Di cîhanê de hebûnê herî efsûndar mirov e; tiştê herî evsûndar ê ku bi mirovê cîhanê re peyda dibe ziman e. Behreya herî kartêker û bedew a ku ji hêla mirov ve ji bo mirov hatiye diyarkirin û diyarîkirin/bexişandin jî ziman e. Hêmana ku neteweyekê dike netewe jî ziman e. Nirxê ku welat, çand, birdoz, hest û hizrên hevpar ên neteweyekê pêk tine jî disa ziman e.
Guhertin û cihêrengî du taybetmendiyên xwerû yên ziman in. Lê tevî ku ragihandin ne sedema hebûna guhertinê be jî, ziman xwediyê avahiyeke nerm e ku her tim bi rêjeyeke mezin hewcedariyên ragihandinê yên civakê pêk tîne.
Her mirov hest û hizrên xwe herî baş bi zimanê xwe yê neteweyî derdibîre. Mirov bedewiya zimanê xwe yê neteweyî tenê dikare di ahenga biheybet û taybet a ku bi zimanê xwe yê zikmakî diaxive de bibîne. Mirovên ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nebin, ji zimanê xwe yê neteweyî bêtir bi zimanên din difikirin û diaxivin. Mirovên ku ji zimanê xwe yê zikmakî bêtir bi zimanên din difikirin û diaxivin, baş nikarin hest û hizrên xwe derbibîrin. Mirovên ku nikaribin hest û hizrên xwe baş derbibîrin, hem xweewlehiya wan qels e û hem jî ewlehiya wan a bi mirovên din re lewaz e.
Li hemû deverên dinyayê kesên ku li ser mijarên zansitî, civakî û çandî hûr dibin, serê xwe diêşinin û bi berfirehi lêkolîn, dahûran û nirxadindinên zanistî dikin, wekî entelektuel (ango ronabîr) tên zanîn. Rêxistin, civat an jî koma ronakbîran wekî entelîjensiya tê pênasekirin. Entelîjensiya (İntelligentsia), her çendî têgînek bi eslê xwe rûsî ya ku di sedsala 19yan de ji hêla zanyarên civakî ve wekî “civata rewşenbîran” derketibe holê jî, ev têgih, pêşî di dawiya sedsala 18yan de, di dema parçebûna Polonyayê (ya di navbera salên 1772 û 1795’an de) ji hêla ronakbîrê polonî Bronisław Trentowski ve wekî “statuya çîna rewşenbîran” hatiye bikaranîn.
Wekî gelek têgihên din, têgîna entelîjensiyayê hatiye çilvirandin; an ji wateya xwe ya resen bi dûr ketiye an jî di çarçoveyeke teng de hatiye tengizandin. Lewre gelek caran bi birek akademîsyen, nivîskar an jî hunermend tê sînordarkirin. Heçku entelijensiya tenê ji birek akademîsyen, nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar an jî hunermendan pêk nayê. Bergeheke wê ya pir berfireh û gerdûnî heye ku tu sînor û çarçoveyên deng de hilnayê. Çawa ku ronakbîrek ji hemû guherîn, veguherîn pirsgirêk û kêşeyên cîhanê berpirsiyar e, entelîjensiyaya welatekî jî ew qas ji ber pirsgirêkên civak û neteweya xwe berpirsiyar e. Belê ev berpirsiyarî ji derdor û qada nêzîk (cîgeyî û neteweyî) ber bi derdor û qada dûr (gerdûnî û navneteweyî) ve diçe. Bi kurtayî entelîjensiyaya neteweyekê nikare di ser pirsgirêkên xwe yên neteweyî biqevize û xwe wekî enternasyonalîst (navneteweyîparêz) nîşan bide. Ji ber ku pirsgirêka her neteweyê hemû neteweyên cîhanê eleqedar dike, hem entelîjensiyaya wê neteweyê û hem jî entelîjensiyaya tevê cîhanê berpirsiyar digire.
Belê mixabin realîteya heyî û rastiya cîhanê û jiyanê, îro dûrî vê heqîqetê ye. Ji ber ku gelek caran hişmendiya entelîjensiyaya xwecihî ji hêla netewe-dewleta serdest ve tê diyarkirin û li ser rewşenbîr/nivîskar, akademîsyen, hunermend û hwd. tê ferzkirin, entelîjensiyaya neteweya bindest jî di bin tesîra vê ferasetê/hişmendiyê de dimîne. Ango çawa ku fikra sozyalîzmê û şoreşgeriyê ji hêla rewşenbîrên (xwedêgiravî) neteweya serdest ve ji derve tê; rewşenbîrên neteweya bindest jî li gor vê ferasetê tev digere û peywira entelîjensiyaya xwe ya neteweyî pêk nayîne. Ji ber ku hemû rewşenbîr, zana û siyasetmedarên wê erdnîgariyê bi zimanê netewe-dewletê û li gor fermiyeta wê perwerde dibin, bi wî zimanî diaxivin û nîqaşê dikin, zimanê xwe û nirxên xwe yên neteweyê di ser guhê xwe re diavêjin. An dibêjin “ziman ne girîng e, ya girîng bîrdoz û siyaset e” an jî dibêjin “tu sûcê me tune ye, dewletê em asîmîle kirine”. Ev hincet ji entelîjensiyaya neteweyî ne hinceteke derbasdar e. Tenê spartek û bihane ne. Entelîjensiyaya ku xwe ji bîrdoza netewe-dewleta bişavker pak nekiribe, ji ziman, çand, nirx û hêjahiyên xwe yên neteweweyî jî bi dûr dikeve. Lewre tiştê ku hişmendiya mirov a neteweyî diyar dike ziman e. Entelîjensiyaya ku zimanê xwe yê zikmakî di ser hemû nirxên xwe yê neteweyî re negire; bê haya xwe, xwe dişibîne entelîjensiyaya netewe-dewleta serdest û wekî wê tev digere. Bi zimanê xwe nafikire, naaxive û nanivîse: Heta gelek caran entelîjensiyaya ku mejiyê wê bi bîrdoza netewe-dewletê hatiye jehrandin sosyalîst dihesibîne û entelîjensiyaya neteweperwer a ku bi zimanê xwe yê neteweyê difikire, diaxive û dinivîse jî wekî nîjadperest dibîne. Tiştê herî seyr jî ew e ku; kesên ku bi şev û bi roj bi zimanê fermî yê netewe-dewletê diaxivin; wekî nijadperest (ên neteweyeke din) nahesibînin, belê kesên ku zimanê xwe yê neteweyî diaxivin û li zimanê xwe xwedî derdikevin nijadperest dihesibînin. Çawa dibe; kurdên ku bi salan bi zimanê tirkî, erebî û farisî diaxivin, nabin nijadperestên tirk, ereb û faris; belê kurdên ku bi kurdî diaxivin dibin kurdên nijadperest!?
Tiştê herî ecêb yê din jî ew ku; her kurdên ku bi zimanê xwe difikirin, dinivîsin û diaxivin wekî “zimanzan” tên hesibandin. Heçku axaftin û nivîsandina bi zimanekî tiştekî din, zimanzanî tiştekî din e. Çawa ku her tirkên ku bi zimanê xwe difikirin, diaxivin û dinivîsin nabin zimanzanên tirkî, her kurdên ku bi zimanê xwe difikirin, diaxivin û dinivîsin jî nabin zimanzanên kurdî.
Entelîjensiyaya ku ziman, çand û nirxên xwe yên neteweyî neparêze, nikare di nav entelîjensiyay cîhanê de cih bigire. Enelîjensiyaya ku nikaribe yekitiya zimên ava bike, ne dikare welati xwe û ne ji çanda xwe biparêze. Ji bo wê, divê berî her tiştî fikirîn, axaftin, nivîsandina û nîqaşa entelîjensiyayekê bi zimanê wê yê neteweyî be. Heke ne wisa be, ew ê xizmetê ji zimanên din (ên biyanî) re bike û bibe pêşkêşê windabûn û tunebûna zimanê xwe yê neteweyî.
Rol û peywira ronakbîran yek jê jî ew e ku bi zimanê xwe bifikirin, bi zimanê xwe biaxivin; berhemên xwe bi zimanê xwe binivîsin, bi zimanê xwe nîqaş bikin. Ji bo wê jî divê nirxandin, lêkolîn û dahûrandinê wan pêşî bi zimanê wan be. Divê ronakbîrên ku bi hev re di têkiliyê de ne, ji bo tekûzkirin, kemilandin û standariya (yekgirtina) ziman jî hewl bidin. Heke siyasetmedarek dixwaze siyaseta xwe ya neteweyî ya rastîn bike, divê pêşî zimanê xwe yê neteweyî hîn bibe û li her qadê bi kar bîne. Ev helwest tenê ne mafekî rewa ye; her wiha pêdivî û pêwistiyeke bingehîn e.
Di her civakê de kesên ku li zimanê xwe xwedî derdikevin û ên dernakevin hene. Bêguman gelek sedemên vê yekê ên dîrokî, hişmendî, çandî û civakî hene. Belê tu jê jî îro ro ji bo hînbûna ziman û bikaranîna ziman ne hincet in. Dibe ku her kes nikaribe rasterê di qada ziman de bixebite. Ji ber ku neteweyeke ku zimanê wê bi tunebûnê rû bi rû maye, hemû endamên wê neteweyê neçar in ku li zimanê xwe xwedi derkevin da ku bikaribin wî zimanê biparêzin. Belê jı bo berpirsiyarıya vê yekê jî para herî mezin a entelîjensiyaya kurd e.