12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman bi axaftinê geş dibe

Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle, da zanîn ku ji bo mirov karibe behsa rewşeke baş a ziman bike, divê beriya her tiştî yekîtiya zimên û azadiya zimên pêş bikeve.

Lijneya Giştî ya Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), Di sala 1999’an de 21’ê Sibatê “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” qebûl kir. Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkaya yekzimanî 18 ziman bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Polîtîkaya bişaftinê ya li dijî kurdî jî didome. Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle, bal kişand ser rewşa zimanê kurdî û got: “Di warê dewlemendiya ferhengî de kurdî xwedî pozîsyoneke berbiçav e di nava zimanên cîhanê de. Jixwe daneyên vê dawiyê yên Wiktionaryê jî kifş dikin ku heya niha nêzî milyonek peyvên kurdî hatine tomarkirin. Li gor van daneyan, di nava 168 zimanên li ser vê sepanê tomarkirî de, kurdî di rêza 8’an de ye.”

Zimanê ferhengî têr nake

Dijle anî ziman ku çendî rewşa wî ya ferhengî bi vî rengî be jî, lê ji bo rewşa wê ya giştî mirov nikare bibêje di nava zimanên cîhanê de xwedî rewşeke baş e û wiha axivî: “Gava qada îcrakirin û danûstendinê ya zimanekî teng be, ferhenga wî çi qasî dewlemend dibe bila bibe, wê nikaribe pir kêrhatî be. Bereksê vê, her biçe dê bixwe û lalûte bibe. Paralelî vê, berhemên wêjeyî yên bi vî zimanî jî çi qasî xurt dibin bila bibin, dê ne pir berbiçav bin.”

Dîjle da zanîn ku ji bo mirov karibe behsa rewşeke baş bike, beriya her tiştî yekîtiya zimên û azadiya zimên divê û wiha  berdewam kir: “Yekitî û azadiyeke berfireh divê. Ji lew re yekîtiya zimên, di warê avabûn û çêbûna nasnameya neteweyî de û azadiya zimên jî di warê şikilgirtin û pêşvebirina nasnameyê de pîvanine bivênevê ne. Pêwendiyeke xurt di navbera her duyan de heye. Bêyî nasnameya neteweyî azadî, bêyî azadiyê jî nasnameya neteweyî ne pêkan e.”

Rêdûr Dîjle li ser xwendin û nivîsandina kurdî jî rawestiya û ev agahî dan: “Tiştekî trajîk e, lê rastiyek e; li gor beriya salên 2000’î axaftina bi kurdî kêm dibe, lê kêm be jî nivîsandin û weşanên bi kurdî zêde bûye. Her çi qas hejmara weşanan zêde bûbe jî, lê hejmara ber bi wan ve ne hejmareke wiha berbiçav e. Tew dikarim bibêjim ku hejmara pirtûkên heya niha hatine çapkirin ji hejmara xwînerên wan zêdetir e. Mirov dikare sedeman bi du awayan dabeş bike; sedemên derveyî û sedemên navxweyî.  Sedemên derveyî bê guman, polîtîkayên asîmlasyonê yên netew-dewletê ne. Yên navxweyî jî wekî me li jor jî behs kir nebûna “yekitiya zimên” û “hayjênebûna” ji nasnameya esasî ye. Helbet ev “neyekîtî” û “hayjênebûn” jî jixweber çene bûne, jêdera wê polîtîkayên netew-dewleta kolonyal in. Ev polîtîka ku bi binpêkirina azadiyê re her tim li dar e, tim hewl dide mesafeyeke dûr û dirêj deyne navbera kes û zimên û di warê hizrî û hestê de ji feraset, exlaq û estetîka te bixwe, da ku ‘xwebûniya’ te sist û stewr bike.”

Kurd li bajaran ‘neban’ bûne

Dîjle li ser rewşa axaftina kurdî ya li bajaran jî rawestiya û wiha pêde çû: “Mixabin îro ro kurd li bajarên xwe, di warê zimanê xwe de ‘neban’ bûne. Ango, ji heqîqeta xwe ya di zimên de veşarî dûr dikevin û bi awayekî neyekser xwe ji zimanê xwe veder dikin. Helbet sedemên vê yên siyasî û civakî hene. Wekî tê zanîn hêmana sereke ya neteweyan ferd in û ev nasname di nasnameya neteweyî de xwedî cihekî girîng e û di vê nasnameyê de ziman jî xwedî risteke bivê nevê ye. Siyaseta kolonyal, armanca wê her tim ew e ku bendan deyne ber vê nasnameyê da ku sekteyê li pêvajoya avakirina nasnameya bindestê xwe bixe. Ev tiştekî aşîkar e û peywireke wan e. Bêguman di vir de rol û rista siyaseta navxweyî jî pir girîng e. Ger siyaseta navxweyî li ber refleksên a kolonyal, bi rengê xwe ango bi zimanê xwe tevnegere, dê bi awayekî neyekser “nebanbûnê” qewîtir bike. Li gel vê, di pêvajoya civakîbûnê de, di warê hînbûn û bikaranîna zimên de helbet barekî mezin dikeve ser milê gelek saziyan jî. Malbat, sazî û dezgehên sivîl, çapemenî… Di vir de ya herî zêde divê hay ji vê berpirsiyariyê hebe, çapemenî ye. Ji lew re çapemenî çi bi nivîskî, çi bi devkî û çi jî bi dîtbariyê di heman demê de ji bo civakên bi vî rengî hem mamoste hem jî dibistan e. Lewma zêdebûna weşan û dezgehên çapemeniyê bivênevê ye. Helbet ev yek divê bi destê kesên di vî warî de şareza bê kirin.”

Rêdûr Dîjle li ser bandora fermîbûna ziman û parastina ziman jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Zimanekî statuya wî nemisagerkirî bêguman dê bêbandor be. Ji lew re ziman bi axaftinê pêş ve diçe. Li vir qesda me ya ji fermîbûna kurdî ev e. Ji lew re fermîbûn di heman demê de şikandina dudiliya ji bo siberojê ye û bi xwe re perwerdehiya bi wî zimanî jî tîne. Wekî tê zanîn perwerdehî, di warê zimên de saziya herî girîng e. Bi vê sazîbûyînê re hêdî hêdî hukma zimanê serdest dişikê û ev şikandin bi xwe re teqlekê li xwendin, nivîsandin û axaftinê dixe. Yan na dê ziman her westdar be. Westdarî jî bendeke mezin e li ber pêşxistina asta jiyanê. Asta jiyana her civakê bi asta pêşketina zimanê wê ve girêdayî ye.  Ji bo vê, tişta divê bê kirin jî helbet têkoşîna ji bo rakirina bend û astengiyan xwezayî ye.”