolojîk e (zanyariya zanînê). Lewra zimanê zanînê, biserûberkirina zimanê xwezayî ye jî.
Zimannasî zanistek e ku ziman wekî “pergalek xwezayî” dibîne û wê wekî tevahiyek qaîdeyan bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê, rêbaza zimannasî gelek dişibe zanyariyên xwezayî yên wekî çavdêrî, dabeşkirin, dahûrandin û giştîkirinê. Bîrdoza rêzimana veguherîner û çêker a Noam Chomsky ye. Ev bîrdoz di nîvê sedsala 20an de bi pêş ketiye ku aliyekî nasnameyî tevlî zimannasiyê kiriye. Li gor Chomsky, “ziman şiyana hişê mirov e”. Vê perspektîfê (bergehê), zimannasî ji diyardeyeke civakî ya xwerû veguherandiye lêkolîneke zanistî ya avahiya hişê mirov. Di vî warî de, zimannasî bi derûnnasî, tûrenasî (norolojî), mirovnasî (antropolojî) û zanista nasnameyî re têkildar e. Cewhera zanistî ya zimannasiyê di nêzîkatiya wê ya raveker de ye. Zimannasî, zimanekî ne perspektîfa “divê çawa be?” perspektîfa “çawa tê bikaranîn?” vedikole. Ev yek jî bi nêzîkatiya giştî ya zanistê re li hev dike. Zanist rastiyê vedibêje, ne ku wê didarizîne. Ji ber vê yekê, zimannasî dîsîplînek e ku ruhê epîstemolojiyê (zanyariya zanînê) temsîl dike.
Zimanê zanistê, ji camidiyê (objektîfîyê) ber bi wateyê ve diçe. Zimanê zanistê, di her dem û serdemê (seranserê dîrokê) de bi pêş ketiye. Di serdemên berê de, xweza bi rêya vegotinên mîtolojîk dihat ravekirin. Di wan vegotinan de, ziman peywireke sembolîk (dawerî) û hestyarî dida ser xwe. Belê bi zanista nûjen re avahiya ziman jî guheriye; ji metaforê (xazeyş) ber bi bîrkariyê (matematîkê) ve guherînek çêbûye. Wekî ku Galileo dibêje, “Xweza bi zimanê matematîkê hatiye nivîsandin.” Ev gotin/peyitandin bûye sedema têgihîştinekê ku zimanê zanistê divê razber, gerdûnî û camidî (objektîf) be. Belê, zimanê zanistê bi tevahî ne bêlayen e. Peyv, dawer, remz, nîşan û têgihên zanistî jî berhemên ziman in û bi tevahî ji çarçoveya çandî ya ku wateyê dide zanînê, venaqetin. Bo nimûne, têgihên wekî “vejen (enerjî)”, “daring (made)”, “kuantum”, an “hişmendî” ne tenê peyvên bîrkarî (matematîkî) ne; her wiha nîşaneyên wateyeke kûr a felsefî û zimannasiyê ne. Ji ber vê yekê, zimanê zanistê, tevî angaştên xwe yên gerdûnîbûnê jî, ji cîhana wateya mirov ne dûr e.
Têkiliyeke sêalî di navbera ziman, raman û zanistê de heye. Çerxek heye ku tê de ziman ramanê dişêwîne û raman jî ziman diguherîne. Zanist hêza rêxistinkirinê ya vê çerxê ye. Zanyar, çavdêriyên xwe bi rêya ziman diafirînin û hîpotezên (feraziyeyên) xwe bi saya hêza razberiya zimên ava dikin. Zimanê ku di vê pêvajoyê de tê bikaranîn ne tenê amûrek derbirînê ye; her wiha amûrê hilberîna ramanê ye jî. Li gor bîrdoza “şoreşên zanistî” ya Thomas Kuhn, her paradîgmaya (nimûneya) zanistî, li gor xwe zimanekî diafirîne. Fizîka Newtonî, fizîka kuantumê, teoriya pêşveçûnê, an lêkolînên jîrayiya çêkirî hemû bi termînolojiya xwe, gerdûna xwe ya wateyê diafirînin. Ev jî nîşan dide ka ziman çawa sînorên zanistê diyar dike. Dema ku têgihek nû çêdibe, rêyek nû ya ramanê derdikeve holê. Wekî mînak, têgiha “kêşehêza erdê” ne tenê navê diyardeyekê (xuyanekekê) dide, ew rêyek nû ya ravekirina gerdûnê jî pêşkêş dike.
Têkiliya navbera felsefeya zanistê û zimannasiyê pir girîng e. Zimannasî bi felsefeyê re xwezaya zanistê dinirxîne û di nav têkiliyeke berdewam de ye. Hilketina felsefeya analîtîk (dahûranî) di destpêka sedsala 20an de têgihîştineke din li ziman zêde kiriye. Têgihîştina bingehîn a ku di vê serdemê de derketiye holê ev bû: rastiya zanistî xwe dispêre rastiya zimên. Ger têgihek xelet were pênasekirin, teoriya (bîrdoza) zanistî ya li ser wê têgihê jî xelet e. Ji ber vê yekê, zelalbûna zanistî rasterê girêdayî zelabûna zimanî ye. Lewra zimannasî tenê ne dîsîplîneke dahûrandina ziman e; her wiha ewlehiya epîstemolojiyê (zanina zanistê) jî misoger dike. Îro, ziman êdî ne tenê berhema hişê mirovan e; ew bûye amûrek aqilê dîjîtal jî. Zekaya sûnî, pergalên pêvajoya zimanê xwezayî û modelên mezin ên zimanî, zimanê mirovan vediguherînin avahiyek bîrkarî. Vê veguherînê aliyek nû li zimanê zanistê zêde kiriye. Ziman êdî ne tenê mijara zanistê ye; ew bûye amûr û nûnerê wê jî.
Ev pêşketin sînorên navbera zimannasî û zanîna hişî bi awayekî çalak ji holê rakiriye. Bingehên avahî û semantîk ên ziman ji hêla pergalên komputerê ve tên fêrkirin û hilberandin. Belê ev yek pirseke girîng a felsefî derdixe holê, “Ma makîneyek dikare bi rastî wateyê fam bike, an jî tiştên xweş û nexweş bihisîne?’’ Ev pirs nîqaşa li ser sînorên zanîna zimên ji nû ve geş dike. Wate ne tenê avahiyek fermî ye; ew hişmendî, niyet û çarçoveyeke mirovî ye ku pêdiviya hemû mirovên cîhanê pê heye. Lewra zimannasî neynika zanistê ye. Zimannasî şertê hewldana têgihîştina herî bingehîn e ku hebûna zanistê pêkan dike. Zanîn bêyî ziman nikare hebûna xwe bidomîne. Lewra her ceribandin û çavdêrî bi rêya ziman wateyê dibîne. Zimannasî tenê ne zanîna ziman e; ew dîsîplînek e ku zanistê bixwe nîşan dide. Têgihîştina sînorên ziman, têgihîştina sînorên zanistê ye. Her têgihek nû, wateya hebûnê berfirehtir dike; her peyvek nû qadek nû ya zanînê ava dike.
Têkiliya navbera zimannasî û zimanê zanînê du aliyên cuda yên têgihîştina hişmendiya mirov ên bingehîn in. Yek (zimannasî) wateyê vediçirîne ya din (zimanê zanînê) jî wateyê biserûber dike. Dema ku ev herdu dibin yek, rêwîtiya mirovahiyê ya têgihîştina cîhanê dest pê dike. Ango rastiya veşarî ya ku di asta herî kûr a hemû zanyariyan de ye jî ev e: Zanîn, ew têkiliya çaremîn e ku ziman bi gerdûnê re ava dike; zimannasî, ew hêmana jêneger e ku guh dide wê zanînê.
