Êdî em derbasî qonaxekî nû bûne. Zimanê rêgezên vê qonaxa nû ne rev; berxwedana ji rêbazên şerê taybet rizgarbûne. Berxwedana serkeftinê ye. Em di qonaxa şerê aştiyê de ne.
“Ay dayê, pişt ket ber min!”
“Jan heta xwe ji canê te nede berdan, liv nede xwe karxezala min”
“Yadê ez gorî, ay, ev çi êş bû?”
Tav xwe dabû ser nivînê wê, hilm bi hilm germahiya xwe bi wê dabû hesandin. Di bin qapaxê çavên xwe de, ji bo rizgarbûniya ji êş, bîbikên çavên xwe zivîrandibû. Hema wekî hînkerê hunerê, balîfa bin serê xwe, di stûna movikê pişta xwe de bi cih kiribû. Bi hilbûna germê re, êşa di pişt de hatibû te- riqandin û bi baldarî ji nav nivîna derketibû. Bi dengekî gumanbar diya wê jê pirsîbû:
“Rabûna te ne bê waxte delala min?”
Hema bi çîzînî bersiv dabû diya xwe: “Na yadêcan. Dereng jî mame.” Û bi hestekî kelecan Gulistan ji mal derketibû. Bi çend hevalan re xwe gihandibû girseyê. Hêzên dagirker hema weke kurmê pîrê, girse dorpêçkiribûn, hewl dabûn ku girse hilm hilnede û nede. Gulistan, hema weke ronahiya stêrka sibê bîbikên çavên xwe dabû ser girseyê. Dîtibû ku di girseyê de hin kom xwe şibandiye ewrê payîzê, xwe di nezelaliyê de dide gevizandin û hêzên şerê taybet jî hewl didin ku sewta xwe serwer bikin û çalekî bêarmanc bihêle, mîqrofonê ji dest hevala xwe hildabû û bi dengekî wêrek gotibû:
“Havalno, awirên xwe ji ser dîmenên van dagirkerên jiyana me bidin alî! Niha em li vir tekoşîna şerê aşîtiyê dikin! Em ê ji êrîşên wan nerevin; li berxwe bidin! Belavbûniya me, revbûniya me dê bê wateya ku em aştiyê naxwazin! Heke girseya me daxwazkirina şerê aşîtiyê ye, em ê li ber xwe bidin…” Gotina xwe hêj bi dawî nekiribû, hêzên talanker hema weke ajalên dirînde êrîşî girseyê kiribûn.
Hêviyên ku ‘ew ê li ber bayê me belabibin’ ji xwe re honandibûn, hema mîna qirş û qalên ser sergoyan, li ber pêlên “Berxwedan jiyan e”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî azadî” lewaz ketibû. Xwe girtina girseyê, hêza dagirker di matmayînê de dabû çikandin ku gazî hawara hev û din kiribûn:
“Serbazê min, girseya terorîstan ji hev û din venaqetin!” serbaz bi hêrs jê re gotiye:
“Hêza ku wan terorîsta ji hev û din nade veqetandin çi karê wan li vir heye segê kurê seg!” Ji dûrve dengek din hatibû bihîstin:
“Serbazê min alavên destê min şikiyan lê van terorîstan nabêjin ‘ay’ jî! Hê bêtir xwe diavêjin ser hev û din!” Serbaz ji kerba qêriya ye û ji wan re gotiye:
“Ker kurê kera; hûn waha parastina welat dikin! Ez ê îro we li singa dim!” û ji yekîniyên din alîkarî bilez xwestiye!
Serê mirovekî heyşt hêzên dagirker hatibû hejmartin. Mînaka dengê nalîna wê girseyê di dojehê de jî tunebû; nalîn di gola xwîna wan de bilqiq dabû! Çilka xwînê pekiyabû rûçikê hêzên dagirkerê rûpoş û gavekî ew paşve dabû dûrxistin û di qelîştekên keviran re xwe bi axê dabû vexwarin. Ax bi dengek berz ji candarên ser sînga axê re gotibû:
“Ji bo kora jî, ji bo ajalên şevê jî bikêşînin wêneyên vê dîmenê! Lewra, dîroka li ser sînga min hatiye nivîsandin mînaka wê nîne!…” Bi vê dengê, “bi zimanê nayê fêmkirin neaxifin! Van terorîsta ker û lal bikin! Hadê şêr û pilingên min; êrîş êrîş!” Çêrên ji ilmê sincê bê par, êrîşa kirêt dijwar kiribû, girse jî, hema mîna çiya pev kelijîbûn. Deng û bedena wan bûbû mîna ax û avê waha di zikê hevde bûn.
Bi dengê “Bijî azadî” re, dev û rû şûşê erdê bûbû ciwanekî berxwedêr. Talanker weke ajalên dirinde jî ne bi rêgezbû, bi pîna ketibûn ser bedena bê liv. Bi dengek westandî gotibû:
“fermandarê min ev jî bû kevirê goran” Fermandarê wî jî bi dengekî jahrbarî bersiv dabû:
“Herbijî şêrê min! Hadê şêrê min êrîş!” Hêzên xwe yên waha hov dêyê êrîşê kiribû. Ji nav girseyê ‘Zimanê rojevê azadîxwazî ye, Jin Jiyan Azadî. Bijî aştî’ ev dengê hêzdayî, berxwedana girseyê êrîş karan dabû westandin ku dengê axê hatibû bihîstin:
“We jî bihîst ne hevalno!? Min kir û nekîr jî bidengê wan re sêdar anîne ji bo we!” girse û hêzên xwînmij ketibûn sîngê hev û din. Di wê berxwedana mayîn û nemayê de, ax dengê xwe bi girseyê cardin dabû bihîstin:
“Moxil weke mewşenê di ser gel re derbas bûbû lê zimanê gel tirot nekiribû! Fransayê Cezayîrê xistibû bin baskê xwe, lê hebûna wan tirot nekiribû! Îngilizan Hindistanê li qeyd û benda xistibû, lê çanda wan, hunera wan ji ji wan re hiştibû! DYA’yê, dema Afganistan û Iraqê dagir kir rêveberiya wir erê kiribû! Lê ev komara dagirker!?” Bi ketina ucûdekî narîn re, deng nehatibû bihîstin bilî dengê êrîşkar:
“Serbazê min, ez hêj tênegihîştime bê îro ev girse çima ji hev û din nayê veqetandin! Em westiyan, lê ew hêj jî li pêşberî me rawestandînin!” Wateya deng û bêbersiviya wî li hemberî berxwedana aştîxwaziyê têk çûbû. Serbaz şibiyabû nêçîra dîlketî ku, hêza xwe ya dirîn de dabû vekişandin.
Girseya di nav xwînê de hatibû gevizandin, bi alîkariya hev û din, xwe li ser piya dabûn rawestandin li ber siya awirên ji nasnameyên xwe biyan. Temaşevanên ku bi awirên ‘wax wax’ û ‘mixabin’ li hev temaşe kiribûn, awirên badilhewa bûn, lewra, ew aştiyê daxwaz dikirin, zimanê aştiyê têkoşîn bû,ne rev li hemberî êrîşan berxwedan bû; wan têkoşîna aştiyê dabûn! Wax wax û mixabin, ji bo temaşevanên ji jiyanbûniya xwe bê hay derbasdar bû. Girseya ku aştiyê bixwaze li pêşberî hemû astengî û benda jî, berxwedana xwe dijwar dikin ku tim serkeftî bin weke berxwedana vê girseyê.
Girse li hemberî dagirkerê hov ne serî tewandibû ne jî çog şikandibû. Di encama şerê aştîxwaziyê de, du nemirên pakrewan radestî axa qedîm hatibû kirin. Gulîstan li ser gorê bi dengekî têr û tijî waha gotibû:
“Havalno! Êdî em derbasî qonaxekî nû bûne. Zimanê rêgezên vê qonaxa nû ne rev; berxwedana ji rêbazên şerê taybet rizgarbûne. Berxwedana serkeftinê ye. Em di qonaxa şerê aştiyê de ne. Şerê aştiyê ne rev e, li hemberî şerxwazan zimanê berxwedanê ji me tê xwestin. Barê me ji barên berê girantir e, lewre heta niha me li gorî zimanê xwe aştiyê daxwaz kiribû; lê ev ziman jî, zimanekî bi her kesî re li hev hatine, êdî em vî zimanê tirotdikin, ne xwe; emê laîqê van herdu cangoriyê aştiyê bin. Ji niha û pê de, mînaka berxwedana me, ev herdu pakrewanê me ne!” Girseya ser goristanê, bi dirûşma “Em şerê aştiyê bi rê ve dibin” ji goristanê zivirîbûn.