10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanê kurdan aştî ye, yê devşîrmeyan şer e

Dewleta Enqerê, sed sal in li dijî kurdan hem şerê çekdarî dike, hem şerê veşartî dike. Şerê veşartî şerê herî dijwar e. Li ser bingeha psîkolojiya tirsê û dûrkirina ji rastî û nirxên civakî tê meşandin.

Serê salê binê salê, xwedê aqilekî bide lîderên dewleta Enqerê! Ev zimanê kurdan yê serê salê ye. Bêguman her gel, bi zimanê xwe sersalê pîroz dike. Lê rastiyek heye ku zimanê pîrozkirina gelên li Rojhilata Navîn, bi taybetî ya rayedarên dewleta Enqerê, wek helbeseteke li ser parçeyek kaxezê ye û winda ye. Li hemberî ku Rojhilata Navîn warê efsûnên “Hezar û Yekçîrokê” ye jî dara jiyanê tê hişkkirin.

Miduriyeta olê ya Tirkiyeyê, sembola dara jiyanê ya sersalê jî red dike. Jixwe li cem nifşê dewşirme, adet û toreyên civakî nînin. Ew rojane dijîn. Zimanê wan jî talan, dagirkerî û wêranî ye. Zihniyeta wan jî, di gotina “the bîg naumber” de ye.

“The bîg nambur”, tê wateya hejmara bi sifirê û hejmar bi dawî dibe. Ev gotin li bejna dewleta Enqerê, ku 100, hejmara bi 2 sifiran kirine benîştê devê xwe û di siyaseta înkar û tunekirinê de israr dikin e. Tevneke, di valahiyê de hatiye hunandin e û her desthilatdariya Enqerê, weke kêzika ku tevnê dihune û piştre dibe kêzika Kafka û tune dibin.

Tevna di valahiyê de, dewleta Enqerê, sed sal in ji kaos û krîzan rizgar nekiriye. Niha jî, krîz û kaosa herî mezin a dîroka xwe dijî. Ji bo vê jî, ez ê gotina zimanzanê tirk Macît Gokturk a “…. sal in desthilatdar (yên Enqerê) di rêya ber bi pêşve dirêj dibe de berepaş û li dijî cewherê jiyanê dimeşin,” bibêjim.

Ev dojeheke di dojehê de ye. Lê zora dewşîrmeyan, ziman kilît kirine û dixwazin gotina pêşî û paşî ew bêjin. Ev jî li dijî diyalektîka jiyan û dîrokê ye!

Dewleta Enqerê, sed sal in li dijî kurdan hem şerê çekdarî dike, hem şerê veşartî dike. Şerê veşartî şerê herî dijwar e. Li ser bingeha psîkolojiya tirsê û dûrkirina ji rastî û nirxên civakî tê meşandin. Dewleta Tirk, hîna di sala 1919an de, bi beyana Amasya, ev taktîk kire pratîkê û heta îro dimeşîne. Şerê bêdeng, mirovan sax dike gorê. Min jî, dikir û nedikir, nikarîbû navekî li vî şerî bikim. Min di gelek nivîsên xwe de, behsa katibên gundan, qançor, rêcê, burokrasiya li bajar û navçeyan, midurên nahiyeyan, Şana Ismet kiriye, lê têra bersiva şerê veşartî nedikir. Diranê çerxa şerê veşartî û bêdeng, car caran di rengê romiyan de, li gundan de xuya dikir, di dibistanên qirkirinê de xuya dikir, lê min nikarîbû navekî lê bikim.

Piştî ku min hevpevina sala 1970yî, li ser “seyfo-firmana Sûryaniyan” bi Gebro Îsa Zette Çelma re kir û piştî 50 salî weke pirtûk weşand…. Duyemîn , min bîranînên derdora 20 rojan li nexweşxaneya Saint Luc-Ode 489 nivîsîn û got: Her vinca li ber blokek betonî sîstema koletiya spî bi hêz dike. Sêyemîn , piştî xwendina pirtûka Italo Calvino, “Bajarên Nayên Dîtin”, ku di rpl. 11 de dibêje; “Ji dilê bajarên ku jiyan heram kiriye, hestên mirovan bloke dikin, mirovan lal û zincîr dikin”, şerê veşertî yên li dijî kurdan, di serê min de bi gewde bû.

Di encamê de min got: Her çiqasî rewşenbîr, akademisyen û rojnamevanên kurd, dewşîrmeyan weke gelê tirk bi nav bikin jî, ew bzê col in, bizina nojek in, Zimanê kurdan, ji zimanê dewşîrmeyan cûda ye. Di pîrozkirina sala nû ya 2025an de jî, rayedarên civaka çêkirî ya tirk, helbesteke li ser parçeyek kaxez hatiye nivîsandin xwendin. Bi taybetî reîs Erdogan. Piştî wê peyamê, min, strana serê salê ku zarok, dema li malan digerin dibêjin, anî bîra xwe. Di koma zarokên li sersalê digerin de; pîrê salê, qirdik, civanê salê û bûka salê hene. Pîrê salê, sala bûrî temsîl dike, ciwanê salê, sala nû temsîl dike, bûka salê, jiyanê temsîl dike, qirdik jî, her cûre angajman, jest, motîf û tevgerên veşartî û eşkere yên di jiyana rojane de temsîl dike.

Sersala kurdan jî naşibê sersala dewşirmeyan!…

Di sersala kurdan de, gelek caran, civata li malekê, qirdik û ciwanê salê, bi “efra” bera hev didin. Di teatroya zarokên salê de, nabe ku qirdik û ciwanê salê bi “efra” hev bigirin. Lê civat, li malan, bi wesifdan, navtêdan û tema kirina bi pereyan, qirdik û civanê salê, bera hev didin. Eger qirdik, pişta civanê salê, li erdê bide, nakokî, krîz û kaos dest pê dikin. Yanî, hêvî û daxwazên sasal nû jî tevlîhev dibin.

Ji bo vê jî min hevoka destpêkê ya 12 çarîneyên sersalê guhert û bi desthilatdarên Enqerê ve girêda!..

Ji ber ku rasyonalîteya teknolojîk, bi jiyana mirovan re bûye gorîfek xerboqî. Dîse jî her kes gotina “cîhan biçûk bûye” bikartîne. Belkî ev gotin rast e, lê zimanê aştî û azadiyê, zimanê demokrasî û edaletê ji hev dûrketiye. Lewma em nikarin biçûkbêna cîhanê, wek “utopya” binav bikin. Despotên “epîlepsîk”, “melankolîk” û” narsîst” serdestî cîhanê ne. Ji bo vê jî, divê em bi çavên makrosbîk li hunandina tevnên siyasî binêrin. Ev tevn naşibin “tevnepîrkên” kêzikan. Tevnên siyasî, hem krîz û kaosan derdixin holê, hem tofanên zincîrî derdixin holê.. Minaka wê jî Tirkiye ye û em dikarin bêjin; teknolojiyê bextewarî naniye cîhanê. Belkî xweşî anîbe. Lê bi vê xweşiyê re kolatiya spî, tunekirina bi toza kimyewî û gelek nexeşî anine.

Dîmenê sala 2024an, bîr qîr û teşqele, bi qerqeşûn, xap û rîp, bi şer û xwîn, bi kuştin û koçberî dagirtî ye. Di despêka sala 2015an de, di demeke ku şerê cîhanê yê 3yemîn li herêmê dijwar dibê de, li Tirkiyeyê, aştî, yan jî pêngavek ji bo çareseriya pirsgirêka kurd kete rojevê. Ev xweşbînî ye. Ji bo ku ev xweşbînî bi beden bibe, dilsozî û duristiya desthilatdariya AKP/MHP, mercê nebe nabe ye.

Dema em li zimanê rayedarên detshilatdarî û medya qesrê dinêrin, xuya dibe ku zimanê aştiyê yên kurdan û zimanê aştiyê yê mîratzedeyên dewşirme ji hev cûda ye. Kurd aştiyê di demokrasî û jiyana wekhev de vedibêjin. Mîratzadeyên dewşîrme jî, aştiyê di “yek yekên” ku Erdogan her roj bi tiliyan rêz dikê û tîne ziman de dibîne. Dîse jî em hêvî dikin ku sala 2025an, bibe gihiştina pinpinîka derîyê aştıyê. Derî bê vekirin û gava yekemîn a ketina hundir pêkwerê. Mutabaqata Dolmabahçe jî, zimanê dewşîrmeyan bi bals, bêbext, dek û dolab, hîle, lîstîkç nîq û teşqele li ber çavên me ye. Kurd dibêjin, “bêbextî li bextên xwe” kirin.

Rojnamevanên medya dewşirme, her dem têkildarî MÎTa Tirk in. Fikret Otyam di ropotajên, li bakurê Kurdistanê, bi navê “GIDE GIDE” amade dikirin, navê welatparêzên kurd dinivîsîn. Di darbeya eskerî ya sala 1970yî de, bi sedan welatparêzên kurd hatin girtin. Îro jî, li Bakurê Kurdistanê, li metropolên Tirkiyeyê, bi taybetî li Suriye û Iraqê rojnamevanên medya tirk a dewşrime, bi MÎTê re kar dikin. Zimanê wan jî, ji etîkên rojnamevaniyê dûr e.

Ji bo ku rojnamevanên medya azad, rastiyên şerê qirêj eşkere dikin, dibine armanca artêşa tirk û têne şehîd kirin. Her kesê ku behsa şerê cîhanê yê 3mîn dike, mînakên şerê yekemîn û duyemîn yê cîhanê dide. Ev fotografekî bi xwîn e û ji bo dergirtinê jî giring e. Lê aqubeta lîderên şerê cîhanê yê duyemîn jî diyar e. Kesên ku behsa şerê cîhanî dikin, weke lîstika satrancê, fil, hesp, şah, wezîr û pîyonan baş rêz dikin. Lê kurmê di dara satrancê de nabînin. Nabêjin ku dewşirmeyên Îttîhat û Terakkî, destiyê tevir ku ji darê tê çêkirin, hem weke gûrz bikartîne, hem weka asayê Musa bikartîne. Teori û şemayek bi vî rengî, hêza vektorên bedena mirovê Kurd (elektrîk) têk dibe. Bedena ji rasti-rasyonalîzma zihnî hatibe xalî kirin, kole dibe.

Ev rewşa kambax, bi Tevgera Azadiya Kurd û Abdullah Ocalan hate eşkere kirin lê tune nebû.

Di şerê cîhanê yê 2mîn de bombeya atomê hate avêtin. Gelo rewşa îro ya şerê cîhanê, biqasî bombeya atomê bandorek xerab li civakan nekiriye? Bersiva pirsê; di Hamlêta Shakespeare ku dibêje; “Hem xwedî mejiyek kûfîkî ne, hem di radeya pskolojîk û sendrumê de nexweş in,” de ye.

Pirsek din: Gelo aqubeta lîderên şerê cîhanê yê 3mîn, wê bibe çi? Bersiva pirsê, di helwesta lîderê dewşirme, reîsê eniya Turk-î Îslam, Erdogan de ye. Piştî banga Bahçelî ya dexaleta li ber Birêz Abdullah Ocalan, çûna şandeya DEM Partî ya Imralî û destnîşankirina 7 xalên ji bo çareseriyê, wê destiniya Erdogan kifş bike.

Erdogan di peyama sersalê de, got; “Em dikarin kulma di lepikên qedîfe de, bikar bînin.” Ev gotin encama zihniyetek kufîkî û sendroma Stockholmê ye! Em hinekî din vekin; biqasî zimanê şer û aştiyê, biqasî zimanê siyasî û bazirganî, biqasî zimanê ragihandin û perwerdehiyê, biqasî zimanê helbest, dengbêjî û wêjayê, zimanê mîmariya civakan jî, ji hev cûda ye. Xala herî girîng ku mîmar û akadmeisyenên kurd li ser ranawestin, ev ziman e!

Zimanê mînariya Amedê, ya Sêrtê, Wan, Cizîrê, Hewlêr, Xalbubê, Şirnex û hwd, zimanê Kurdî ye.

Mîmariya Mêrdîn, Midyad û Hezex zimanê Suryanî ye.

Balkêş e, zimanê mimariya dewşirmeyên tirk nîne. Stembol û metropolên Tirkiyeyê zimanê Bizansiyan e, mimariya li Anatolya, Ege û Derya Reş, jî zimanê gelên cûda ye. Belkî zimanê mîmariya blokên dawi yên li metropolên Tirkiyeyê zimanê nû yê tirkî ye! Zimanê nû yê tirkî, ji çavkaniya wêjeya klasîk a “dîwanê” tê xwedî kirin

Mîratzedeyên dewşirme, piştî ku navçeya Amed Sur, wêran kirin, mîmariya bi zimanê kurdî tune kirin û navçe jî, bi zimanê mimariya Tolado ava kirin. Dewşirme li her qada jiyanê fantazî û xeyalên dîrokî dikujin. Ji bo vê jî, hem aqîlê kurd yê siyasî, hem aqilê kurd yê hiquq, hem aqîlê kurd ê ragihandinê, hem aqîlê kurd ê civakî, hem aqilê kurd ê vêjeyî, hem aqîlê kurd ê mîmarî tune dikin. Bi kuştina Heskîfê, nirxê avakirina bajarên jeolojîk yê kurd û gelê Suryanî jî tune kirin. Bajarên jeolojîn yên dibinê erdê de ne, kurdan, suryaniyan û gelê Nebatî bajarên jeolojîk ava kirine.

Encam; Zimanê ruhî yê civaka kurd û hişmendiya civakî, hem di mîmariya kurd de, hem di cografya Kurdistanê de, bi rastiyek dîrokî, fantazi, artumnet û nuansên civakî, etîketên populerîte, klîmat û keda nifşan hatiye neqişkirin. Çiqasî bixwazin bi senaryoyên îronî, dirrindeyî û demografîk, van rastiyan tune bikin jî bi ser nakevin.

Rastiyeke din: Medya tirk, berhemê devşirmeyên Îttîhat û Terakkî ye. Xwediyên rojnameyên ku di destpêka avakirina dewleta Enqerê de hatin derxistin jî, endamên Îttîhat û Terakkî bûn. Zimanê wan jî zimanê çete û haramiyan bû. Dîse jî nikaribûn rastiyê dûrî rastiyê bikin.

Feylesof Emerîkî John Keane jî dibêje: “dema haqîqetê nine,” û dewam dike; “yekane riya naskirina başiyê, naskirina xerabiyê ye.” (1) Baş e, eger mirovek hatibe kuştin, kujerek jî heye. Dive bûyera kuştî û kujer were vegotin. Ya duyemîn, eger li Kurdîstanê komkujî têne kirin hêzêke ku van komkujiyan dike jî heye. Divê ew komkujî û hêza komkujiyan dike werin vegotin. Karê medya azad jî ev e. Lê dewşirme, ji bo rastiyan veşêrin, rojnameyên kurd dikine armanc.

Bi yek gotinê, bi înkarê û êrîşan, dîrok wilo hêsanî bi dawî nabe. Dewleta Enqerê û deshilatdariya AKP/MHPê, wê nikaribin bi ûtopya osmanî, bi nîgarkêşiya atlasa emperyalî û îroniyên di qesra Bêştêpê de, encamê bi dest bixin.

Kurd, êdî bi nirxandinên psîkoanalîtîk naxapin.

1-John Keane, Medya û Demokrasî,