Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi sedema têkiliyên bi kesên ne li gorî exlaqê civakê tevdigerin re, pênekirina pîvanên partiyê, bi awayekî keyfî girtina ji peywirê, bicihneanîna pêvajoyên demokratîk, Hevşaredarê Qoser a Mêrdînê Zeynî Îpek sewqî Desteya Disiplîna Navendî kir û biryara îxrackirinê da.
Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê ji bo parastina xwe bike, heta 26ê Kanûna 2024an muhlet dabû Îpek lê ne bi nivîskî ne jî bi devkî parastina xwe nekir. Bi vê sedemê jî Desteya Disiplîna Navendî biryara îxrackirinê da. Di daxuyaniya Desteya Disiplînê de hat gotin ku Zeynî li gel ku xala rêziknameya partiyê ya “Heke kesên serî li desteya disiplînê dayin, ji partiyê îstîfa bikin jî heta lêpirsîna displînê temam dibe ev îstîfa nayê qebûlkirin” bi bîr xist û got ku Îpek di 25ê Kanûna 2024an de li ser hesabaa xwe ya medyaya dijîtal ragihandiye ku îstîfa kiriye.
Bi domdarî hat gotin ku bi sedemên xala jor hatiye destnîşankirin, îstîfaya Zeynî Îpek nehatiye qebûlkirin û lêpirsîna disiplînê hatiye domandin û piştre biryar hatiye dayin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama lêkolîn û nirxandinan de derketiye holê ku hemû îdiayên Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ên derheqê Zeynî Îpek de rast derketine; vî kesî bi kesên ne li gorî exlaqê civakê tevdigerin re têkilî pêş xistiye, ketiye nava pratîkên ne li gorî pîvan û nirxên civakê, li gorî daxwaza hinek komên rantxwir tevgeriyaye, bêyî hincteteke mafdar nîşan bide bi keyfî cîgirên hevşaredaran ji peywirê girtiye, pêvajoyên demokratîk bicih ne aniye, bi feraseta yekperest tevgeriyaye, hevşaredara me beşdarî pêvajoyên biryardayinê nekiriye û bi van sedeman jî bi piraniya dengan ji DEM Partiyê hatiye îxrackirin.