7 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Zihniyeta cemiyeta “Tûran” a Gobles li ser kar e

Balkêş e,  cemiyeta  panturkîst “TURAN” bi pêşengiya wezîrê Hitler, Joseph Gobels hate avakirin. Yanî Ziya Goklap û Gobels, di “panturkîzma nazîstî” de destûbirak in.

Banga Dewlet Bahçelî ya li Abdullah Ocalan “big bang“ bû û di aliyê siyasî û sosyolojîk de, meşa ber bi guhertinek demokratîk bû, lê xuya dike ku dawiyê nayînin.  Lewma karîzmaya Dewlet Bahçelî jî ber bi sifirê ve dadidkeve.

Li Tirkiyeyê; Kanuna Takrir-î Sukûn  nîn e. Lê gotina di “Divan-i Lugati-Turk” a Kaşgarli Mahmut de,  “Arzı Ekrad” jî qedexe ye. (1)

Li Tirkiyeyê, gotina ”birayên me yên Kurd“ heye û tê bikaranîn, lê  “Şark Islahat Raporu”   û “kanuna takrîr-î Sikûn”  di pratîkê de ne. Ev rewşa awarte ya veşartî û organize ye û rê nade ku burokrasiya li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê  milîmekê ji xîşkê derkeve.

Sed sal in, bi qedexe, înkar û tunekirinê hewldidin kurdan tune bikin. Tenê “gora betonî” layiqî kurdan dîbînin. Bi vê fikrê, êrişî gor û gorîstanên kurdan jî kirin û dikin.

Ev korîtiyeke siyasî, civakî û hiquqî ye û encama sîstema Îttîhat û Terakî ye; 2 ajandeyên vê sîstemê hene. Yek aşkere ye. Ya din jî veşartî ye. Her du ajanda jî, bi şêwaza komîte-çete û neteweya “tirkî”tiyê diparêzin û ji formasyonên civakî û hemû zanistiyan dûr in.

Ev pergala “îstîbdad”ê ye,  di aliyê siyasî de sistema “Çil Haramiyan” e, di aliyê hiquqî de, sistema “çete” û “mafioz” e. Ya sêyemîn jî xwîzîkî ye. Xwzîk navê şeytan e. Cûdatiya meclîsa îro ya Tirkiyeyê, ji meslîca salên 1921 û 1946 nîn e.

Di salên 1921e de, nûnerên gelê kurd hebûn, lê gotina wan pere nedikir. Bêqîmet bû. Îro jî, nûnerên gelê kurd hene. Dema li meclisê diaxivin, mîkrofona wan tê girtin.

Destura bingehîn ya sala 1924an jî, çend serdeman hatibe guhertin jî, di pratîkê de ye û tora polayî û “sîsîka nijadperestî” diaprêze. Di serdema damezrandina dewleta Enqereyê de, hêza  wan a parastinê eşîrên kurdan bûn, dîsa jî, paşayên Îttîhat û Terakkî çeteyên bi nave “gîzîr” avakiribûn û li dijî gelan bikar dianîn. Îro jî “cerdevan” hene. Di sala 1921ê de artêşa nû ya dibin sîwana Meclisa Enqereyê de hate avakirin jî,  bi serfermandariya Sakalli Nureddîn Paşa û çete Topal Osman, bi zihniyeta “pan-Turanî” ya Naziyên Tirk û diruşmeya “Tûrkûz, tûrkçûyûz” êrîşî kurdan kirin.

Ev çend hevokên kronolojîk, nexşeya duh û îro ya  dewleta Enqereyê nîşan dide ku mirov nikaribe bêje ku dewlet, ji despotîzma serdema Osmaniyan “ulufe” û “timar”ê derketiye. Kopyaya dîmenê sedsala navîn a Ewropayê  û otoriteya sedsal navîn  e. Timar terbiyekirina hespan e. Ulufe êmê dewaran e.

Hem di şerê nîvsedsalî de û hem jî beriya wê jî, zihniyet, mêjî û hişmendiya mîratzedeyên Îttîhat û Terakkî ya tunekirinê,  hem rêbazên Hesen Sebeh yê sîqastî, hem lîstikên Bizansî û hunerbazê dîplomasiya bi gotinên retorîk Çîçero ji dest bernedan.

Piştî van kiryaran teva, di serdemeke ku kes ne li bendê bû,  ji nişka ve Dewlet Bahçelî di civîna partiya xwe ya Meclisê de, banga dexaletê kir. Weke humanîstekî got; “Bila Ocalan were parlamenê di civîna DEM Partiyê de biaxive, şer bidawî bike, rêxistina çekdarî bi dawî bike.”

Pişt re “Mafê Hêviyê“ kire rojevê. Ev jî dihate wateya ku ji maseya aştî û çareseriyê re amade ne ku rûnên, mafê Kurdan ên demokratîk qebûl bikin,  Abdullah Ocalan azad bikin.

Li hemberî ku mafê hêviyê mafekî hiquqa gerdunî ya jiyanê ye, Dewlet Bahçelî, weke xêra dewlet û desthilatdariyê bikaranibe jî, Kurdan ev nekir mesele û diyar kirin ku ew ji bo aştiyeke bi rûmet amade ne.

Abdullah Ocalan jî ew bang nixannd, di name û beyanên xwe de mafên hiquqî û demokratîk ên gelê kurd bi zimanekî felsefîk, sosyolojîk û hiquqî û di  çarçoveya dîrokî û hevkariyên bi mînak  danîn holê.

Li ser banga Abdullah Ocalan, PKKê xwe fesixkir, çek şewitandin, sazî û dezgehên kurd li welat û derveyî welat gavên ciddî avêtin.

Li aliyekî maseya aştiyê, dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê heye, li aliyê din Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurdistanê û DEM partî  hene. Aliyê Kurd, gavên dîrokî avêtin. Lê mercên ku Abdullah Ocalan bi awayekî zanistî û hiququî danîn hole û hemû daxwaz jî xwezayî ne. 7 meh derbasbûne hîna yek bi tenê nehatiye cih. Tenê “komîsyona di bin sîwana meclisê de hate avakirin. Komisyonê guhdariya hin saziyên civakî, hiqûqî û mafên mirovan kir. Lê guhdariya muxatabê li pêşberî xwe nekir.

Muxatabê li pêşberî dewlet û desthilatdariyê; yek Abdullah Ocalan e. Du, Tevgera Azadiya Kurdistanê  ye. Sisê, DEM partî ye. Her sê muxatab bang dikin û dubare dubare dibêjin pêwist e, komîsyon muxatabê yekemîn Abdullah Ocalan guhdar bike.

Minakên cîhanê didin û dibêjin; Pirsgirêka kurd hem Rojhilata Navîn, bi taybetî Suriye; Iraq û Îranê eleqedar dike; ligel vê pirsgirêka kurd Ewropa, Amerîka û tevahiya cîhanê eleqeder dike, divê Ocalan were guhdarkirin.

Sozên Dewlet Bahçelî, biryara Dadageha Mafên Mirovan a Ewropayê,  bangên hiquqnas, saziyên navneteweyî yên mafên mirovan û hiquqî bibîrtînin û dibêjin; “Mafê Hêviyê” mafê jiyanê ye û mafekî gerdunî ye, ne tenê Abdullah Ocalan  bi hezaran kurdên bi deh salan in di zindanan de îşkenceyan dibînin eleqeder dike, divê hûn bikin meriyetê.

Dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê, hîna bi zihniyeta “li Çînê, li Efrîqa, li ezman çadireke kurdan hebe, em qebûl nakin, em ê êrişî wê çadirê bikin” tevdigerin. Çima, ji ber ku li Tirkiyeyê “faşîzma enternasyonal” heye… Ev zihniyeta bermayiya  Serokwezîrê 5emîn ê Tirkiyeyê Şukrî Saraçoglû û Serfermandarê artêşa wê serdemê Fevzî Çakmak ku bi Naziyan re têkildar bûn e. Zihniyeta “Naziyên Tirk” hîna serdest e.

Civaka kurd, Dewlet Bahçelî baş nas dike. Bi taybetî di êrîşa li dijî 8 bajarên kurdan de, di dema Sendroma Nisêbînê de, got: “Li Nisêbînê kevir li ser kevir, serî li ser bedenê nahêlin;”  di dema dagirkirina Efrînê de jî got; Efrîn ji bo me “Kizil Elma-Sêva Sor e”. Ev gotin pêlên di hafizeya civaka Kurd de ne.

Ev serokê gurên har e. Wesayeta “îstîbdadê ye û ji nişka ve, bi nasnameyeke “humanîst” derkete pêş û bi edayek “dexalet”  bang li Abdullah Ocalan kir ku biçe Meclîsê. Şer bide rawestandin û rêxistiniya çekdarî bi dawî bîke.

Piştî şerê nivsedsalî, ji nişka ve û bi devê serokê partiya herî nijadperest Dewlet Bahçelî bangek hate kirin û got: Eger vê dîrayetê û biryardariyê nîşan bide, ji bo bikaranîna “mafê hêviyê” wê pêşiya sererastkirina qanunî pêkwerê û pêşiya wî heta dawiyê were vekirin”

Mixabin û bi gotineke kurdan, “heyf li mêrên ku li gotinên xwe xwedî dernakevin”  7 meh derbas bûn. Lê ji bilî “şantajan” di aliyê siyasî, civakî, hiqûqî  û demokrasî de yek gav bi tenê nehatiye avêtin. Li girtîgehan jî hîna zihniyeta gastapo Esat Oktay Yildiran serwer e. Divê Dewleta Enqereyê ji zihniyeta Teşkîlat-î Mahsûsa-Qereqol, ji Gladio û mafioza Kontr-Gerilla were rizgar kirin.

1-Kanûna Takrîrî Sikûn di 4ê adara 1925an de hatiye qebûl kirin.