Mirov wekî heyînekî/e civakî, hebûna xwe bi rêya ragihandinê didomîne. Ragihandin bi derbirina devkî tenê nayê sînordarkirin; herwiha mirov hest, hizir û firûza xwe bi rêya nîşaneyên bedenê yên wekî liv û tevgerên rû, helwest û têkiliya çavan re jî vedibêjin.
Em dixwazin di vê gotarê dê hinekî li ser pênaseya zimanê bedenê, erk, pêşveçûna wî ya dîrokî û rola wî ya di têkiliyên mirovan de, cudahiyên çandî, aliyên derûnî û girîngiya bikaranîna zimanê bedenê ya di cîhana nûjen de, rawestin.
Ragihandina bêdeng û bêaxaftin a ku wekî zimanê bedenê (laş) tê zanîn, yek ji hêmanên herî bingehîn ê jiyana civakî ye. Gelek civaknas û lêkolînerên cîhanê jî vê yekê diselmînin ku peyv tenê ji sedî 10-15 bandora ragihandina navbera kesan pêk tîne, bandora mayî jî bi riya deng û zimanê bedenê pêk tê. Ev dane û lêkolîn jî bi awayekî zanistî girîngiya zimanê bedenê ya ku bi têkiliyên mirovan re pêk tê, piştrast dikin. Zimanê bedenê/laş şêweyekî ragihandinê ye ku nîşandekên rû, helwest, têkilî, dûrî, nêzîkî, tevgerên çavan û asta deng di xwe de dihewîne da ku takekes hest û ramanê xwe bi awayekî bêdeng derbibire. Gelek zimanzan û derûnnasên cîhanê jî zimanê bedenê wekî qadeke şêweyên peyamên bêaxaftinê bi berfirehî pênase dikin ku di têkiliyên navbera mirovan de roleke girîng pêktîne. Derbirina rû, rasterast derbirina hest û hizirên mirov nîşan dide. Derbirîna wekî ken, rûçikandin û piçandina çavên mirov, cîhana mirov a hundirîn aşkera dike. Tevger û bizavên rû, dest, zend, mil û serî ji bo piştgiriya ragihandinê gelek peyamên girîng di xwe de dihewînin. Bertek û helwesta rabûn û rûniştinê, arasteyiya laş, têkilya dûrbûn û nêzîkbûna takekes nîşan didin. Liv û bizavên çav, wek nîşana bawerî, dilsozî û eleqeya jidil a ragihandinê tê hesibandin. Reftarên dûrbûnê, yên bikaranîna qada kesane tercîha kesekî/ê ya bidûrketina ji civakê nîşan dide. Reftarên wekî destdayîn, hembêzkirin û mildayînê jî nêzîkbûn û parvekirina hestyarî nîşan dide. Hêmanên paralîngûîstîk ên wekî asta deng, lez, bez û rawestan jî wekî beşeke ji zimanê laş tê hesibandin.
Zimanê laş di dîroka mirovahiyê de. Yek ji kevintirîn awayên ragihandinê ye. Berî pêşketina nivîsandin û ziman, mirovan bi rêya liv, bizav û derbirîna rû û asta deng danûstandin dikirin. Li gor pêşketina derûnnasiyê, liv û bizavên rû ji bo parastin û mayîndebûna jiyanê wekî bertek dihat bikakranîn. Di hunera retorîkê (xweşbêjiyê) ya serdemên berê de li Yewnana kevnar, liv û bizavên dest, rû û laş şêwazeke yekgirtî ya ragihandina navbera mirovan a bivênevê bû. Fonksiyona zimanê laş di têkiliyên mirovan de roleke girîng pêktîne. Di serdema navîn de, tevgerên sembolîk ên laş di merasimên olî de wateyên pîroz hilgirtine. Îro jî, derûnnasî, civaknasî û zanyariya ragihandinê li gor rêbazên zanistî li ser zimanê bedenê lêkolîn kirine û fonksiyona wî di têkiliyên mirovan de bi awayekî aşkere zelaltir kirine. Zimanê laş di têkiliyên navbera mirovan de gelek erkên cuda pêk tîne. Ev erk, çawanî, çendanî, kûrahî û bandorkeriya ragihandinê diyar dike. Zimanê laş piştgiriyê dide danûstandina devkî û wateyê xurtir dike. Carinan zimanê laş bi tena serê xwe peyamekê dide. Bo nimûne; bişîrîna mirov tê wateya kêfxweşiyê; belê mirûzkirina mirov tê wateya xemgîniyê. Hest û hizirên ku bi gotinan nayên derbirin, bi kenewerî, girî an jî tevgerên bedenê têne nîşandan. Di ragihandinê de awirên çav an jî aliyê nihêrînê gelek peyamên girîng didin kesên pêşberî mirov.
Zimanê bedenê hem ewlemendî û dilsoziya mirov û hem jî bêbawerî û bêdiliya mirov aşkera dike. Reftar û tevgerên laş, helwesteke dostane, alîkarî, destdayîn û baweriya navbera mirovan xurtir dike. Dibe ku hin caran zimanê bedenê û gotina mirov hevdû negirin. Lewre ziman tiştekî dibêje belê zimanê laş tiştekî din dibêje. Ev nakokî dibe sedema dudilî û bêewlehiyê. Wekî mînak; heke mirovek ji kesê/a pêşberî xwe re bibêje “Ez bi dîtina te pir kêfxweş bûm” belê mirûzê xwe bike, dê nejidilbûna wî/wê ji aliyê kesên pêşberî wî/wê ve wê gavê were famkirin. Ev jî têkilya navbera mirovan dikuncirîne. Di vê çarçoveyê de, zimanê bedenê tenê ne nîşaneya ragihandinê ye, heman demê rewşa derûniya mirov jî derpêş dike.
Zimanê bedenê, gerdûnî ye, belê gelek cudahiyên çandî jî di xwe de dihewîne. Lêkolîn û dahûranên zanistî jî nîşan didin ku liv û bizavên rû û reftarên mirovan ên bingehîn (kêfxweşî, aramî, hezkirin, rêzdarî, hêrs, xemgînî, tirs, fikar, şaşwazî, nifrîn û hwd.) gerdûnî ne, belê tevgerên wan li gor çanda wan diguherin. Bo nimûne; di çanda japoniyan de awirên çavan wekî nihêrîneke rasterast tê dîtin, belê di çanda rojavayiyan de wekî nîşana baweriyê tê hesibandin. Herwiha di çanda civakên Derayaya Spî de hemêzkirin û destdayîna mirovan wekî tiştekî asayî tê dîtin, belê di çanda wropiyan de mesafeya şexsî hê meqbûltir tê pejirandin.
Derûnnasî jî zimanê bedenê wekî derbirina pêvajoyên hişmendî û nehişmendiyê dinirxîne. Wekî din jî, zimanê bedenê rewşa derûniya mirov nîşan dide. Kesên xemgîn û bifikar pirî caran destên xwe di hev didin û lingên xwe dihejînin. Kesên bêhnteng bi gelemperî diranên xwe diqirçînin, pişta xwe xûz dikin û lêvên xwe dicûn. Kesên jixwebawer, serê xwe çik radikin û bêfikar dimeşin. Her çiqas li welatên rojava bilindkirina tiliya girdê wateyeke erênî hildigire jî, li hin welatên Rojhilata Navîn ew wekî carisiyê tê famkirin. Ji ber vê yekê, di cîhaneke gloverbûyî de, hişmendiya zimanê bedenê hem di têkiliyên civakî yên rojane de û hem jî di têkiliyên navneteweyî de roleke girîng dilîze.
Zimanê bedenê di her qadên jiyana rojane de bi awayekî çalak tê bikaranîn. Di têkiliyên malbatî de, hemêzkirina zarokan a ji aliyê dê û bavên wan hestên wan ên ewlehiyê xurtir dike. Reftarên wekî awirên çavan û destgirtineke germ û jidil nêzîkbûna wan a hestyarî zêdetir dike. Di perwerdehiyê de ken û bişîrîna mamosteyekî/ê fêrbûna xwendekarên wî/wê hêsantir dike.Di hevdîtinên kar û karsaziyê de, zimanê bedenê ji gotinên devkî bi bandortir e. Rawestana çik sekinandî û axaftina bi dengekî xurt û jidil ewlehiyê dide mirovan. Di ramyariyê de jî bizav û şêwaza axaftinê ya serokê/a partiyekê bandoreke mezin li ser têgihîştina raya giştî dike.
Zimanê bedenê di têkiliya mirovan de yek ji amûrên naxuyê lê belê herî bihêz e. Ew çawaniya ragihandinê baştir dike, hest û ramana mirovan aşkeretir, bawerî û xwebaweriya wan xurtir dike. Encamên zanistî jî nîşan didin ku zimanê bedenê tenê ne di pêvajoya ragihandinê de, heman demê ji hêla çandî, civakî û derûnî ve jî hêmanek diyarker e. Îro, bikaranîna zimanê bedenê ya bi awayekî rast û durist hem di ragihandineke birêûpêk de û hem di têkiliyên takekesî û civakî de faktoreke pir girîng û pêdiviyeke çarenîn e. Têgihîştina zimanê bedenê di têkiliyên mirovan de hem dike ku mirov hevdu çêtir fêhm bikin, hem jî neçar dihêle ku dev û dilê wan yek be û bi dirustî tev bigerin.
Ji ber vê yekê, pêşxistina hişmendiya zimanê bedenê di her warî de, ji perwerdehiyê bigirin heta jiyana karsaziyê, ji ramyariyê bigirin heta ramanwewriyê, ji têkiliyên malbatî bigirin heta têkiliyên civakî, çendanî û çawaniya ragihandina neteweyî û naneteweyî pêş ve dixe û di têkiliyên navbera mirovan de hevxemiyê pêk tîne.