Li gelek aliyên cîhanê, di dozên rizgariya neteweyî de ziman wekî qadeke têkoşînê hatiye qebûlkirin. Ji ber girîngiya wê ya di mobîlîzasyona etnîk de, ziman di heman demê de wekî alaveke xwedî hêza siyasî jî hatiye dîtin. Yek ji welatê ku vê rastiya ziman bûye mijara teoriya rizgariyê, Îrlanda ye. Teorisyenê ziman û siyasetê David Patrick Moran di 1905’an de bi van gotinên balkêş riya şoreşa Îrlandayê nîşan daye:
Dema jin û mêrên îrlandayî ligel îngilîzî bikaribin bi zimanê îrlandî biaxivin, wê demê neteweyeke heqîqî ya îrlandî pêk tê. Êdî ne mimkûne hêza aboriyê, topên giran an leşkerên Qraliyeta Brîtanyayê bikaribin vê neteweyê tune bikin.
Moran gaveke din jî bi pêş de diçe û dibêje “Gan teanga, gan tîr” ango “Eger ziman tune be, netewe jî tune ye.” Bi gotineke din, dema ziman tune be alozî ji holê radibe û lewma jî êdî tiştekî ku mirov di oxira wî de şer bike namîne. Ev dîtinên li gorî dema xwe têra xwe radîkal bûn, li Îrlandaya di bin dagirkeriya Brîtanyayê de ji aliyê gelek kesan ve dihat şopandin. Teorîsyenên rizgariya ziman û welat bi hev ve girêdidan, riya rizgariya welatê bindest bi berhemên xwe ronî dikir.
Her çiqas her du hêman di nav hev de hatibûn formûlekirin jî, di pratîkê de siyaseta serxwebûnxwaz û tevgera ziman ji hev cihê bûn. Siyaseta neteweyî ji sedsala 19’emîn û şûn de îngilîzî bi kar dianî û partiya serxwebûnxwaz Sinn Fein li ser vê kevneşopiyê şoreşê birêxistin dikir. Zimanperweriya radîkal a tevgera ziman û pragmatîzma siyasetê her dem dibû sebeba nakokî û nîqaşan, lê bilindbûna alozî û tansiyonê ya di navbera her du aliyan de li dewsa zirarê bide xebatan, doza rizgariya neteweyî xurtir dikir. Siyaset bi bernameyeke pêşverû û antî-kolonyalîst gel birêxistin dikir û tevgera ziman jî hişmendiya parastina ziman di nav heman gelî de belav dikir.
Piraniya dîrokzanên li ser mijarê di wê baweriyê de ne, eger xebatên tevgera ziman tune bûya û netewperweriya îrlandî ewqas li giravê belav nebûya, negihîştina asta girseyî û wê siyaseta serxwebûnxwaz nikaribûna hêza kolonyalîzma brîtanî têk bibira. Ji ber vê, mirov nikare bêje serxwebûna Îrlandayê bi tenê bi saya siyaseta îngilîzîaxêf a welêt pêk hatiye.
Helbet hişmendiya xurt a dîrokî, hebûna Dêra Katolîk, pozîsyona cografîk jî bi serfiraziya netewperweriya îrlandî faktorên erênî bûn, lê digel van jî, rola aktîvîstên ziman di têkoşîna rizgariyê de diyarker bû.
Dema mirov bi vê perspektîfê li têkoşîna li Bakur binêre, dikare hin tespîtên balkêş bike. Li vî parçeyê herî mezin ê welêt, 40 salên dawî, bi têkoşîna siyaseta kurdan derbas bûye. Lê vê axa ku gelek rêxistinên siyasî ji nav xwe derxistine, heta niha nebûye xwediyê tevgereke ziman. Ev jî bûye sebeb ku di têkoşîna neteweyî de siyaset bi tena serê xwe bê hiştin û ji hevkarî û zextên tevgereke ziman bêpar bimîne. Encamên vê rastiya kambax, hem ji bo kurdî û hem jî ji bo nasnameya neteweyî ji texmînan wêdetir hilweşîner e. Kurdiya bêxwedî mayî, ji ber polîtîkayên dewletê û hevkariya çîna navîn a bi asîmîlasyonê re li ber têkçûnê ye. Ev jî nasnameya neteweyî deforme dike û bi vî awayî jî dibe têkoşîna rizgariyê dixe nav xetereyê. Slogana “Gan teanga, gan tîr” a li Îrlandayê hatibû gotin tam jî rewşa Bakur îfade dike: Ziman tune be, netewe jî tune ye! Û em gaveke din jî bi pêş de biçin: Ziman tune be şer ji bo çi ye?
Ziman tune be şer ji bo çi ye?