Ji do heta îro li ser mijara zimên gelek, lêkolîn, dahûran û nirxandinên cûr bi cûr hatine kirin û der barê pirsa “ziman çi ye” de gelek bersiv û pênaseyên cuda hatine dayîn. Li gor hin pênaseyên nû yên zanista ziman, wekî avahiya madî ya raman û hişmendiya neteweyî hatiye dîtin. Bêşik hêmana bingehîn û girîng a ku neteweyekê dike netewe, ziman e.
Gelek zimanzan, zimanê axaftinê wekî zimanê newteweyekê yê têkiliyên rojane ku dûrî zimanê nivîsandinê ye û zimanê nivîskî jî wekî zimanê fermî yê ku çand, huner wêje û şehadeyên neteweyî veduguhêzin pêşerojê, pênase dikin. Hişmendiya neteweyî jî diyardeyeke civakî ye ku bi ziman re hebûna xwe didomîne. Lewre ne pêkan e ku tu netewe bêyî ziman û tu ziman jî bêyî neteweyê hebûna xwe bidomîne. Girîngî û çalakiya berhemdariya mirov a civakî hem ziman û hem jî raman afirandiye û pêş xistiye. Lewre ziman berdevkê ragîhandina ramana neteweyî û ramana neteweyî jî ronîkirina rastiya tişteyî/camidî ye.
Amûra herî kartêker û xwezayî ya ku her gav di navbera mirovan de danûstendineke bi rêk û pêk, pêk tîne, zimanê neteweyî ye. Zimanê neteweyî, çendî ku wekî hebûneke candar a ku di çarçoveya zagonên xwe de hebûna xwe didomîne û pêş dikeve were dîtin jî, ew wekî asêgeheke asê û saziyeke civakî û komelayetî ye ku hemû nirx û hêjahiyên neteweyî yên hevpar diparêze. Zimanê neteweyî yê ku ji dengan pêk tê çiqas xwediyê avahiyeke zexm û tebût be, dê ewqas jî xwediyê pergaleke birêkûpêk be û dê peymanên veşartî û nirxên kevnare yên dahatûya neteweyekê jî ew qasî veguhêze pêşerojê. Ziman yek ji hêmanên bingehîn e ku neteweyekê dike netewe. Netewe, ji civaka ku ji mirovên bi heman zimanî diaxivin pêk tê. Wekî ku helbestvan û ramanwerê elman Goethe jî dibêje; “Ziman nîvê neteweyekê ye” Rast e. Ji ber ku taybetiyên xweser ên neteweyekê di ziman de dihewin, ziman hem nîvê neteweyekê û hem jî awêneya taybetmendiyên dîrokî yên neteweyekê ye. Çawa ku neteweyeke bêziman ne pêkan e; zimanekî bênetewe jî ne pêkan e. Herdu hêman hem hevdû diyar dikin û hem hevdû temam dikin. Parastina zimanê neteweyekê tê wateya parastin û zindîkirina taybetmendiyên neteweyê yên wekî kevneşopî, dab, gerdîş, çand û şaristaniyê jî. Ji bo vê jî hewce ye ku pêşî zimanê neteweyî baş bê bikaranîn, pêşxistin û dewlemendkirin.
Li aliyê din jî ziman tenê ne berhema gelekî an neteweyekê ye. Heman gavê mîrateya mirovahiyê ya dîrokî ye. Her çendî ku ziman bi demê re diguhere û gav bi gav dewlemendtir dibe jî, bi taybetî bi saya pêşketinên teknîkî û avahîya xwe li seranserê welêt û çînên cuda yên civakî her gav wek xwe dimîne. Hemû endamên neteweyekê, çîna wan çi dibe bila bibe, heman zimanî bi kar tînin. Belê her çîn jî ji bo berjewendiya xwe vî zimanê hevpar bi kar tînin. Ji ber ku endamên heman neteweyê bi heman zimanî diaxivin, bi heman zimanî têkiliyê datînin û bi heman zimanê danûstendinê dikin, hêzên serdest û desthilatdar ji bo tunekirina her neteweyekê hewl ddidn ku zimanê wan ji holê rakin û zimanê netewedewletê li ser wan bidin ferzkirin. Ji ber vê yekê “bîşaftina zimanî” her gav wekî cureyekî zordestiya desthilatdariyê ya netewedewletan li ser gelên bindest û neteweyan û welatên mêtigheh bi hemû tundiya xwe hatiye bikaranîn. Îro jî gelek netewedewletên mêtinger li trvahiya cîhanê polîtîkayên entegrasyon û asîmîlasyonê pêk tînin. Ew netewedewletên desthilatdar û xwedanhêz bi taybetî li ser gelên bindest û bintûte bişaftineke bêdeman, bêeman û bêwicdan didin ferzkirin. Ligel hemû polîtîkayên serdestî, zodestî û asîmîlasyonê, zimanekî ku bi zorê li ser gelekî tê ferzkirin bi hêsanî nayê pejirandin û bikaranîn. Lewre zimanê neteweyekê yê sereke zimanê dayikê ye. Zimanê dayikê, bi hezaran sal xwe diparêze û zû bi zû ji holê ranabe. Ji ber ku ziman amûra herî xurt a çanda neteweyî ye; pêşî di binhişîna mirov de bi cih dibe û hin bi hin bandorê li hemû şaneyên bedena mirov dike, bi dest xwe re nayê jibîrkirin. Herwiha ji ber ku ziman ne milkê çînekê tenê ye û nirxê tevahiya neteweyê yê, têkoşîna neteweyî ya ku ji bo serxwebûnê tê meşandin jî armanca parastina ziman bingeh digire. Ger ne wisa be, dê endamên wê neteweyê çawa bikaribin di nav xwe de li hev bikin?
Girîngiya ziman ku wekî hêmaneke damezrîner di yekparebûna neteweyê de rola xwe dilîze, nayê wê wateyê ku ziman têra afirandina neteweyekê dike. Dibe ku gelek netewe bi heman zimanî biaxivin û civakekê pêk tînin, belê welatê wan jî cuda be. Bo nimûne; Brîtanya û Amerîkaya Bakur bi heman zimanî diaxivin, belê ew du neteweyan pêk tînin; Ev herdu netewe li ser du axên cuda pêş ketine. Mirov dikare li ser Swîsreyê jî tiştekî bibeje; welatê Swîsreyê gelek neteweyên cuda li ser heman axê dicivîne ku her yek ji wan bi zimanê xwe diaxive.
Ziman diyardeyeke civakî ye ku bi pêvajoya hilberînê û mirovbûnê re derketiye holê. Ziman berhem û îfadeya ramana neteweyekê ye. Hem di pêşketina ramana neteweyî de rola ziman û hem jî di pêşketina zimanê neteweyî de rola ramanê heye. Ziman ne li gor xwesteka û daxwaza hin kesan, ji ber pêdivîyekê derketiye holê. Ew pêdivî kom, komiçk û civatên ku li ser heman axê bi cih bûne, neçar kirine ku bi heman zimanî biaxivin. Ne neteweyek dikare bêyî ziman hebûna xwe biparêze û ne jî ziman bêyî neteweyekê dikare hebûna xwe bidomîne. Zimanê neteweyî ew pergala ku ji peyv û nîşaneyan pêk tê ku mirov hest û hizirên xwe, xewn, xeyal û sêwiranên xwe yên hevpar bi devkî an jî bi nivîskî îfade dikin.
Ziman saziyek civakî, komelayetî, neteweyî û gerdûnî ye. Ziman tenê ne dengê netewe an jî civakekê ye; hêjahiya hemû gelên cîhanê ye. Amûrek pir girîng e ku teoriyên têkiliyan peyda dike û mirovan digihîne hev. Di jiyana civakî de jî hêzeke bêhempa ye ku neteweyê zindî dihêle, hebûna neteweyê misoger dike û diparêze. Zimanê neteweyî ew pergala ku ji peyv nîşaneyan pêk tê ku mirov hest û hizirên xwe an xewn û xeyal û sêwiranên xwe yên hevpar bi devkî an jî bi nivîskî îfade dikin. Afirandina yekitiyê, zindîkirina hişmendiya neteweyî, geşkirina hestên neteweyî û aîdiyetê û danasîna mînakeke pratîkî ya hestên aîdiyeta neteweyekê ye. Ziman neteweyî yê ku hêmana herî girîng e, hem endamên neteweyekê bi hev ve girê dide û hem jî gelên cîhanê nêzîkî hev dike.
Zimanê neteweyî hêmaneke pir girîng e. Netewe an jî gelek tenê bi saya zimanê xwe dikare xwe biparêze û hebûna xwe bidomîne. Zimanê neteweyî, ne milkê hin kesan û komekê ye; ew nirxê hevpar ê tevahiya neteweyekê ye. Tenê ne aidê gelên ku dijîn an nifşê nû ye jî; ew nirxê hevpar ê kûr û berfireh ê rabirdû, dahatû û demdirêjiya neteweyekê ye jî ku hem li ser nifşê îroyîn, hem li ser bav û kalan û hem jî li ser nifşên paşerojê bandorê dike. Wekî din jî zimanê neteweyî hem misrogeriya pêşeroja neteweyî û hem jî alava veguhastina hişmendiya neteweyî ye.