12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman welat û nasname ye

Dijminê ku dilê wan bi kaviran barkirî, ne tenê mirovan, xweza, ax, av û hewa Kurdistanê jî tune dikin. Divê rewşenbîrîya Kurd, dev ji gotinên “bêterefî, bêalîtî” berdin û bikaribe wêjeya Kurd, bike akademiya siyasî.

Ziman welat e. nasname ye. Nasname mala hebûna mirov e. Mirov bi ziman dibe mirov û bi erdnîgariya xwe dibe civak. Sed sal in erdnîgariya Kurdistanê hatiye dagirkirin. Zimanê Kurdî, hebûna Kurd, erdnîgariya Kurd tê înkarkirin. Rewşek kambax û bûyerên drametîk hene. Cîhan jî naxwaze rastiya gelê Kurd û bûyerên drametîk bibîne. Aksiyon heye û divê nivîskarên Kurd, enetelekktueliya Kurd vê aksiyonê formule bikin. Feylesofên kevin û nû yên cîhanê, di gotina; “Bingeha çanda mirov û civakan, ziman e” de hemfikirin. Dibêjin, “Eger civakek zimanê xwe xwedî neke û xurt neke, wê bibe dilgirtiyên çandên din.” Yanî ziman, di hişmendiya civakbûnê de bingeh e. Erdgnigarî jî çavkaniya ziman û çandê ye.

Hêz-fonksiyona nivîskarên Kurd heye û dikarin aksiyonê formule bikin.

Li hemberî rastiya hemû feylesof û zimanzanên cîhanê, bextreşê Ziya Gokalp, tezeke din avêtiye hole û bi hişmendiya paşayên Ittihat û Terakî, ku dixwestin û dixwazin “Milletekî nû yê tirk, bi sistema dewşirmetiyê ava bikin; dibêje; “Ji bo milletekî, nifş, erdnîgarî, siyasî, îrade ne şert e. Eger mirov, bi ol, ahlakî û bediiyat, (estetik, zanist û huner) hevgirtî be û heman terbiye standibe, dibe millet.” Z. Gokalp, ziman, wêje, çand û erdnîgariyê esas nagire, armanca wî jî avakirina hegemonya zorê ye. Ji îdeolojî bêhtir zorê esas digire. Di encamê de gel hatin qirkirin, dewletek ji demokrasiyê dûr hate avakirin. Înkar û tunekirin esas hate girtin. Ziman, wêje û çand hatin qedexekirin.

Serdemek zorê bû, dewşîrmeyên ne xwedî ziman, çand û erdnîgari, Anatolya û Kurdistan dagir kirin, gel jî bi siyaseta înkar û zorê kirin kole. Sîstema devşirmetiyê ferz kirin. Ya balkêş ew e ku, piştî dewleta Enqerê hate avakirin, ji bo “zimanekî hevgirtî”, Mustafa Kemal gav avêt û pirtûka mezin a demagojî, reklam û dezenformasyonê hate nivîsandin. Divê em vê pirtûka ku bûye nasnameya dewleta “tekelîstan”, ne ji pêş ve, ji paş ve bixwênin.

Sahîh e ku mîratzadeyên Îttîhat û Terakî û şopdarên hişmendiya saqit ya Z. Gokalp, di nava sed salî de, milletekî dînazor avakirin. Ev dînazor jî sed sal in, dixwazin gelê Kurd qirbikin, lê nikarîbûn gelê Kurd ji nirxên nifşên hezar salan qut bikin. Vê jî da xuyakirin ku redkirin û înkara dîrok, ziman û nasnameya gelan nabê bingeha kelihan. Kelihên bi vî rengî nabin “stana” jiyanek nû, lê dibine zindana civakan.

Paradoks û handîkapa Tirkiyê ji vir tê. Ziman, bingeha avakirina çanda civakan e. Çand jî di jiyana rojane û berdewamî de bingeha ahlak, huner û wêjeyî ye. Wêje û huner, reng dide civakan. Ev rengê hişmendiyê ye û di her cure têkiliyên civakî de, di mimari û toreyan de, di bazirganî û danûstandinên rojane de tê dîtin.

Ziman têkiliya navbera mirovan û nifşan e. Yanî têkiliya pitirpêr, pêr û doh, doh û îro ye. Hemberî ku dijmin, zimanê nivîskî, siyasî, sazîbûn li gelê Kurd qedexe kirin jî, piştî têkoşîna çekdarî, di demek kin de, (mifşek) nivîskarên Kurd derkete hole û merhaleyek mezin bidestxistin. Di her alî de, berhem afirandin. Wêje, helbest, teatro, sineme, felsefe, dîrok û di vakirina saziyan de gavên mezin avêtin.

Kemasiyek heye û divê werê safîkirin. Ev jî yekbûna “alfabe” ye. Di aliyê axaftin û ragihandinên bi zaravayên zimanê Kurdî, pirsgirêk nine. Amurên ragihandinê, tevgera civakî û siyasî, sinorên di beden û mêjiyê mirovan de hatibûn danîn ji hole rakirin. Dîse jî wêraniya bi riya şer û jeneratorên derew, dezenformasyon û fitnê dewam dikin. Wêraniya li welat tê kirin, mixabin bandore li “Kurdistana derveyî welat-Ewropa” jî dike: Ev jî bûye sedem ku “kas”t werin avakirin. Ev “kast” jî, di du aliyan de derdikevine pêş; yek “bêalîtî” ye, du îdeolojîk e. Bêalîtî, berhemê dijmin e, berjewendî ne. Ideolojîk jî şikestîka hundir e. Di her mercî de, şer û aştî di navahev de heye. “Bêalîtiya nivîskar û rewşenbîr” jî, derdikeve pêş. Ev “felcbûnekê” derdixe holê. Gotina “felcbûn”ê ne ez, hemû sosyolog bikartînin. Her du alî zaafiyet in! Wêjêvanên Kurd, ji berdêla ku wêjeyê bikin akademiya siyasetê, ew bixwe dikevine bin şemsiyeya siyasetê. Ne wêje, siyaset serdest e!

Du mînakên balkêş hene. Dive nivîskar wan mînakan esas bigirin. Li bakur Musa Anter, li herêma Başûrê Kurdistanê Şerko Bêkes!… Her du kesayet, referansa me ne û şûjina çavên dijmin in.

Divê sedema parçebûn û belabûna întelîjansiya Kurd jî were lêkolîn kirin. Li gorî min; divê rewşenbîrîya Kurd, dev ji gotinên “bêterefî, bêalîtî” berdin û bikaribe wêjeya Kurd, bike akademiya siyasî. Ev jî xurtkirina pratîkê dibe û dikare bibe otorîte. Pirs li ku hebe, dive nivîskar û intelîjansiya, ji bo bersiva van pirsan bikevin nava tevgerê. Çi di aliyê fesefî de, çi di aliyê wêjeyî de bersiva wan pirsan bibîne.

Divê her kes baş zanibe, dilê dijminên gelê kurd, bi kaviran barkirî ye.

Di van rojan de, dijminê ku dilê wan bi kaviran barkirî, êrîşên xwe dijwar kirine; karker, rêveberên saziyên wêjeyî, mamoste, rojnamevan, muzisyen û xwediyê dikanên pirtûkan, ciwanên li kolanan stranên kurdî bi dengekî hêdî dilorinin û fîqêna lorîkî dikin, digirin. Ev jî dide xuya kirin ku ne “bêalîtî” macburiyeta alîgî heye. Ev mecburiyet jî, di wateya “ziman welat e, welat ziman e” de derdikevê pêş. Di sed salên dagirkirî de, ne ziman hebû ne wêje… Naxwe û pêwiste, ji her kesî bêhtir, nivîskar, li dijî hêzên dagirker, li dijî hişmendiya darbekar, berjewendîparêz û xapînok, şerê gotinê bikin.

Dijminê ku dilê wan bi kaviran barkirî, ne tenê mirovan, xweza, ax, av û hewa Kurdistanê jî tune dikin. Pirraniya nivîsên di medya Kurd de cih digirin bi paradoks in! Divê nivîs û vegotin, bi taybetî yên li ser ziman, bi gewde bin, bi giyan û mêjî bin. Ziman, bi sazî û dezgehan, bi arşîvên belgeyî, nivîskariya pircûreyî, bi nirxandinên felsefî dikare bibe welat. Her nivîskar hêzek ji zimanê dayikê ye, welat e, saziyek e! Ji bo vê jî, divê encama nivîsan, a axaftinan bi cewher bin. Nivîskar jî weke karakterekî, weke lehengekî civaka xwe derbikevê pêş. Bi taybetî di pirtûkan de. Ji ber ku karakterên nivîskaran tenê li welat namînin, digerin, diçine welatên cûda, bi mirovan re, bi civakan rem cîhanê re têkiliyan datînin, di aliyê wêjeyî, çandî, erdnîgarî, dîrokî, helbest, muzîk û siyasî de diaxivin, nîqaşan dikin. Ev jî dibe sedema vekirina asoyên nû. Hingî di ziman de jî, wê îmajên nû derkevin hole.

Rast e, nivîskarên Kurd, perwerdehiya xwe bi zimanê dayikê nadîtine, (herêma Başûr ne di nav de) ev aliyê wan yê bêşans e. Lê şansa wan a mezin ew e ku, dayika her nivîskarê Kurd, helbestvan e, stranbêjek e, çîrokbêjek e û xwedî serpêhatiyên ku weke xelekên dîrokê, yan jî bi gotinek kurmanci, weke libên tizbihê darvedikin e… Ya herî giring jî ew e ku her dayika Kurd, parastvana ekolejîyê ye. Eger çîrokbejiya dayikên Kurd, ne “best-seller” jî bin, “mislî harîka, mislî şahane” ne, hem di aliyê cografîk û xwezayî de, hem di aliyê çîrokên travel û novella de, dabaşên mîtolojîk û dîroka rojane de giring in. Li xaka Kurdistanê, dewletên tempon, “xulqet-î ucube” ne û bi pirsgirêkên felaketî dagirtî hatin avakirin, ev felaket jî dewam dikin. Her çîrok û serpêhatiya dayikan, parçeyên van felaketan e.

Em dikarin bêjin û rast e; mamostahiya dayikên Kurd, ji mamostahiya dayikên cîhanê cûda ye… Ji bo vê jî, divê nivîskarên kurd, kişûmat, kiryarên dewletên tempon ku li ser xaka Kurdistanê hatine avakirin, weke nivîskarê Yewnanî Dîdo Sotîrî, bi zimanê gel û dewlemendiya ferhenga Kurdî, kumê wan li wan bikin bela.

Ez ê mînakek din bidim: Albay Rewlinson, efserekî Ingilîz e, ji bo kontrola bêçekkirina artêşa Osmanli 2 caran diçe Erziromê. Her du serdem jî destpêk û pêkanîna Kongreya Erziromê ye. Ev zabit, ji desthilatdariya xwe re raporan dişîne û di raporekê de dibêje, “Paşayên Osmani qet ji hêzên Yewnanî natirsin, wan hesab nakin. Tirsa wan Kurd in, lê Kurd razî kirine, Kurd jî piştgiriya paşayên Osmanî dikin.” Vêce; Hiseynê Ferho jî, di bîranînên li Zindana Xarpêtê (1914-1920) de dibêje, “Ji bilî Halid Paşayê Cibranî û çend kesên weke Ehmed Xaki, hemû paşayên Kurdan, aşiqê paşayên Osmanî ne.” Divê nivîskar û întalîjansiya Kurd, hem bibin wêjevan, hem bibin dîrokzan, hem bibin diplomat û hem diroka gelê Kurd û dîroka dijmin baş zanibin û bi tu awateyî, bi tu rengî nebin alîgirên dewletên tempon û sîstema mîratzadeyên dewşîrme. Tu behane vê şaşîtiyê mubah nabîne û meşrû nake.

Nivîskar, bi berhemên xwe mayinde dibe. Mayindebûn jî, di mantiqê bikaranîna ziman û zanistê de ye. Divê nivîskar, ji populîzmê durbikeve, bibe şervanê ziman û welat!… Welat jî dişewite! Bêguman dilê her nivîskarî di nava vî agirî de ye.

Di rojên dawî de, (24-25ê Ilonê) 33 kesên xwedî tîtra wejeyî hatin destgîrkirin. Ev mirov teva di hişmendiya berpirstiyê de bûn; li dijî polîtîqeya bi bûyerên trajîk dewam dikin, di xeta zanistî û demokratîk de têdikoşiyan. Ya rastî têkoşîna her Kurdî, li kijan qadê dibe û di kîjan mercî de dibe demokratîk e û meşrû ye.

Ez hinekî vekim: Li cîhanê, di azmuneya mirovaniyê de, du rê hene; Yek, evina bi evinê re… Yek jî têkoşîna ji bo evînê ye!… Her du rê jî, têkildarî zanist, biryar û pratîzekirinê ne. Mixabin, ev rê, li ber gelê Kurd hatine girtin. Qedexe heye, riya xeyalkirina zanist û zanyariya jî qedexe ye… Nivîsên bi kurdî, eger li ser kêlên goran jî hebe, dibe sedema xerakirina gor û gorîstanan…

Ji bo Kurdan biryar û pratîk şertê nebê nabê ye û divê piralî şer bikin. Ji xwe jiyan jî, mirov jî ked û şer e. Jiyan, bê têkoşînê xweş nabe, mirov jî bê têkoşîn û ked azad û aram nabe.

John Buchan jî, têkildarî vê dabaşa me mînakek balkeş dide. Buchan, piştî walîtiya li Kanada, rojnamevaniyê dike û pirtûkên polîsîye dinivse. Pirtûka wî ya “Sih û Neh Gav”, li Tirkiyê jî hatiye çapkirin, behsa Tirkan jî dike. Dibêje “turk-î turan û turk-î îslam”, yek in û panturkîst’în, “hirqe-î kesk” li xwe kirine, zaningehên li Tirkiyê jî wan destek dikin. Ew ê bibin jehra herî dijwar a gelên li Rojhilata Navîn. Îro em vê rewşa ku hin ji entelektuelê bi vijdan yên Tirk jî, rewşa îro li Tirkiyê weke, “fitneya dewletî” û “teoriya qelaç-gundîkî” binav dikin.

Di encama siyaseta sed salî ya “hirqe-î kesk” de, jiyanek dîlgirtî û du cure mirov derketine hole. Yek cure mirov mirî dijîn. Ev mirov xwedî ruhekî kole-çaker in, rîtalê maddî ne, qepalê bê hiş û palêsê devê deriyan e!… Bi gotina Freud, “li vê jiyanê, otoriteyek ne ewle û dirû heye.” Di baskê duyemînde, mirovên leheng hene, bi îrade ne, evîndarê edalet, demokrasî û azadiyê ne… Bi gotina Freud, “zerafeta aqil û otoriteyek ku nirxekî giranbiha dide, epîstomolojî, (1) ejiptomolojî (2) û fîlolojî (3)” heye. Ev jî hêdî hêdî dibe estetîka sedsalî!…

Nivîskar, endesyarê avakirina hêvîyan e. Ji bo vê jî dive hêvî û bêhêvîtiyê baş nas bike, zimanê diyalektîka serdemê zemt bike û bibê berdevkê serdemê. Eger nivîskar, hêvî û bêhêvitiyê ji hev dernexe, di xeteke zirav de, wê bikevê xefka “eksantrik” a ku dijmin ava kiriye. Hingî wê di wêjeya kurdî de bingeha “kiyametullah” û polemîkên navbera estetîk û kufurbazîyê ava bike. Kufurbazî kurmê nexweşiyan e, tirsa ji rastiyan e!

Kiyametullah, navên qirkirina civakên Misilman e… Miratzadeyên Îttîhat û Terakî, sed sal in bi navê Îslam û Xwedê êrîşî Kurdên misilman dikin. Giring e ku nivîskarên Kurd, “zimanê welat û welatê ziman” bikarbînin û ji bilî vê jî, ti hişmendiyê nekin referans.

Li gorî Freud, “eger zimanê nivîskî, bi beden bibe, bi mêjî, çav û gav dibe, ji amurê têkiliyan derdikevê, dibe welat, dibê nasname.”

1-Epîstomolojî: Aqilê têgihiştî di aliyê epic û lojîk de ye

2-Fîlolojî: Zanista ziman

3-Ejiptomolojî: Zanista dîrokî û arkeolojik.