12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman û hiqûq

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Ziman amûreke wisa girîng e ku rêgezên hiqûqê radigihîne takekes û civakê û têkiliyan ava dike. Destpêka zimanê nivîskî wekî pêdiviyekê qaîdeyên nivîskî, girêdan û pêwendiya di navbera hiqûq û zimanê civakê de xurtir dike.

Ji bo ku mirov di civakê de jiyaneke birêkûpêk û ewlemend bijîn pêdiviya wan bi hinek rêbaz, rêgez û qaîdeyên civakî heye. Zimanê ku bêje, biwêj têgih û rêmanên taybet ên pîşeyî di xwe de dihewîne, wekî zimanê pîşeyî tê binavkirin. Hiqûq jî wekî qadeke pîşeyî li gor xwezaya xwe ji bêje, biwêj têgîn û rêmanên hiqûqî pêk tê. Peyre ew zimanê hiqûqî yê ku li gor demê û rewşa civakê diguhere, hin bi hin li zagonên hiqûqî dadigere.

Ziman amûreke wisa girîng e ku rêgezên hiqûqê radigihîne takekes û civakê û têkiliya di navbera wan de diedilîne. Destpêka zimanê nivîskî (yan jî hiqûqa nivîskî) wekî pêdiviyekê hem qaîdeyên nivîskî pêk tîne û hem jî girêdan û pêwendiya navbera hiqûq û zimanê civakê xurtir dike.

Ziman, çawa ku di hemû qadên jiyanê de wekî amûreke bingehîn tê bikaranîn, zagon, qaîde û rêgezên hiqûqî jî pêk tîne. Bi vî awayî hem derfeta daxwaza kesên ku li mafên xwe digerin û hem jî dibetiya encamên hiqûqê yên dadyane pêkan dike. Belê ji bo sepandina hiqûqê yan jî encamên hiqûqî yên erênî jî dîsa pêdivî bi zimanê hiqûqê heye. Lewre ziman amûreke wisa candar, çalak û bêlayan e ku hem ji bo heqiyê û hem ji bo neheqiyê tê bikaranîn. Ji bo wê; gotina feylesofê çînî Konfuçyûs a derbarê ziman û hiqûqê de rastiyekê derpêş dike.  Ji ramanwerê navdar Konfuçyûs ê ku 2600 berê niha jiyaye, dipirsin: “Heke hûn  ji bo rêveberiya welatekî bihatana ser kar, dê karê we yê sereke çi bûya?” Konfuçyûs bersiva wan bi vî awayî dide: “Heke ez ji bo rêveberiya welatekî, bihatama ser kar, min ê bi sererastkirina/edilandina zimên dest pê bikira. Lewre ziman xirab bibe, dê peyv nikaribin ramanê baş vebêjin. Heke raman baş neyê vegotin, dê hiqûq xirab bibe, heke hiqûq xirab bibe, dê alozî, gengeşî û tevlîhevî derkeve û dê tu kar bi rastî û duristî neyê kirin.”

Bi rastî gelek feylesofên ramyarî/siyasî jî li ser pirsên têkildarî felsefeya zimên serê xwe diêşînin. Ji bo wê, feylesofên hiqûqê herwiha wekî feylesofên ramyarî jî tên zanîn.. Belê di felsefeya zimên de pisporiyeke van feylesofan a dilkêşî û rakêşeriyê jî heye. Ji do heta îro hemû qanûndanêrên dinyayê di pêkanîn û edilandina zagonan de neçar mane ku pêşî zimên rast bi kar bînin. Li gel wê, ji bo ku sazî  û mezrîngeyên  dadgeh û darêzgeriyê, sedemên rastîn derxin holê û biryarên bêlayan bidin, divê zimanekî tekûz û durist bi kar bînin.

Ji ber vê sedemê, wate û bikaranîna zimanê pêşketî yê ku zagonan pêk tîne, rewşa pergala hiquqê jî diyar dike. Di warê hiqûq û zimên de, du qadên balkêş ên felsefî derdikevin holê.

Ya yekem li ser bikaranîna zimên a di hiqûqê de ye, ya duyemîn jî li ser bikaranîna felsefeya zimên a pirsgirêkên ku têkiliya wê bi xwezaya hiqûqê re heye. Pêwîst e ku pirsgirêkên bi herdu aliyên balkêş ve girêdayî ne rast bên destnîşankirin. Ji bilî vê jî, divê hiqûqnasên demê hem ji felsefeya zimên û hem jî ji zimanê felsefeyê sûdê wergirtin da ku bikaribin zimanê hiqûqê rast bi kar bînin.

Felsefeya hiqûqê bi saya zimên bandorê li felsefeya hiş û metafizîkê dike. Felsefeya hiş û metafîzîkê jî bandorê li hemû qadên navendî yên felsefeyê dike. Belê gava ku ziman rast neyê bikaranîn, di zagonan de alozî û gengeşî derdikevin. Di rewşeke wisa de, ne diyar e ka gelo pirsgirêk ji ber bikaranîna zimên e, yan ji ber kêmaniya hiqûqê ye. Ji bo sepandin û selmandina hiqûqê jî her gav pêdivî bi zimanê hiqûqê yê xweser û taybet heye. Zimanê hiqûqê, xwediyê wateyeke girîng û berfireh e ku hemû term û têgînên hiqûqê di xwe de dihewîne. Ji bo wê; di sepan, kardarî û doktrîna rêgez û zagonên hiqûqê de her gav pêdivî bi ziman heye. Bêguman zimanê hiqûqî jî ne ew ziman e ku hemû mirov bi hêsanî jê fam bikin. Sedema vê jî ew e ku, wekî hemû şaxên zanistî û pîşeyî, hiqûq jî xwediyê ziman û termînolojiyeke xweser e. Ev termînolojî jî, ji têgih, hevok û termên ku di zagonan de têne bikaranîn pêk tê.

Di pêkhatina zimanê hiqûqî de rist û peywira hiqûqnas û zanayên hiqûqê jî pir girîng e. Lewre wekî ku di hemû zanyariyên civakî yên din de tê dîtin ku her kes her tiştî li gor zanîn, têgıhîştin û famkirina xwe rave û şîrove dike û gelek caran jî li gor berejwendiyên xwe bi kar tîne.

Ligel her tiştî, divê baş bê zanîn ku pergala zagon û rêgezên hiqûqê jî her gav ji aliyê hêzên desthilatdar ên xwedan dewlet ve tê damezrandin. Herwiha binpêkirina mafên mirovan, darizandin, girtin û tawanbarkirina wan jî dîsa li gor pergala zagonên wan pêk tên. Li aliyê din jî, yên ku zagonan çêdikin û binpê dikin, ên ku behsa dadmendiyê dikin û dadmendiyê tune dihesibînin jî dîsa ew bi xwe ne.

Hemû zagonên dinyayê ji hêla hêzên serdest û desthilatdar ve ji bo berjewendiyên kesên bihêz û serdest  û binpêkirina mafên kesên bêhêz û bindest tên danîn. Ji bo wê, herçendî ku hiqûq pêşî ji bo kesên mafdar, bêhêz û bindest wekî pêdiviyekê derketibe holê jî di kardariya jiyanê de ev yek tu car bi rastî û dadwerî pêk nehatiye. Heçku ji pêdiviya kesên serdest û hêzên desthilatdar bêtir pêdiviya mirovên bindest û mafdar bi hiqûq û dadmendiyê heye. Lewre hiqûq jî her gav ne di suxreya kesên mafdar de ye. Ew li gor hêzê û rewşa heyî diguhere. Ya ku naguhere dadmendî ye. Heçku pêdiviya takekes û civakê ji hiqûqê bêtir bi dadmendiyê heye.

Belê pêdiviya hêzên serwer û desthilatdar (dewletê) tu car ne bi hiqûqê û ne jî bi dadmendiyê heye. Lewre ew pergala xwe ya heyî her gav bi zagonên qayîm û artêşên bizirx û zexm diparêzin. Anku hêza ku dewletê û çînên desthilatdar diparêzin yek jê jî zagonên hişk û ya din jî milîtarîzm e. Herwiha hemû sazî û dezgehên fermî yên dewleta ku nûnertiya hêz û çîna serdest dikin jî, ji bo parastina desthilatdariyê li ser kar in. Ji bilî yekîtî û têkoşîna mafên mirovan ên rewa û bêdeman, tu kes, hêz û qewet nikarin bi hêsanî zagonên wan biguherînin û pergaleke hiqûqî û dadmendî ava bikin.

Sedema hemû pirsgirêkên civakî û gerdûnî hemû ne ji ber xirabûna hiqûqê be jî, kana gelek pevçûn, lêkdan û şerê di navbera mirovan de ji ber kêmaniya hiqûqê ye. Têgîn û biwêjên di zimanê hiqûqî de ji rêman, biwêj û bêjeyên ku di zimanê rojane de tên bikaranîn, carinan xwediyê wateyeke tengtir û carinan jî xwediyê wateyeke berfirehtir in. Ji ber vê sedemê zimanê rojane her gav têra pêkanîna kar û barên hiqûqî nake. Heke ziman xirab bibe, hiqûq xirab dibe; heke hiqûq xirab bibe, pêwendî, ragihan û têgihîştin xirab dibin.  Heke pêwendî, ragihan û têgihîştin xirab bibin,  tu tişt li ser xwe namîne. Li gel derûnî, tenduristî û aboriıya civakê, jiyan û cîhana mirov jî xira dibe.