13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zilan: Dixazin pergalek bêyî kurd ava bikin

Rojnameger Bêrîvan Zîlan di JINHA’yê de analîzek girt dest û bal kişand ser polîtîkayên hêzên hemogon ku dixwazin li Rojhilata Navîn pêş bixin. Zîlan anî ziman ku hêzên hegomon dixwazin li Rojhilata Navîn şer belav bikin û Rojhilata Navîn bêyî hebûna kurdan ji nûve dîzayn bikin.

Nivîskar û rojnameger Bêrîvan Zîlan bi minasebta 27’emîn salvegera komploya navdewletî li ser plan û polîtîkayên hêzên navneteweyî li ser malpera JINHA analîzek parve kir.

Analîza Berîvan Zîlan bu balê dikişîne ser armanca komploya navneteweyî û polîtîkayên hêzên navdewletî yên li Rojhilata Navîn wiha ye:

27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê jin, gelê Kurd bi xeta Bêrîtan- Gulnaz Karataş pêşwazî dikin. Bi ruhê berxwedana Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku nasanameya jinên azad temsîl dikin, têkoşînê bilind dikin. Li dijî komploya di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Rojhilata Navîn û jinan tê sepandin şervanên azadiyê yên bûne Bêrtîna û Zîlan têkoşînek dîrokî dimeşînin. Her roj şehadetên ku di vê oxirê de tên dayîn, weke bedelên herî mezin ên  ji bo jiyana azad- demokratik in.

Hêzên modernîteya kapîtalîst û TC di serî de hêzên kedxwar di sîstema Îmraliyê de, îsrara xwe, di tecrîda mutlaq de, sekna xwe ya komploger didomînin. Li dijî vê sala borî pêngava ji ‘Rêber Apo re azadî’ di 10’ê Cotmehê de hat detspêkirin di asta gerdûnî de deng veda. Di xebatên salekê yên pêngavê de, ji bo Rêber Apo bigihîje asta gerdûnî gavên girîng hatin avêtin. Îmze û daxuyaniyên 69 kesayetên xwedî Xelata Nobelê, dengek mezin vedan. Bi vê daxuyaniyê re Rêbertî ket rojeva civakên din jî. Daxuyaniya 1500 parêzeran bandorek mezin çêkir. Ji derveyî derketinên siyasî û hiqûqî yên pêngavê, di aliyê paradîgmayê de ji bo Rêbertî di her qadê de were nîqaşkirin gelek xebat hatin kirin. Bi taybetî rojên xwendina Parêznameyên Rêbertî, hem li Kurdistanê hem jî ji derve, gelek bi wate bûn. Lê belê pêngav di qadên çandî, tendirûstî, civakî û hwd de di gelek qadan de hinek kêmanî hatin jiyîn. Tevî hemû hewldanan hê rewşa tecrîdê nehatiye şikandin. Li Bakûr beriya hilbijartinê plana pêngavê bi bandor bû. Lê belê dem qezenc nekir. Li qadên din jî bi heman awayî bejdariya çalakiyan çêbû. Ji ber çalakiyên li navendan dem dem nehat kirin, ev rewş di rojeve siyasî de rê li ber qûtbûnê vekir. Ji bo pêngav di lingê civakî de lûtke were avakirin, mîtînga nevandî ya ku wê di 13’ê Cotmehê de were lidarxistin gelek girîng e. Ev mîting hem mîtinga pêngava lûtkeyê ya ku ev salek e tê meşandin e hem jî starta çalakiyên nû ye. Bi vê mîtinga ku gelê Kurd xwedî li Rêbertiya xwe derdikeve de, wê peyamên cidî bidin civaka navneteweyî.

Ji ber rewşa Rêber Apo TC ketiye nava zoriyê

Pêngava ku bûye rojev bi meşên gel li her qadê xwe dide der. Teşhîra şertên fîzîkî yên Rêber Apo, ji bo zexta saziyên navneteweyî derbixin holê, di aliyê asta rê li ber xistina rojeva fermî ya NY ya Konseya Ewropa encam derket holê. Di encamê de Konseya Ewropa ji bo rewşa Rêber Apo bigre dest di 17-19 Îlonê de civînek kir lê dîsa çû nêzîkatiyên mijûlkirinê. Wisa tê famkirin ku ji bo bertekên pêşketî bê bandor bikin xistine rojeva xwe. Ji ber Konseya Ewropayê hêzek ku komployê bi daxwaza DYE’yê dide meşandin e. Ji ber rewşa Rêber Apo, TC zoriyan dikşîne. Dixwaze tecrîda mutlak bi cezayên disiplînê bi bingeha hiqûqê ve girê bide. Ji ber xebatên ku tên meşandin sîstema navneteweyî zoriyan dikşîne lê belê hê ne di asta gavavêtinê de ye. Tevî van hemûya li ber xwe didin. Wê di 9’ê Cotmehê de komplo 26 salên xwe tamam bike, ji bo ji nû ve dînamîkên herêmên rêxistinkirî, di bingehê bi encamkirina stratejiya qirkirinê de dimeşîne. Tecrîd wê kengê xilas bibe hema bibêje nêzîkatiyeke ku ‘em’ dizanin hakim e. Ger were dîqetkirin Erdogan, dibêje plana li dijî qadên gerîla wê di salekê de bi encam bibe. Dîsa peymana Bexda-Enqereyê salek dem jê re veqetandiye. Konseya Ewropayê jî salek dem daye Tirkiyeyê. Ger em bifikirin ku ev sal ne tesaduf e, di nava vê salê de têkiliya bi geşedanên li Kurdistan û Rojhilata Navîn re di encamgirtina bi lez de bi îsrar in. Rewşa Rêbertî, bi pirsgirêka Kurd û geşedanên li herêmê ve rasterast girêdayî ye û hêzên desthilatdar wisa digrin dest. Pirsgirêka Kurd di azadiya Rêber Apo de derbas dibe. Navenda qirkirina siyasetê Îmralî ye. Hemû pêkanînên din parçeyeke vê siyasetê û temamkerên wê ne. Gavên Erdogan ên di polîtîkayên hundir û ji derve de avêtine, di bingeha konsepta Îmraliyê de ye. Qeyûm, dagirkerî, koçkirin, asîmîlasyon, hilweşîna aborî, fuhuş, sîxortî, madeyên hişber parçeyek ji van polîtîkayan e.

Bi şerê Îsraîl-Filistînê re herêm rû bi rûyî metirsiyên cidî ye

Hêzên ku di siyaseta komployê de evqas îsrar dikin, di nava zoriyek mezin de ne. Wê di meha Mijdarê de li DYE’yê hilbijartin werin kirin. Di bingeha sîstema xwe revîze bike de Kamala Harrîs derdixin pêş. Bi vî awayî şeklî dibe ku biçin guherînek lê belê di polîtîkayên dewletê de tu guherîn nayên kirin. Wê di polîtîkayên Rojhilata Navîn de kûrkirina şer û krîzê berdewam bike. Şerê Îsraîl-Filistînê ku hatiye geşkirin herêmê bi xeteriyên cidî re rû bi rû hiştiye. Ketina Lubnanê ya şer di aliyê Rojhilat Navîn de xeter û metirsiyê zêdetir dike. Çûyîna eniyên din ên şer weke tê zanîn bi plana dîzayna nû ya herêmê ve girêdayî ye. Di vê sedsalê de di polîtîkayên şekildana bê Kurd û bê jin de bi îsrar in. Li hemberî tevgera azadiyê encamên siyasî û leşkerî negirtin, ji bo xwe stratejiyek ava kirine. Ji derveyî vê ji hewa ve êrişî qadên gerîla, herêmên parastina medyayê, bi hevkariya PDK’ê amadekariya êrişên bejahî tê kirin. Di payîzê de jî îhtîmal heye ku dê herêmên din jî bigrin. Bi êrişên siyasî û leşkerî ku navenda wan tecrîd e, hewl didin qetlîaman normalîze bikin. Ger were dîqetkirin, şerê ku TC li qadên parastina medyayê dide meşandin di çapemeniya derve de ji nedîtî ve tê dîtin. Çapemeniya ku li Tirkiyeyê bi desthilat û muxelefta xwe di çarçoveya fermanên hikumetê de dibîne. Weke ku pirsgirêka Kurd înkar dikin, êrişên li dijî jinan jî tên kirin, înkar dikin. Wekî tê dîtin giranî axaftina Erdogan li ser polîtîkayên derve ye. Ger di şerê li hemberî gerîllayên azadiyê de encam girtibûya, bêguman wê ev di propagandayên navxweyî de bi awayekî bi bandor bi kar anî bûya. Her çend hewl bidin rastiyan veşêrin jî hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst îflas kiriye. Derfetên leşkerî yên rejîmê heta dawiyê hewl didin bi kar bînin.

Erdogan di polîtîkayên navxweyî de krîzên nû ava dike, zextê bê navber bi kartîne, hewl dide dîktatoriya xwe bi parêze. Rojevên nû ji civakê re ava dike, bi demê re dilîze û dide mijulkirin. Erdogan, Bahçelî, serokê giştî yê leşkerî û Huda- Par li gel hev wêneyê ku li Betlîs dayîn, ji derveyî polemîkê ne tiştek din bû. Di qirkirina Kurdan de ji rêxistinkirina Hizbulkontra heta niha amûra herî kêm ya bi karaniyî Huda- Par e. Komên girêdayî Huda-Par li Amedê êrişkirina kafeyan, daxyaniyên di cînayeta Narîn de û h.w.d rewş eşkereye, rastiya Huda-Parê bi civakê dayîna nasîn dikare hê zêdetir were bikaranîn. Ev kontraya ku bi taybet dijminê jin û mirovatiyê ye, ji aliyê desthilatê ve bi bandor tê bi karanîn. Muxalefet jî li cihê ku rojevê diyar bike, bi van rojevan ve girêdayî dimîne û bê bandor dibe. Diyardibe ku muxelefet bi hilbijartinan re di hevaya pozîtîv ya bi bandor  ava bûye de qasî pêwîst bi rêxistin nebûye. Dînmîkên civakî tevî daxwaza hilbijartina pêşwext bîne rojevê, sekna siyasî ya CHP’ê ku vê taloq dike, kêrî desthilatê tê.

Sedema krîza aborî şerê ku li dijî gelê Kurd tê meşandin e

Hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê krîza aborî hatiye wê astê ku êdî nayê weşartin. Encam û asta krîzê her kes bi rojane dijî û nîqaş dike. Lê sedema sereke ya krîza aborî şerê ku li dijî gelê Kurd tê meşandin e. Dewleta Tirk di nava sîstemek krîzê de ye, civak di vê aliyê de krîzê dijî. Sedema sereke ya vê krîzê ruxmê xwe dispêre pirsgirêka Kurd lê rastiyek muxalefetê ku jê direve heye. Partiya DEM’ê jî tenê tê hiştin. Di vê wateyê de ger dîsa bal bikşînin ser mijarê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” çareseriya demokratîkbûna Tirkiyê ye.

Îxaneta Enqere-Bexdayê demek e di rojeva gelê Kurd û hêzên siyasî yên Kurd de ye. Dewleta Tirk xwe dispêre vê lihevkirinê û êrîşên xwe zêdetir û dijwartir kiriye. Di rojevê de ye ku Komara Tirkiyeyê bi zêdekirina baregehên leşkerî û hejmara leşkerên nû gav bi gav dorpêçkirina navxweyî ya Iraqê bi pêş dixe. Hewlêr jixwe bûye parêzgeheke Komara Tirkiyeyê. Komara Tirkiyeyê bi bikaranîna hêza leşkerî û hêza siyasî li Kerkûk-Mûsilê ku birîneke dîrokî heye, dixwaze xwe bi tevahî ava bike û bibe hêz. Iraq bi tu awayî têkiliyên xwe bi karên Komara Tirkiyeyê re danayne lê dewleta Tirk li ser Kerkûkê ewqas lîstikan dilîze û hikumeta Iraqê rê li ber van vedike. Tevlibûna eşkere ya Erdogan di hilbijartinên parêzgarî û parlamentoya Kerkûkê de nîşan dide ku wan dev ji armanca xwe ya tevlikirina nava sînorên Peymana Neteweyî bernedane û bi piştgiriya ku ji PDK’ê distîne, dixwaze vê derê bike baregeh. Qada ku dikare ji bo plana xwe ya şerê taybet, xwe dispêre eniya Tirkmen a faşîst bi bandor bikar bîne. Her çiqas van metirsiyan bizanibe jî biryara Iraqê ya rê li ber Komara Tirk a faşîst vekiriye ji ber wê yekê ye ku wê ji bo berjewendiyên xwe yên demkî feyde dibîne û siyaseta fedakirina Kurdan ji bo xwe bi feyde dibîne. Plana metirsîdar a Komara Tirkiyeyê ya ji bo Iraqê ku armanca wê ya rasteqîn bi hincetkirina PKK’ê vedişêre û ziyanên ku dewleta hikumeta Sûdanê daye gelê Iraqê, lihevkirin û komployên qirêj ên li ser xaka Iraqê, her wiha sêgoşeya Enqere-Bexda-Hewlêr ji aliyê civakê ve rastî bertekan hatin.

Sekna gelê Başûr li dijî îxanet û dagirkeriyê dê her hebe

Dîsa anîna çeteyên DAIŞ’ê ya Başûr, valakirina gundan, hedefgirtina gund û herêmê, bûyerên şewatê û danîna nuqteyên kontrolê ji aliyê gel ve li dijî PDK’ê hêrseke cidî dide avakirin. Rastiya PDK’ê derketiye holê lê partiyên siyasî yên Kurd ên Başûr bi helwesta xwe ya pasîf û tirsonek bertekên raya giştî sist dikin. Li aliyê din gelê Başûr ku hişmendiya wê ya welatparêziyê xurt e, wê her dem li hemberî dagirkerî û xiyanetê xwedî helwest be.

DYE bi rojeva derketina ji Sûriyeyê, bi darê dewleta Tirk gefan dixwe. Di heman demê de girêdana Rojava ya bi ENKS û PDK’ê re ferz dikin da ku îtîbar û rewatiya PDK û ENKS’ê ku ji aliyê gelê Kurd ve teşhîr bûne, bi dest bixin û li qadan xurt bikin. DYE û koalîsyon di her demê de vê tînin rojevê. Tê zanîn ku dixwazin xeta PDK’ê li Rojava xurt bikin. Ji aliyek din ve li Sûriyeyê di navbera Rûsya û DYE’yê de nakokî berdevam dikin. Rûsya dixwaze Tirkiyeyê û Esad bîne gel hev û bi vê yekê re dixwaze Rêveberiya Xweser tasfîye bike û bi hêz bibe. Sûriye ji bo Rûsyayê deriyê ku derbasî Rojhilata Navîn û Behra Spî bibe ye. Beramberî vê Sûriye dixwaze Tirkiye û Emerîka ji Sûriyeyê derkevin. Ji bo Beşar Esad meseleya sereke derketina Tirkiyeyê ji Idlibê (Ji axa Sûriyeyê) ye. Vekişîna dewleta Tirk a ji herêmên Kurdan ên weke Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ne rojeva sereke ye. Ji ber vê yekê dide nîşandan ku qeyrana heyî di demeke nêz de hevdîtina Erdogan-Esed nayê xuyakirin. Li aliyek din dewleta Tirk di axa Sûriyeyê de tengav bûye. Ger bi Esad re lihev bike divê hesabê çeteyên ku li dijî wî rabin bike. Di vê qonaxê de polîtîka û plana êrîşa leşkerî ya dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê têk çûye. Lê belê wê êrîşên xwe yên li ser Rojava bidomîne. Bi vekişîna DYE’yê plana wê ya sereke dîsa dagirkirina tevahiya Rojava ye.

Plana Erdogan a Rojhilata Navîn bi tamamî vala derket

Di dema ku Tirkiye ji ber krîzên aborî, siyasî û civakî ve diçe û ji bo ku rastiya rejîmeke dewletî ya hilweşiyayî zindî bihêle, Erdogan li riyeke nû digere. Di vê navberê de hemû siyaseta Erdogan a Rojhilata Navîn têk çû. Ji bo vê jî hewl dide bi dewletên Ereb ên ku weke dijmin îlan kiribû re ji nû ve pêvajoyek nermbûnê bimeşîne. Di şer û qeyrana Rojhilata Navîn de wê hewldana Erdogan çi encam bide wê dem diyar bike. Bi welatên Erban re di têkiliyên aborî- bazirganî de germ nêz dibe lê vê zivirandina tekiliyên siyasî û hevkariyê zehmet e. Di vê wateyê de Erdogan ne tenê li rojava li Rojhilata Navîn jî herî zêde kesê ku qet bawerî nade ye. Dikare were gotin ku Sûriye ruxmê pirsgirêkên giran dijî jî dikare di aliyê siyasî de ji dewleta Tirk zêdetir xwe xurt bike. Dibîne ku dewleta Tirk di mijarê penaberan û siyaseta Sûriyêyê de tengav bûye û dixwaze ji vê sûdê bigre. Bi qasî ku dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka penaberên Sûriyeyê çareser bike DYE û NY jî dixwazin çareser bibe. Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan pêk bîne, bi rêbazên ku leşkerî nikare bike dixwaze ji aliyê siyasî-dîplomatîk bike û herêma xweser a Rojava ji holê rake. Ji aliyekî din ve, dest danîne ser mal û milkên hinek ji penaberên Sûriyeyê yên ku ber bi Tirkiyeyê ve kişandine. Ji raya giştî re tê gotin ku “têkiliya wan bi YPG’ê re heye, ji ber vê yekê em wan digirin.” Dewleta Tirk pirsgirêka penaberan a ku di rojeva muxalefet û civakê de ye, nizane dê çawa çareser bike. Pirsgirêka penaberan niha ji bo AKP’ê rewşeke gelekî dijwar e. Li hemberî êrîşên li dijî Rojava, polîtîkayên tên meşandin û polîtîkayên welatên Ereban yekane riya çareseriyê ew e ku di çareseriya alozî û krîza Rojhilata Navîn de xeta 3’emîn esas bigirin.

Îrana ku li dijî êrişên Îsraîlê û piştgiriya ji welatên Rojava, ketiye zorê, girîngiyê dide têkiliya bi welatên Rojava re. Namzedê reformîst Pezeşkiyan ji ber ku hewl tê dayîn Îran ji bo êrişê Îsraîlê bike tê sorkirin û bibe zemînê mudaxeleyê, dest bi trafîka hevdîtinan kir. Bi van hevdîtinan, hewl dide ji dorpêça heyî rizgar bibe. Piştî navberek dirêj, Iraq û Başûr ziyaret kir. Bi vê yekê peyam da Tirkiye û DYA’yê ku li wê derê xwedî gotin e. Bi serdana taybet a Silêmaniyê jî hewl dide li dijî PDK û Tirkiyeyê muxatabiya YNK’ê bi hêz bike. Îran; ji Sileymaniyê dest pê dike û dixwaze li Kerkuk, Mûsil û Iraqê bi bandor bibe. Bi axatina bi Kurdî jî peyamên germ da gelê Kurd. Rejîma Îranê li Rojhilat û Îranê dijberî vê nermahiyê polîtîkayan dimeşîne. Polîtîkayên darvekirin, girtin û hwd. didomin. Bi hilbijartina nû ya serokomariyê re tiştek nehat guhertin. Tevgera Azadiya Jinan, li dijî Îranê xwedî sekneke siyasî ye. Dirûşma Jin Jiyan Azadî li welatên weke Hindistanê deng veda. Ev dirûşm, ruh û îrade ye. Li dijî vê yekê polîtîkaya îdamê weke gefeke daîmî ye.

Ji aliyê bandora polîtîk a tevgera jinan ve pêşketinên nû li welatên din jî çêbûn û ketin rojevê. Çalakiyên jinên Afgan di bin çarşefên reş de bi gotina stranan, serhildanên bi dirûşma Jin, Jin Azadî yên li Hindistanê, çalakiyên girîng bûn. Ji bo mehkûmkirina çetekariya olperest a Afganistanê, zayendperestî û kapîtalîzmê cihekî mînak e. Dîsa li dijî wehşeta Îsraîlê rastiya gelê Filistînê yê ji Hamasê veqetiya û li ber xwe dide heye. Trajediya Filistînê, ya gelên Rojhilata Navîn e. Kurdan ve trajediyê li Efrîn û Serêkaniyê jiyan û hê jî dijîn. Ger Erdogan derfet bibîne dê ji Netanyahu betertir bike lê pêşiya wî girtiye û nikare vê yekê bike. Berxwedana jinan di vê xalê de her dem bihêz bû. Qîrîna ji bo azadiyê ya li herêmên cuda yên cîhanê bilind dibe divê veguhere têkoşîna kolektîf û rêxistinbûnê. Di qadên jiyana civakî de, li dijî jinan êrişên mezin tên kirin. Polîtîkayên fihûş, tiryakê ji bo rizandina civakê tên pêkanîn. Li dijî pêkanînên şerê taybet, sîxurkirin, tiryaki fihûş, koçberkirin xirabkirina xwezayê divê polîtîkayeke rêxistinkirî ya ku civakê şiyar bike, bertekê derxe holê hebe. Bi vê yekê dê van hewldanan vala derbikevin.

Em di pêvajoyeke ku ji bo jinan û gelan girîng e de ne. Li herêma ku tê xwestin ji nû ve teşe bidinê, hêza diyarker Rêber Apo û têkoşîna azadiya jinan e. Ji ber vê yekê pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” di heman demê de pêngava demokratîkbûna Rohilata Navîn e.