12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman, wêje û nivîskariya Burhan Sonmez

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de, li ser zimanê romannûsiya Burhan Sonmez û romana wî ya bi kurdî û tirkî hatiye nivîsîn, yanî li ser romana wî ya bi navê “Evîndarên Franz K.”yê hin ramanên xwe binivîsim.

Li ser têkiliya ziman û wêjeyê gengeşeyên cuda cuda hene. Wek mînak kesên netewperwer û dijkolonîst in, dibêjin ku tu bi zimanê kîjan netewê binivîsî tu xizmeta çand û wêjeya wê netewê dikî.

An ku berhemên te dibin berhemên wêjeyî yên zimanê ku tu pê dinivîsî. Lê kesên ku îdeolojiyê (bîrdoziyê wek wekheviya umetê an wekheviya gelan) derdixin pêş dibêjin ku ziman bes alavê ragihandinê ye, ya girîng derbirîna îdeolojiyê ye.

Min vê romanê çend roj bere xwend. Çîroka vê romanê li bajarê Berlînê derbas dibe. Her wisa çend roj berê Festîvala Wêjeyê ya bi navê “Dengê min tê te?” li Literatur Hausa Berlînê hat li darxistin.

Organîzator û pêşkêşvanê vê Festîvala Wêjeyê dostê min û edîtorê kovara Wêje û Rexneyê ku me bi hev ra derdisxist, Dawid Yeşilmen bû. Dema ku Burhan Sonmez dest bi axaftina xwe ya bi navê “Banga malê, Banga Zimên” kir, di silavdayîna beşdaran da, wiha got: “Merheba hevalên hêja, hevalên ezîz; hûn hemû bi xêr hatin, merheba sefîrên gelê bê dewlet!” Bi rastî peyvên wî yên dawî “… sefîrên gelê bê dewlet!” li rewşa beşdaran pir hatibû. Wek mînak di nava dostên ku beşdar bûne da, kesek wek Dr. Zerdeş Haco, Serokê Rûmetê yê PENa Kurd, jî hebû ku bi taybetî ev wesif yanî sefîrtiya gelê bêdewlet, yanî gelê kurd, li wî dihat.

Dema meriv li axatina Burhan Sonmez guhdarî dike, bi wî re ji Haymanayê ber bi Cambridgeê ve dibe şahidê rêwîtiyeka sirgûnê ku wî tu carî li sirgûnê jî şîrê dayika (Kurdistan) xwe û zimanê wê ji bîr nekiriye. Ew kite bi kite nostosa xwe ya ber bi malê ve tîne zimên. Ji pêwendiyên xwe yên bi PENa navneteweyî bigire heta bigihîje Yaşar Kemal, hemûyan yek bi yek li ser evîndariya xwe ya zimanê kurdî tîne zimên. Kesên wek Yaşar Kemal û Yilmaz Guney ku nikaribûne hunera xwe bi zimanê kurdî bikin jî dispêre bêderfetiyê û dibêje ku her kurd divê fêrê kurdî bibe.

Sonmez di axaftina xwe da cihek taybet da wergera romana “Masumlar” a ku bi navê “Hespên Reş Bayên Sorgevez” ji alîyê Xelîl Semedî ve bo kurdî hatiye wergerandin. Min bes wergera kurdî ya vê romanê xwend. Wisa bi ruh û çanda kurdî hatiye nivîsîn meriv dizane ku çîrok ji dayikek kurd hatiye bihîstin. Bi tevî pêşeka ku Pakize Barişta û paşeka ku Omer Turkeş nivîsiye ji 18 beşan pêk tê. Di pêşekê da Pakize Barişta wiha dinivîse: “Ji nav romanên ku min di demên dawî da xwendine, Hespên Reş Bayên Sorgevez romana herî tîr û xwerû ye. Zimanê wê zelal û pak e. Remz û nîqaş, mîna şaxên lavlavkê bi hev re bûne yekbeden. Carinan ziman nagihîje vegotinên wî. Carinan jî vegotina wî nagihîje zimanê wî yê edebî ku wî ew bi dilnizmî ava kiriye…” Di paşekê da Omer Turkeş wiha dinivîse:“Çi di rabirdûyê de be, çi di dema niha da be, Sonmez di herdu deman de jî heqê demê, mekên, heqê merivên di wan dem û mekanan da jiyayî, heqê meseleyan daye. Di vê romanê de, vegotineka gelekî ekonomik ceribandiye û bi ser ketiye. Bêguman ev roman di kariyera Sonmez de qozîberek e ku bi kurteçîrokên ku hev du temam dikin, bi hilbijartina kesan, bi referansên bo metnin din, bi amajekirinên kurt, romaneka vekirî ye der barê meriv, jiyan û hêviyê de.”

Romana bi navê “Evîndarên Franz K.”yê gelek deng veda. Di vê romanê de, serboriyên cihêreng ên kesayetên xwedî nasnameyên dureh, sûretên kevn û nû yên bajarên Stenbol, Paris û Berlinê, çîrokên şer û qeyranên siyasî û evîna Ferdy û Amalyayê tev li dora bûyereka kuştinê pêrgî hev dibin.

Sonmez ji bergehên cuda evîndariya ji bo Franz Kafka dinirxîne, paradoksa dilsozî û dostaniyê û azweriya navdarî û nemirbûnê rûberî hev dike. “Evîndarên Franz K.” Çîroka xwe bi diyalogan vedibêje û bi paratekstan jî dupat dike û bi vê taybetmendiya xwe jî azmûneke cihêreng a xwendinê pêşkêşê romana kurdî dike.

Ez dixwazim nivîsa xwe bi pirsa dawîn a hevpeyvîna Behice Feride Demirê ku bi Burhan Sonmez re kiriye bi dawî bikim:

Pirs: “Yekem berhema we ya bi kurdî “Evîndarên Franz K.” ye. Berhemên we yên din jî dizanim. Lê bi qasî rastî rexneya xwîneran jî têm ku di tirkiya wê de behsa wergerê nake yanî behsa kurdîbûna wê nake. Ji bo kurdî romanên bi ev cure mijarên cîhanî çiqasî girîng in? Bi ya min kurd êdî ji vir wiha wê li hêviya kitabên we yên bi kurdî jî bin. Çima wergera Evîndarên Franz K. ji bo tirkî ewqasî ecele kirin? Di hevpeyvîneke we de, we gotibû ku nivîs ji bo weşanxaneyê hatiye şandin ku ev kitêb ji kurdî hatiye wergerandin. Çima ev tişta han nehatiye kirin?”

Bersiv: “Dema ku min ev roman bi kurdî çap kir, min di hevpeyvînên xwe de aşkere kir ku min versiyona wê ya tirkî jî nivîsiye. Ji ber ku ez bikaribim bi her du zimanan biaxifim, min xwest bi her du zimanan binivîsim. Ji ber vê yekê hewcedariya min bi wergerê tunebû. Zimanê min ê sereke di jiyana rojane de îngilîzî ye. Ez li Brîtanyayê dijîm, ez li wir dixebitim û hemû axaftinên xwe bi îngilîzî dikim.

Xeyala min ev e ku ez romana xwe ya nû bi sê zimanan; kurdî, tirkî û îngilîzî binivîsim. Bo nimûne Samuel Beckett, xwediyê Xelata Nobelê, çend pirtûkên xwe bi her du zimanan, îngilîzî û frensî nivîsandiye. Li vir mijara sereke çi ye? Ji bo min mijara sereke, vegera malê, vegera zimanê dayikê bû.

Ez bi wî awayî li van salên xwe vedigerim zimanê zikmakî, lê belkî nivîskarên din ên kurd dikarin ji vegerê re rêyeke din tercîh bikin. Ferq nake. Mebest ew e ku, hûn li kîjan rêyê bimeşin jî di dawiyê de bigihîjin malê, zimanê zikmakî, ku ew ji bo min zimanê kurdî ye.” (Rûpel TV)