12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman û bîrdoz

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe; bîrdoza ku gerdûnê bi awayekî zanistî rave neke, ne pêkan e ku pergaleke mirovî ya gerdûnî damezrîne û pirsgirêkên mirovahiyê çareser bike.

Bêguman mirov diramin û ramana xwe li gor dîsîplînekê derdibirin. Di çarçoveya vê ramana sîstematîk de hewl didin ku bîrdozekê pêk bînin û li gor wê bîrdozê jî gerdûn, mirov, jiyan, bûyer û rastiyê rave û şîrove bikin. Hest û hizirên ku ji aliyê hin kesan ve tên dariştin û pejirandin her gav û di her kêliyê de diguherin û li tiştekî din dadigerin.

“Idée (îde/idea/)” peyveke fransî ye ku tê wateya ramanê. Îdeolojî (bîrdoz) jî çeq û muhesela ramanên bingehîn e ku fêreyekê (doktrînekê) pêk tîne. Her çendî ku paşgirên mîna logos-logie(lojî) yên li dawiya peyva “ide”yê wateyên mantiq û hişê ku dinyayê bi rê ve dibe hebe jî, îdeolojî/bîrdoz mantiqa hestan û lêgerînên bêforme di xwe de dihewîne.

Bi rastî em bi saya zimên wateyekê didin hebûna mirov, bûyer, rastî û gerdûnê. Watedayîna tişt herwiha tê wateya dahûrandina zimanekî an nîşaneyeke bîrdozî. Dozîneyên zimannasiyê jî bîrdozekê di xwe de dihewînin. Di her mijarê de şopên bîrdozê û fikrên şexsî yên derbarê wê mijarê de xwe di zimanê mirov de didin der.

Ziman alava ragihanê ye; belê heman gavê amûra serwerî û desthilatdariyê ye jî. Ji bo wê bikaranîn û kardariya ziman û bîrdozê bi hev ve girêdayî ne. Mirov bi saya ziman û bîrdozê hem dikarin rastiyê derbibirin û rave bikin û hem jî dikarin rastiyê veşêrin û bitewişînin. Wekî din jî bîrdoz û ziman hem çavdêriya angaşt, rawêj, xewn, xiyal, hest,  fikir û boçûnên mirov dikin û hem jî guman û nakokiyên ku di hişê mirov de derbas dibin diparzinînin û derpêş dikin

Îdeolojiya/bîrdoza di zimên de bi piranî li gor pîvana têgînê pêk tê. Bîrdoz di qada takekesî an neteweyî de wekî xefikekê, hin caran berjewendiyan dinixumîne an jî vedişêre. Ev xefik jî tenê bi lêkolîn û dahûrandina ziman tê aşkerakirin. Lêkolîna bîrdozê bêtir di qada zimannasiyê, ango semantîkê (watenasiyê) de xwe dide der. Divê mirov bîrdozê li gor vê perspektîfê binirxîne. Lewre ziman wekî qefeske hesinî bîrdozê dorpêç dike. Bîrdoz li gor rastiya xwe û bi navgîniya zimên rastiyê hem aşkera û zelal dike û hem jî şolî dike û vedişêre. Sedema wê jî ew e ku bîrdoz ne nîşan, ne gotar ne jî referansek e. Bi vegotineke kurtir; bîrdoz hem rastiya têkildarî zimên hem derveyî zimên û hem ziman bixwe ye. Ango bîrdoz hem ziman hem axaftin e. Ziman hem referansa bîrdoza serketî hem jî ya têkçûyî ye. Ziman hem navgîna bîrdoza xurt hem a qels e. Ziman hem amûra bîrdoza xwecihî û hem jî ya gerdînî ye

Ger em bixwazin dîtin û têgihîştina paşxaneya bîrdozî, şaristanî, komelayetî, çandî û civakî an jî takekesî rave bikin, divê em li ser rê û rêbazên wî zimanî,  têgînên wî zimanî û pergala ramanê ya bi wî zimanî baş hûr bibin. Bi vegotineke din; dema ku behsa têgihiştin, ravekirin û dahûrandina wateya bîrdozî tê kirin,  zanîna zimên, zimannasî û semantîk (watenasî) tên bîro mirov. Rastiya ku ziman pê ve girêdayiye jî dîsa bi hêma, nîşan, vekolîn û dahûrandinên zimannasiyê derdikeve holê.

Her bîrdoz(ger) xwe wekî nûnerê zanyariya xwezayê dibîne û bîrdoza xwe wekî heqeîqetekê pêşkêş dike. Ji aliyê din ve jî zanyariya mirovî, ji qaîdeyên diyarker ên ku zanyariya xwezayê destnîşan dikin bêtir, wateyê dide tişt, cîhanê û mirov û li şûna ramanê jî bîrdozê pêşniyaz dike.

Bêguman li gor pêşketinên civakî, ziman jî mîna saziyên din; wekî veguhezkarê bîrdozê û herwiha berdevkê hest, raman û çandê ye ku di bin bandora guherîn û veguherînên hundirîn û derveyî de dimîne.

Radeyên veguhertinê yên ku zimannasî û watenasiyê derbas dikin, ji radeyên guhertin û veguherînê yên zanistî ne dûr in. Digel ku ziman bargirê pêkhatina civakî an jî çandê ye,  pêkan e ku di bin bandora çand, bîrdoz û baweriyên biyanî de jî bimîne. Bandora bîrdozên biyanî bi taybetî bi zêdebûna têgih û peyvên biyanî yên di zimên de diyar dibe. Ji bo wê, hejmara peyvên ku di zimanekî de ji zimanên din ên biyanî hatine wergirtin jî, nîşana herî berbiçav a zextên çandî, civakî û bîrodozên biyanî yên derveyî ne. Gava ku ev bandor digihîjin asteke bilind,  rê li ber afirîneriya zimanî tê girtin û ziman ji resenî û azadiya xwe bi dûr dikeve.

Bîrdoz hin caran li gor şert û mercên demê û hin caran jî wekî pêdivî ji aliyê hin kesan ve derdikeve holê.  Dema ku behsa bîrdozê tê kirin; bîrdoza bûrjûwazî, lîberalîzm, faşîzm, marksîzm, sosyalîzm, nasyonalizm û hwd tên bîra mirov.

Ji bilî wan li ser rûyê erdê gelek bîrdozên din jî hene.  Divê wateya têgîna bîrdozê li gor “zanyariya ramanê”  were dayîn da ku di qada jiyanê de derfetên derbirina ramanê ya ji bo her kesî pêkan bibe. Zanyariya ramanê  her tiştî li gor rêbazekê rave dike, tesnîf dike, qaîdeyan destnîşan dike û hewl dide ku li gor xwe rastiyekê bibîne. Bi taybetî armanca zanyariya xwezayê ew e ku rêbaz û qaîdeyan destnîşan bike.

Birdoz takekes û civakê ber bi aliyekî, fikrekê an jî tevgerekê ve dike.  Dibe ku ew rêbaz û qaîde bi demê re biguherin, pûç bibin an hilweşin. Belê zanyariya mirovî ji danîna rêbaz û qaîdeyan bêtir li ser dahûrandin, têgihîştin û watedarkirinê radiweste.Armanca zanyariya mirovî ew e ku wateyekê bide gerdûnê û tiştên mirovî. Wekî famkirina hemû tiştên din, gerdûn jî ancax bi qasî ku tê famkirin dibe tiştekî mirovî.  Têkiliyên civakî ne wekî zagonên xwezayê ne. Hin nirx û wateyên ku mirov di hundurê xwe de hildigirin û wan bi rê ve dibin, hene.  Ew mirov ber bi tevgerê ve dikin û livbaziyên nû yên civakî diafirînin. Lewre zanyariya fizîkê li ser rastiyê ava dibe, belê naveroka zanyariya bîrdozî girêdayî ziman û wate ye..

Her ‘îdeologek (bîrdozgerek) gerdûna xwe ya ramanê ji bo têgihiştin û ravekirina cîhanê wekî amûreke pêwîst û girîng dibîne. Ev bîrdozger pirên caran bi angaştên zanistî derdikevin pêş;  feraseta xwe ya bîrdozî herî rast û bîrdozên din jî bi tevayî şaş/xelet dibînin.

Wekî mînak, rexnegirekî Marksîst tenê di pencereya xwe ya bîrdozî de li gerdûnê dinihêre;  têkiliyên mirov û civakê yê civak û cîhanê û xweza û gerdûnê li gor nihêrîna xwe şîrove dike. Birdoza xwe an bi zimanekî fesih ê devkî an jî bi riya berhemên nivîskî li tevahiya cîhanê belav dike. Bi qasî kesên ku wê bîrdozê dipejirînin kesên ku rexne dikin an napejirînin jî hene. Bêguman tu bîrdoz ne ayetên kitêbek pîroz in ku neyên redkirin an rexnekirin.

Her bîrdoz, di gel raman, rêgez û stratejiya xwe xweza, cîhan û gerdûnê dide nasîn û li gor wê danasîna xwe têgihên aborî, civakî, çandî, wêjeyî hunerî û hwd. rave û şîrove dike.  Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe; bîrdoza ku gerdûnê bi awayekî zanistî rave û şîrova neke, ne pêkan e ku pergaleke mirovî ya gerdûnî damezrîne û pirsgirêkên mirovahiyê yên aborî, çandî û civakî çareser bike.  Ji ber ku alava bîrdozê ya herî çalak û kartêker ziman e, divê hem bîrdoza zimên rast were ravekirin û hem jî zimanê bîrdozê rast were bikaranîn.