7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanê helbestê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Di zimanê rojane de gelek peyvên nû li zimên zêde dibin û ew peyv jî di nava helbestan de cihê xwe digirin. Ziman ne tenê mirovan bi hebûn û xwebûna wan ve girê dide, herwiha wan dide axaftin jî

Zimanê xwezayî zimanê ragihandinê ye ku mirov her roj li malê, li kuçe, kolan û bazarê wî bi kar tîne. Peyv û biwêjên ku em di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin ew amûr in ku hewcedariyên me yên rojane pêk tînin. Zimanê wêjeyî (zimanê helbestê) zimanekî nû ye ku xwe dispêre zimanê xwezayî. Ji bo wê pêwist e ku çarçoveya çawanî û ciwankariya cureyên helbestê li gor vî zimanî bê edilandin. Lewre di zimanê rojane de peyv bi serê xwe têgînekê pêk tînin û metelok û têgînên nû jî têgiheke din derdixin holê. Di çarçoveya metna helbestê de, wate û nirxên nû yên di zimên de li gor peyv û biwêjên jiyana rojane tên bikaranîn. Li ser bingeha zimanê rojane, gelek peyvên nû li ziman zêde dibin û ew peyv jî di nava helbesta helbestkaran de cihê xwe digirin.

Helbest hêza xwe rasterê ji ziman werdigire. Hêza zimanê helbestî peyvan diguherîne, diedilîne, bedewtir dike û rengekî nû yê din dide wateyê. Hilbijartina peyvan ji bo zimanê helbestê ne bes e. Bêje û biwêjên ku di zimanê helbestê de tên bikaranîn, qatên wateyê yên van peyvan û nirxê wateyê zêdetir  û berfirehtir dikin û vediguherînin şîroveyeke din.

Hêza zimanê helbestî ji bilî hewldana derbirina hest û ramanê û xurtkirina wateyê pê ve ne tiştekî din e. Bi vê hewldanê, di zimanê helbestê de wate, bi dewlemendiya teşe û frekansa avahîsaziyê tê afirandin. Helbest celebeke ragihandina wêjeyî ye ku bi hejmareke zêde peyvên nû derdixe holê. Helbest li ser bingeha zimên tê avakirin. Li gor vê yekê helbest xebateke hunerî ya kûr e ku himê wê yê bingehîn jî dîsa ziman e.

Ger em mînaka berhevdana klasîk dubare bikin; di helbestê de ji bo muzîkê henase, deng û awaz; ji bo  wênesaziyê gon, sibox û reng; ji bo peykersaziyê ax, kevir û dar tên çi wateyê? Helbest di hunera wêjeyî de wek cureyekî cuda tê zanîn ku hejmareke zêde ya peyvên watedar û kûr tê de peyda dibin. Her helbestkar avakara/ê avahiya helbesta xwe ye. Helbestkara/ê vê avahiyê di nava zimanê helbestê de her tim li jêrxan û pêkhateyên vegotinê yên nû, resen, azad û ceribandî digere.

Ziman ne tenê amûra herî pêşketî ya têgihiştin û vegotinê ye, heman demê derfetek e ku mirov cewher û dengê xwe yê hundirîn aşkera bike. Ji ber vê taybetmendiyê, di navbera zimên û dilê mirov de girêdanek heye û ev girêdan dike ku ziman û dil qet ji hevdû neqetin. Zimanê helbestî forma herî tekûz e ku hem zimanê axaftinê û hem zimanê muzîkê pêşkêş dike. Bi rastî divê zimanê helbestê û zimanê axaftinê ewqas nêzî hev bin da ku mirov li wê helbestê guhdarî bike û bibêje: “Ger min helbestek birista teqez min jî dê ev tişt bigota”.

Ji bo ku helbestkar bikare cîhaneke nû ava bike, neçar e ku hem zimanê rojane baş bi kar bîne û biparêze hem jî ji nû ve zimanekî nû û cuda biafirîne  Lewre  ziman dilê helbestkar zindî û hêviya wê/wî ya jiyanê xurtir dike. Derfetên helbestkar ên axaftin û nivîsandinê bi xwezayîbûn û aliyê zimên ê wêjeyî re derdikevin holê. Zehmetiya nivîsandina helbestê an jî gotinên stranbêjiyê rasterast bi avaniya vegotinê têkildar e. Helbestkar di nivîsandina helbesta xwe de nafikire ka helbest çi ye; lê ew hewl dide ku zimanê helbestê bi hosteyî saz bike û bi kar bîne.  Helbestkar piştî qedandina helbestê dikare hest û hizrên xwe yan jî nêzîkatiya xwe ya rexneyî derxe holê.

Di rêwîtiya ku bi rêza yekem dest pê dike de, helbestkar dengê helbesta ku di encama peyvên ku bi kar tîne de cihê xwe digire. Ev kêlî li ser wê radeyê ye ku helbestkar di helbestên xwe de pêkan e ku zimanê xwezayî yê ku di xweza, dîrok û jiyana mirovan de heye, bike zimanê helbestê. Di vê rewşê de, zimanê wê/wî bi coş, epîk/destanî, ferz, dramatîk/dilşewat be jî tê dîtin ku di forma zimanê xiyalî de tê/hatiye bikaranîn.

Arîstoteles di Petîka (helbesta) xwe de wiha dibêje: “Helbesteke lehengî/qehremanî teqlîdkirina kiryareke bi heybet û kamil e ku bi awayê herî bilind ê beytê tê vegotin û mebesta wê ye ku bi kêfê ders û îbretekê yan jî fêre zend û êlawetekê bide. Destan, bi rizamendiyeke hevpar, çîrokek dirêj a bûyerên biheybet e. Hinek caran wekî bûyereke hovane ye ku şer û şînê û hinek caran jî wekî bûyereke dilnerm kêf û şahî û dilşxweişyeke taybet dide mirov û cıvakê. Di nirxên destketiyên mirovan de û di mezinahî û esaleta mirovahiyê de ev yek xaleke pir girîng e. Ya girîngtir jî ew e ku mirov zimanekî helbestî biafirîne ku bikaribe mijar an jî temayê di çavên xwîner de li ber çavan raxe û veguherîne kiryarekê. Ev jî taybetmendiya zimanê helbestî ya piralî ye.

Hest û raman bi ziman û di nava zimên de cih digirin. Lewre cihê ku mirov lê hebin dê ziman jî lê hebe. Herwiha cihê ku ziman lê hebe teqez dê mirov jî lê hebin. Çawa ku me di sernavê gotarê de jî anî zimên ku zimanê helbestê zimanekî di nava zimên de ye, tiştê ku hest û ramanê derdibire ziman e; tiştê ku zimên ji bo hest û ramanê bi kar tîn e jî deng û awaz e.

 Zimanê jiyana rojane ya netewe yan civakekê tenê bi destê helbestkarên wê dikare bibe zimanekî hunerî yê resen. Dîsa yên ku dikarin zimanê rojane wek hevîr bistrên û bi şeklê herî tekûz û bi dengekî bilind bigihînin radeyeke nû helbestkar in. Helbestkar nirxên nû yên wateyê dide hêmanên zimên ên di her astê de, da ku avahiyek cuda, çîrok û hestiyariyeke taybet an jî rewşeke xweştir û bibandortir derbixe holê. Wate û nirxên nû ancax di nav zimanekî de, bi vegotin û bikaranîna têgihiştî pêk tên. Herwiha bi nirxên hestyar ên di vegotinê de, xwîner di metna helbestê de ber bi cîhaneke nû û wateyên cihêreng ve dike. Rêwîtiya herî xweş a helbestkar gera di nava zimên de ye. Di vê rêwîtiyê de peyvên xaze (mecaz) yan wêneyên neasayî jî geş dibin. Ji ber vê yekê ev rêwîtî ji bilî wateya wê ya eslî peyv û ferhengên ku di helbestê de hatine bikaranîn ên xaze diyar dike. Nîşaneyên zimên ên têgînî bisînor in, belê fikir û hestên mirovan bêsînor in. Tevkariya retorîkê ya di dewlemendiya helbestê ya di warê nirxên têgînî de qet nayê înkarkirin.

Helbest her gav ne wesîleya ronîkirina cîhana derveyî yan jî rastiyê ye; berevajiyê wê, helbest wekî objeya/biresera wêjeyê, hinek cara rastiyê ji holê radike. Ev rûxandin an destwerdan bi dûrketina ji zimanê axaftinê bi tevayî zimanekî ku zû bi zû nayê famkirin jî diafirîne. Belê helbest ew e ku bi derfetên vegotinê yên zimên tê bikaranîn. Dîsa jî divê tu car neyê jibîrkirin ku ji bo helbestê bikaranîna zimanê rojane xala destpêkê ye.