4 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Zeytûn li darê 30 lîra li bazarê 70 lîra ye

Bi komkirina zeytûnan re, kirîn û firotina zeytûnan dest pê kir. Esnaf Erdal Başaran ê ku zeytûnan ji Hatayê dikire û li Amedê difiroşe, diyar kir ku zeytûn ji zeviyê heta digêje bazarê ji 30 lîrayî digêje 60-70 lîrayî û kirîna welatiyan sal bi sal kêm dibe.

Demsala komkirin û firotina zeytûnan dest pê kir. Li Amedê herî zêde zeytûnên Hatay, Nîzîp û Dêrikê tên firotin. Esnafên ku bi kirîn û firotina zeytûnan debara xwe dikin, ji ber ku zeytûnên Hatayê berê tên komkirin; diçin zeytûnan ji Hatayê dikirin û li Amedê difiroşin. Piştî komkirina zeytûnên Hatayê diqetin, vê varê zeytûnên Nîzîp û Kîlîsê dikirin û li Amedê difiroşin. Herî dawî jî komkirina zeytûnên Dêrikê dest pê dike û vê carê diçin zeytûnên Dêrikê dikirin û li Amedê difiroşin. Kîloya Zeytûnên Gemlikê bi 60-70 lîra, zeytûnên Gulekî û Zoncik bi 90-100 lîra û Zeytûnên Xirxalî jî bi 170 lîrayî tên firotin.

Esnafên ku zeytûnan ji baxçeyan dikirin û li bazarê difiroşin diyar dikin ku li darê kîloya zeytûnan 30 lîra û li bazarê 60-70 lîra ye û sal bi sal kîran wan kêm dibe. Esnafê 47 salî Erdal Başaran ku 30 sal in zeytûnan dikire û difiroşe, anî ziman ku herî zêde welatiyên xizan zeytûnan ji cem wî dikirin. Başaran, da zanîn ku ew cûreyê Zeytûnên Gemlîkê dikirin û difiroşin û wiha got: “Zeyta cûreyê zeytûnên Gemlîkê zêde ye. Ji ber vê yekê zêde tên xwarin. Em her sal nêzî 30 ton zeytûn ji Hatayê, nêzî 20 ton ji Nîzîpê û nêzî 12-13 ton zeytûn jî ji Dêrikê dikirin û li Amedê difiroşin. Kirîn û firotina zeytûnan nêzî 2 mehan didome. Em kîloya zeytûnan li Baxçe bi 45 lîrayî digkirin. Lê dema zeytûn di darê de bin û hêj nehatibin komkirin kîlo bi 30 lîrayî ye. Ji ber karker serê kîloyê 15 lîra heq digirin, piştî hatin komkirin digêje 45 lîra yî. 5-10 lîra li heqê sefera rê diçe. Heta digêje Amedê kîlo li ser me dibe 50-55 lîra. Em jî ji bo debara xwe bikin kîlo bi 60-70 lîrayî difiroşin.”

Başaran, anî ziman ku zeytûnên Hatayê li ser dezgehên esnafan bi 100-120 tl tên firotin, lê ew li Amedê bi 60-70 tl difiroşin û wiha axivî: “Em li vir bi komî difiroşin. Ji ber vê yekê em erzan difiroşin. Sal bi sal kirîna zeytûnan kêm dibe. Welatiyên ku sala par ji bo malên xwe 50-60 kîlo dikirîn, îsal ji ber qeyrana aborî 20-30 kîlo dikirin. Ev giredayî qeyrana aborî ye.”

Başaran, da zanîn ku ew hem zeytûnên xwerû û hem jî zeytûnên şikandî ku hatine amedekirin difiroşin û ev agahî dan: “Em li vir zeytûnan hem xwerû û şikandî difiroşin. Em zeytûnan di makînê re derbas dikin û dişkînin. Her bîdonek 3 kîlo zeytûn têde hene. Em bîdonên zeytûnên hazir bi 270-280 lîrayî difiroşin esnafan. Esnaf jî bîdonê wî 350 lîrayî difiroşin.”

Erdal Başaran herî dawî da zanîn ku ew 9 nifûsan bi kirîn û firotina zeytûnan xwedî deke û debara malbata wan li ser zeytûnan e.”