Mirov hest, raman, hêvî, azwerî û kelecana xwe bi bikaranîna ziman derdibîre. Ji ber ku hisandin/hishisîn û têgihiştina her mirovekî/ê ji mirovên din cuda ye, awa û şêwaza derbirîna hestên wan jî ji hev cuda ye. Peyvên ku em di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin gelek caran têra derbirîn û îfadekirina hestên me nakin. Ji bo derbirîna hest û hizirên mirov gelek awa û şêwazên vegoinê hene. Belê em dixwazin li vir bi kurtayî li ser sê birên vegotinê rawestin.
Vegotina pexşan: Di metnên edebî de, îfadeya ku bi bikaranîna zimanekî nêzî zimanê axaftinê yê rojane ye. Bi gihandina hest, raman, bûyer, rastî û têgînan e û bi awayekî herî hêsan û realîst pêk tê. Ango rasterast tê gotin. Di metnên ku bi vegotina sade hatine afirandin de ziman jî realîst e.
Vegotina xaze: Di metnên edebî de îfadeya bûyer, rastî, têgih an jî hest û ramanê ji ya rastîn cuda ye. Bi bikaranîna taybetmendî û bilêvkirina hin peyv û biwêjên razber re tê gotin. Ji metnên ku îfadeyên xaze/mecaz tê de tên bikaranîn re “zimanê helbestê” tê gotin. Vegotina xaze jî fîgureke axaftinê ye. Di vegotina xaze de, peyv ji derveyî wateya xwe ya rastîn wateyeke din a wêjeyî di xwe de dihewîne. Vegotina herî nêzîkî vegotina xaze, vegotin helbestkî ye.
Vegotina helbestkî: Her çendî danasîna wê ne hêsan be jî, şêwaza vegotinê ya ku di nivîsandina roman an jî çîrokekê de tê bikaranîn jî nêzîkî zimanê helbestkî ye. Di vegotineke wiha de nivîskar/helbestkar, bi bikaranîna pîvaneke şahîk û bedewkar/estetîkî ji berhemên xwe wêdetir diçin û dirûvekî nû lê zêde dikin. Şêwaza vegotinê, hevokên berevajîkirî û pêkhateyên hevokê yên ku di jiyana rojane de qet nayên bikaranîn; mijar, gotin, peyv, biwêj û bêjeyên awarte yên ku bi gelemperî bi awayekî hosteyane têne nixumandin û hûnandin, bi gelemperî wekî zimanê helbestê tê pênasekirin.
Zimanê helbestî ji zimanê axaftinê û zimanê zanistî pir cuda ye. Di helbestê de helbestvan zimanê hunerî bi kar tîne. Hêza vegotinê ya vî zimanî ji zimanê asayî pir pêşketîtir û bibandortir e. Helbestkar dixwaze bi awayekî cuda, awarte û herî bibandor çi bibêje; ji bo jî, ziman ji bikaranîna xwe ya asayî derdixe û awa û şêwazeke nû dide vegotinê; bêje û hevokên nû di zimên de diceribîne. Ji şêweya ku bi vî awayî derdikeve holê re zimanê helbestî tê gotin.
Dema ku hemû cureyên edebî bên ber hev, a ku ji aliyê ziman ve herî dereasayî û awarte ye jî helbest e. Gelek peyvên ku em di jiyana rojane de bi lêv dikin, ji ber ku gelek caran têne dubarekirin û ji hêla her kesî ve têne bikaranîn, bi demê re hêza xwe ya vegotinê winda dikin. Ji ber vê sedemê, ji van hevok an jî peyvên wisa re hevgirêdanên hînbûyî yên edetî, lasayî û gevneşopî tê gotin. Belê divê zimanê helbestê ne kevneşopî be. Ji bo vê jî divê helbestkar li hin peyv û gotinên nû yên vegotinê bigere.
Ji derbirîna bûyer, rastî û têgihan an jî hest û ramanên ku bi zimanê asayî nayên îfadekirin; ji bikaranîna şêweyên vegotinê yên nû ku li hember hev in an bi hunera devkî û semantîk/watenasiyê dewlemend bûne û ji analojî/şibandin, metafor/xwaze û refleksên hevdengkirina awarte re “nima” tê gotin.
Zimanê helbestê zimanekî xwezayî ye. Hem nêzîkî zimanê axaftinê yê rojane ye û hem jî kurt û watedar e. Ji bo afirandina vegotineke kurt, divê helbestkar di hilbijartina peyvan de hûrbîn be û wan peyvan bi awayekî herî guncer bêne ber hev û rêz bike. Di helbestê de ahenga navbera peyvan taybetiyeke esasî ye. Zimanê helbestê di pêvajo û pêşketina ziman de jî roleke pir girîng dilîze. Helbestkar, dikare ji peyv û têgînên kevn û nû wate û xeyalên dewlemend pêk bîne û her wiha bi rêbaza lihevanîna peyvan re dewlemendiyên nû yên vegotin û wateyê jî biafirîne.
Bi taybetî sînerjiyên awarte jî îmkanên vegotineke nû didin zimanê helbestê. Helbestkar ne tenê ji nirxên hestyarî yên peyvan sûd werdigire, ew bi peyvên hemwate, dijwate, pirreng û gelêrî jî îfadeyên nû diafirîne. Biwêj, gotinên pêşiyan, dûrketinên wateyî, hevnasîn û şibandinên di zimên de ji vegotina helbestkar û ristîna helbestê re dibin alîkar. Bi sûdwergirtina ji van derfetan, vegotin û îfadeyên resen diafirîne. Nirxên dîrokî, neteweyî, çandî olî, têgînên peyvan û derfetên wateyê yên gotinên pêşiyan û biwêjan jî ji bo helbestkar derî li ber gencîneya vegotinê vedikin.
Ji ber ku helbest, bi xewn û xeyalên helbestkar re pêk tê, taybetmendiyên şêweyî yên helbestê, nivîsandina helbesta kevneşopî ya erûz/biwezn û hevaheng a kîteyan, formên beyt û cureyên wêjeyî hewce dike ku helbestkar di nav disîplîneke diyarkirî de û piştî ceribandineke dûvdirêj binivîse. Di helbestê de wezn, beşavend/qafiye, hevdeng, aheng û dûbarekirin jî rê li ber sêwirandin û xeyalên cuda yên helbestkar vedike. Di helbestê de, evsûnkariya ku bi ahengê tê afirandin gelek caran helbestkar bi xwe jî heyr dihêle û wî/wê ber bi vegotineke ku ew bi xwe jî nikare pêşbîniya wê bike ve dike.
Xewn û xeyalên mirovan bi qasî ku nayên astengkirin kûr û bêsînor in. Belê hêmanên ku xeyalên mirov derdibîrin; ango peyv, biwêj û hevokên ku nîşaneyên zimanî ne, bisonor in. Ji ber vê yekê helbestkar, her çendî ku peyvan ji bo vegotina xeyalên xwe bi kar bîne jî, di wateyeke resen de wan ji nû ve diafirîne. Ji bilî wateyên ferhengî wateyên nû li peyvan zêde dike û pêkhateyên hevokê bi awayekî hevaheng di nav qaîdeyên giştî yên zimên de bi cih dike. Helbestkar wekî zanyarekî/e ku tiştekî nû dahêne (îcad bike), ji peyvên nû yên resen zimanê helbestê diafirîne. Ev îcadeke nû ye e û îcad jî yekta ye, ango resen e. Ji van îcadên helbestvan re ‘nima’ tê gotin. Ristina helbestek bê nima ne pêkan e. Nima; nîgaş, nîgarî û sêwirandina bûyer û xisletên helbestkar e ku di parzûnka hişê xwe de dibîne, ji nû ve diafirîne û vediguhezê helbestê. Helbestkarê/a ku di helbesta xwe de bi awayekî serketî nimayên resen derdibîre, taybetmendiya afirandineke hunerî ya resen jî derdixe holê. Dema ku di helbestê de wêne, nîgaş û nîgariyên nimayê bi wateya rastîn re tên berawirdkirin, bêtir wateyên xaze derdikevin holê. Wateya metafor/mecaz, bi dûrxistina wateya rastîn re wateyeke nû dide peyvê. Metafor û hunera wêjeyî ya ku derfetê dide helbestkar û xeyal û cîhana wî/wê ya razber vediguhêze ristên helbestê, wêneyekî din derdixe holê.
Ligel her tiştî; ji bilî ziman tu amûreke din a ku helbestkar bikare hestên xwe derbibîre û helbesta xwe bi rism û remizên bedew bihûne nîn e. Ji bo wê jî pêwîst e ku wateyên nû li peyvên zimên zêde bike da ku bikare di helbestê de wateyên nû biafirîne. Loma jî ziman ji bo helbestkar mîna kanzayeke/madeneke xam e. Ew kanzaya xam û dewlemend a ku her gav li bende bikaranîn, nexşandin û biriqandinê ye.
Bêguman tiştê ku helbestê û berhemên edebî pêk tîne ziman e; belê ziman jî bi saya helbestê û berhemên edebî xweştir û dewlemendtir dibe.