Mêvanê me yê vê hejmarê dîsa mamoste û kedkarekî zimanê kurdî ye. De ka em bi hev re ji nêz ve mamoste Amed Tîgrîs nas bikin.
Mamoste em ji Licê dest pê bikin. Tu dikarî behsa bûyer, bîranîn an jî serpêhatiyeke ku ji zaroktiyê tê bîra te û bandoreke mezin li jiyana te kiriye, vebêjî?
Belê, ez li Licê bûme û min li Licê dest bi dibistana seretayî kir. Wê demê li navenda Licê bi tenê dibistanek hebû. Navê wê Gazî Îlkokulu bû. Nêzîkî hezar şagird dihatin dibistanê. Dibistan mezin û gelek qelebalix bû. Licî ji aliyê kurdperwerî û şoreşgeriyê ve xwedî dîrokeke dûr û dirêj in û bajar xwediyê ciyekî stratejîk e. Ez bawer dikim ez di pola sêyem de bûm; rojek ez diçûm dibistanê. Merivekî me ku navê wî Yilmaz Xelîfe bû, rastê min hat û gazî min kir û got, “ka were!” Ez çûm cem, wî destê xwe bir berîka çakêtê xwe ya hundir û rojnameyeke qatkirî girt û kir çenteyê min û ji min re got: “Piştî dibistanê vê rojnameyê bide cîranê xwe Wedoyê Sebrê Zeynikê.” Dubare kir ku ez ji derî wî nedim kesek din. Ew li rêya xwe çû sûkê û ez jî çûm dibistanê. Dersê dest pê kir û nîvroyek dersên danê sibê bi dawî bûn. Dema bêhnvedanê bû. Min li polê çenteyê xwe vekir û rojnameyê derxist û lê mêze kir. Haho, di rûpela pêşî de helbesteke kurt bi kurdî hebû. Min bi meraq dest bi xwendina wê kir. Min nekarîbû bixwînim. Jixwe xwendina min a tirkî jî hîn ne baş bû lê min çend car li ser hev kitkit xwend. Piçek bi ser xwendina wê ve bûm. Navê helbestê “Dîcle û Ferat” bû lê navê rojnameyê nayê bîra min. Min hersê rêzên pêşî li ku bû ji ber kir. Helbest kêm zêde weha bû:
“Dîcle Ferat Dîcle Ferat
Hişyar bibin gencên welat
Wa ye îro roja we hat..”
Wekî ez rastî tiştekî pir ecêb bêm. Min hema rojname girt û ez çûm der nav bexçeyê dibistanê. Hevalên me li wir dilîstin. Min gazî wan kir, “ka werin ez ji we re tiştek bixwînim.” Hatin û min dest bi xwendina helbestê kir. Zarok li derdora min kom bûn, dest bi ken û qîrînê kirin. Min hew dît li pişt min dengê mamoste hat û bi tirkî got, “hûn çi dikin! Ew çi ye?” Mamoste hat rojname ji destê min girt û ez birim ba mudûr Ahmet Odabaşi. Mudûr rojname girt, lê nêrî ji min re got, “ker kurê kerê ka were vira!” Li min da li min da.. tiliya wî li çavê min ket, stêrk ji ber çavên min çûn, min got qey çavê min rijiya erdê. Min hewar kir. Rondik, çilm û gilêza ku ji devê min hatibûn xwarê ketin nav hev. Bi milê min girt û ez birim odeya mamosteyan. Li wir vê carê bi şermaqan kulê dilê wî rehet nebû ku bi pêhnan jî li min da. Îro jî her cara ku tê bîra min, çavê min çiz dide û tîr dike… Min bîranîn xwe nivîsîne û niha ji bo çapê li ser dixebitim. Min van mijaran bi hûrgilî nivîsîne.
Te gelek salên xwe di nav siyaseta kurdî de jî cih girt. Gelo çi hişt ku pişta xwe bidî siyasetê û berê xwe bidî ziman û wêjeya kurdî?
Hîn di dibistana seretayî de bi min re hezkirina xwendinê çêbûbû lê wê demê li Licê pirtûk tunebûn ku mirov bi dest bixe û bixwîne. Hema çi bi destê min biketana min dixwend. Di cejnan de mamosteyan bi min helbest didan jiberkirin. Me di pola pêncan de cara yekem li Licê piyesek li dar xist û mamosteyê me rola sereke da min. Piştî dibistana seretayî min li Erxeniyê dest bi dibistana mamostetiyê kir. Li dibistana mamostetiyê xaniyek bi serê xwe kutupxane bû. Bi hezaran pirtûk li kutupxaneyê hebûn. Klasîkên cîhaniyên ku wergerandibûn tirkî beşek ji kutupxaneyê dagirtibûn. Dibistana mamostetî, dibistaneke şevînî bû. Piştî dersan di demên vala de ez diçûm kutupxaneyê û min pirtûk dixwendin. Piştî cuntaya Kenan Evren a 1980’yî ez derketim derî welat û li Swêde bûm penaber. Li wir jî ez tim di redaksiyonên kovar û rojnameyan de xebitîm. Piştre min dest bi mamostetiya zimanê dayikê kir û ez li wir jî di komxebatên pirtûkên dersê de xebitîm. Min di kovarên wek Armanc, Berbang, Hêviya Gel, Kurdistan Pressê de wek nivîskar û wek redaktor kar kir. Piştre di radyoyên lokalî û TV’ên kurdî de bernameyên hînbûn û perwerdeyê amade û peşkeş kirin. Yanî dema ez di nav rêxistinan de dixebitîm jî karê min her xwendin û nivîsandin bû.
Ez ne şaş bim te pirtûka xwe ya pêşî di sala 1986’an bi navê “Em Bixwînin” û ya din jî “Em Binivîsin.” nivîsandine. Tu dikarî ji kerema xwe re behsa rewş û atmosfera wê demê bikî?
Dema min li paytexta Swêdê Stockholmê dest bi mamostetiya kurdî kir sal 1984 bû. Berî min çend kurdan li wir mamostetî dikir. Min ji wan pirsî kîjan pirtûk û materyalên dersê bi kar tînin. Tu tişt li ber destê wan tune bû. Ji zarokên 7-8 salî re helbestên seydayê Cegerxwîn dixwendin. Di sala 1985’an de Dezgeha Karûbarên Materyalên Dibistanan li Stockholmê xwest bi nivîskar û mamosteyên kurdî re li ser materyalan perwerdeya kurdî civînek çêbikin. Em bi qasî 30-40 kesî civiyan. Mudûra dezgehê got, “pêwîstî bi materyalên perwerdeya kurdî heye. Me ji suryanî û amerîkiyên latînî re çend materyal amade kirin. Em dixwazin niha jî materyalên kurdî çap bikin. Di nav xwe de komeke xebatê hilbijêrin û komê bispêrin me. Em projeya xwe ji wan re pêşkêş dikin.” Di civînê de em çar kes ji bo koma xebata materyalên kurdî hatin hilbijartin. Me ji ciyê karê xwe sê meh destûr girt û li xaniyê dezgeha materyalan dest bi xebata pirtûka “Em Bixwînin” kir. Piştre jî weke pirtûka xebatê ya bi navê “Em Binivîsin” me karê xwe domand. Ev xebateke kolektîv bû. Li ser wan herdu pirtûkan navê min ne Amed Tîgrîs e, Jîr Rexnegir e. Piştre koma me çend pirtûkên din jî ji bo dersê amade kirin.
Tu gelek salan li penaberiyê mayî, tu dikarî behsa wê pêvajoyê bikî û çima piştre vegeriyayî welat?
Li biyanistanê dil û çavên min tim li Amedê bûn. Ji ber ku ji derî dibistana seretayî jiyana min li navenda Amedê li Deriyê Mêrdînê derbas bûbû. Me di sala 1965’an de mala xwe ji Licê bar kiribû Deriyê Mêrdînê taxa Husref Paşa ku dewletê di Şerê Sûrê de bi tank û topan xerab kir. Ez 30 sal li derê welêt mam û di sala 2005’an de cara yekem bi paş ve hatim Amedê. Dema ez vegeriyam, Amed ji aliyê bajarvanî, aborî, nifşî, civakî, çandî û siyasî ve ji binî ve hatibû guhertin. Her tişt ji min re xerîb bû. An jî ez ji her tiştî re xerîb bûm. Pêşî di salê de ez çend car dihatim Amedê û diçûm Stockholmê. Ez di destpêkê de nikaribûm li Amedê bi civakê re biguncim. Ez di nav du çandên cuda de mam. Ez hem ji dêrê û hem jî ji mizgeftê bûbûm. Min di vê mijarê de bi navê “Li vir û li wir” kurtenivîsek nivîsand. Di wê nivîsa xwe de, civaka kurd û ya swêdî muqayese kir. Piştî derbasbûna çend salên dudilî û dilxişûşiya min û civaka amediyan bi hev kirin û ez li Amedê bi cî bûm. Swêd her çi qas xweş be û civaka wê pêşketî û demokrat be jî, ji bo min biyanistan e. Bihuşta dil û mejiyê min Amed e.
Te zêdeyî 9-10 pirtûkan jî wergerandine kurdî, gelo li gorî te çi sûd ji wergera zimanên din ji bo kurdî heye?
Rola wergerê ji bo pêşketin û dewlemendiya her zimanî mezin û girîng e. Dewletên pêşketî her sal ji bo wergerê butçeyeke mezin terxan dikin. Ji bo ku kurdî bi salan e qedexe ye û nehiştine bibe zimanê nivîs û perwerdeyê, rola wergera pirtûkên biyanî ji bo kurdî bêtir girîntir dibe. Bi wergerê derî û pencereyên ziman, wêje û çandeke din ji kurdî re vedibe. Mirov bi rêya wergerê ziman, wêje û çanda gelên din nas dike. Dibe xwedî zanebûn û agahdariyên dewlemend û rengîn. Di wergerê de du ziman bi hevdu re tên muqayesekirin. Wergêr neçar dimîne ku li du peyv, têgeh, biwêj, gotinên pêşiyan bigere û li hember zimanê biyanî bibîne û binivîse. Ev kar û xebat peyvên ferhenga kurdî dewlementir dike. Di heman demê de hizir û xebata hişmendiyê xurtir û kûrtir dike. Ast û pileya zimanê kurdî bilintir dike. Di vê mijarê de nimûneya herî berbiçav Celadet Bedirxan û Roger Lescot in ku li gorî gramera fransî, gramera kurdî amade kirine. Bi gramera fransî re ast û pileya gramera kurdî jî gelek tekûz û bilindtir bûye. Loma heta niha bi dehan gramerên kurdî hatine nivîsîn lê negehiştîne asta gramera van herdu zanyaran. Niha her gramernivîs ji vir û ji wirê gramera wan diçirpîn, diqusîne, didizîne lê dîsa jî tu kesî heta niha ji wan tiştekî nû peyda nekiriye.
Ji bo kurdên ku bi zimanê din dinivîsin, tu çi dibêjî; gelo dê ew berhemên wan bibin malê kurdan, an jî ew berhem çi sûdê didin kurdan?
Berhem bi kîjan zimanî be, dibe malê wî zimanî. Ev rastiyeke teqez e. Kî vê yekê înkar bike hem xwe ji Xwedê û hem jî ji gelê kurd dike. Ka bila herin li kutupxaneyên Swêdê binêrin, di her kutupxaneyê de beşên zimanê biyanî hene. Wek beşa almanî, fransî, farisî, kurdî, tirkî, erebî û hwd. Kurdên bi kurdî nivîsandine berhemên wan li beşa kurdî hatine bicîkirin û kurdên bi tirkî nivîsandine berhemên wan jî li beşa tirkî hatine bicîkirin.
Gelek ziman ji ser rûyê erdê winda dibin, metirsiyeke wiha ji bo kurdî jî heye? Divê kurd çi bikin ku zimanê xwe ji windabûnê biparêzin?
Bi dîtina min êdî kurdî winda nabe, namire û nakeve nav goristana zimanmiriyan. Kurdî êdî di nav cîhana zimanên nûjen de binyat û razên xwe bi kûrahî berdaye bin axa Kurdistanê. Ciyê xwe baş girtiye. Her çi qas kurdî li Bakur û Rojhilat qedexe be jî, li Başûr û Rojava bûye malê gel. Bi dehan roman, çîrok, serpêhatî, lêkolîn, gotar, rojname, radyo, TV bi kurdî hene. Kurdî rojane li dem û dezgehan tê bikaranîn. Niha zimanekî jîndar û rojane ye. Xwediyê dem û dezgehan e. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi kurdî perwerde heye. Ferheng, ansîklopedî, gramer, rastnivîsên kurdî bêhejmar in lê ev hemû dîsa têr nakin. Ji bo ku em li ser axa xwe neteweyeke qedîm in nifûsa me nêzîkî 50 milyonî ye. Pêwîst e ziman û çanda me jî li gorî van mercan bin.
Kurd divê du armanc û pêngavên mezin û girîng bidin pêş xwe: Yek, li mal, kolan, kargeh, bazar û mezatan bi kurdî bipeyivîn. Jiyan bi giştî bi kurdî be. Rojname û pirtûkên kurdî bikirin û bixwînin. Di şûna TV’ên dagirkeran de, li weşanên kurdî temaşe û guhdar bikin. TV’ên kurdî jî giraniyê bidin ser bernameyên hewcedar û bi qelîte ku ji aliyê her sinif û tebeqeyên gel ve werin guhdarî û temaşekirin. Armanc û pêngava duyem jî li gel van hemû hewl û xebatan pêwîst e ku hemû partî, rêxistin û kesayetên kurd di mijara ziman, çand û perwerdeya kurdî de xwedî yek şêl, helwest û bername bin. Hemû bi hev re hewldar û dildar bin û zixt bidin ser dewletê ku ew di dibistanên xwe de bi awayekî fermî dest bi perwerdeya kurdî bikin. Rizgarbûna zimanê kurdî bi perwerdeya sîstema dibistanan ve girêdayî ye. Perwerde bi awayekî fermî di dibistanan de tune, di demeke dûr û dirêj de zimanê serdest zora zimanê axaftinê dibe û dikuje. Wê demê polîtîka asîmilasyona dewletê bi ser dikeve.
Amed Tîgrîs kî ye?
Li Licêya Amedê hatiye dinê. Li Licê dibistana seretayî û li Erxaniyê jî dibistana mamostetiyê xwendiye. Di sala 1980’yî de derketiye derveyî welêt û li Stockholmê bi cih bûye. Di warê çand û wêjeyê de xebatên neteweyî kirine. Demekê serokatiya Enstîtûya Kurdî ya Stockholmê kiriye. Ji derî mamostetî û nivîsîna pirtûkên dersan, xebatên wî yên li ser ziman, wêje û çandê jî hene. Ji zimanê tirkî û swêdî çend berhem wergerandine kurdî.