12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zilamê rûpoşkirî!

Nizamettîn Ozturk

Em dikarin bibêjin hemû mirovên cîhanê rûpoş di dêma nexweşiya koronayê de nas kir û bî wê re zêde hemhal bûn. Lê rûpoş wisa jî ji parçeyek caw pêk nayê! Mirov vê bêjeyê ji bo wateyên kûr bikar tîne. Piranî ji bo mirovên durû peyva “evê rûpoşkirî” tê gotîn. Ev kesên rûpoşkirî li gorî rewş, dem û cih tevdigerin. Rûpoşên wan di berîka wan de ye.

Di van rojên dawî de, zîlamekî bi navê bi cibe, rika xwe kiriye partiya me HDP’ê. Li ser medyaya dijîtal bênavber êrîşî HDP’ê dike. Wekî ku Şeyhulîslamê ku “fetwayê” dide. Ev zilamê rûpoşkirî ji endam û hilbijêrên partiyê bigire heta gel, bêbextî û nifiran dike. Bi vê yekê jî dilê wî hênik nabe û gefan dixwe. Ev jî têrê nake, wekî şervanê ku di dest de şûr û mertal heye. Tu dibêjî qey di nava şerekî dîjwar de ye û ketiye cengê. Zilam li dû bêbextî, nifir û gefan e. Daxwaza xwe wiha gulgulî dike; “… kesên dengên xwe dane wê partiyê, divê demildest û teqez ji hemwelatbûnê bêne derxistin û bêne dersînorkirin.” De îca ka mirov şaş metel dimîne…

Ev zilamê rûpoşkirî di medya civakî û TV’yan de, cibe li ser, bi rih ê xwe yê direj tev bernameyan dibe.  Wisa kesekî rûrehman jî nîne. Dîsa jî tu dibêjî qey serdestê otorîteya ola îslamê ev kes e. Lê dema di nava bernameyan de tê temaşekirin; bi ken û henakan û bi sosretiyê xwe nîşan dide. Wekî mîna şovmenekî profesyonele. Ev tişt me eleqedar nake û em mîna wî heqaretê li kesan nakin. Jixwe wî zilamî di her alî de bi lez berê xwe daye sosretiyê, oxir be ji wî re…

Gelo em jî wî zilamê hanê re dikarin bibêjin seyda an jî mela? Heşa! Mela nîne. Seyda qet nîne. Lewre em wisa pênase bikin, ew dê ji wan kesên bi nirxdar re wekî heqareteke mezin bê hesibandin. Lê ev xwe wekî firîştekî dibîne. Ev tiştekî din e. Tu bêjî xoce ye, ew jî nîne. Çima? Ji ber ku kesekî wisa leb û lût cemata mizgeftê çavan bide lîmejkirinê? Bi wê helwesta xwe dê nava mizgeftê tevlihev bike. Lê ka em dîsa jî jêra bibêjin xoce. Xoce ji xwe re karekî medyatîk bi dest xistiye. Lê xoce efendî em ji te tikan dikin tu bi şowêntiya xwe dûrî me bisekine.

Erê, em niha çend pirsan ji xoce efendî bipirsin. Ma tu qet ji me fedî nakî? Tu ji xwedayê dilovan jî natirsî? Divê tu vê gotinê tesewûfê mezin Yunus Emre baş bizanibî. Çi dibêje: “Ez ji ber xatirê afirîner ji afirandiyan hez dikim.” Ango  “Ez ji ber xatirê Xwedê ji yên ku hatine xuliqandin hez dikim.” Tu vê gotinê jî qet nadî ber çavên xwe. Ev jî me qet eleqedar nake. Lê kê ev maf daye te. Tu dixwazî bi milyonan kesan ji vî welatê pîr û kalan bi qewirînî!

Xoce efendî, ez jî di nav de, tu heqaretê li milyonan kesan dikî. Tu xwe zêde fîşal dikî. Xuya dike ku tu ji gunehan û hikumê şerrî natirsî. Ev jî me eleqedar nake.  Lê ev pratîka te di zagonan de sûc e. Sûcên mezin in. Tu bi xwe jî dizanî. Li ser van sûcan re çend sal biborin jî dê dîsa di çerçevoya hiqûqa gerdûnî  de hesabê vê bê pirsîn!  Xoceyê bi rûpoşkirî û bi cibe! Ka hinekî li dîrokê binêre. Bi saya kê niha li vir pifî pifa te ye! Dibe ku hişê te ne li serê te be…

Belê xoce efendî, li wî welatî tiştên balkêş hene. Kî dixwaze gavekê pêş de biçe û bibe xwediyê tiştekî, yekser dijminatiya HDP ê dike. Kî dixwaze hebûna xwe îspat bike, bela xwe li HDP’ê dide. Hêza xwe li ser me diceribînin. Bi nijadperestiya xwe wekî pêşbazekî/ê derdikeve pêş me. Ev bûyerên erzan bi piranî di nava siyasetmedaran de pêk tên. Li aliyê din dibejin kurd birayên me ne! Kî dê bawer bike? Em wan kesan fahm dikin. Ê xoce pêdiviya te çi heye? Tu çîma şikur nakî. Jixwe tu di her warî de kesekî zêde zêde navdarî. Qet hewce nîne tu ji bo van tiştan bela xwe li me bidî. Ji bo te şermeke girane lo…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê