12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê

Zeyneb Murad da zanîn ku banga Abdullah Ocalan bûye bingeha konferansê û got: "Piştî konferansê her çar parçe û nûnerên me yên li Ewropayê derketin qadan."

Partî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 26ê nîsanê de li bajarê Qamişloyê hatin cem hev û “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê” li dar xistin. 400 delegeyên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê beşdarî konferansê bûn û di “belgeya helwestê” ya ku hat ragihandin de yekitiya kurdan hat destnîşankirin.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) Zeyneb Murad ku xebatên konferansê bi rê ve bir û tev li konferansê bû, der barê pêvajoyê de ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxandin kirin.

Zeyneb Murad diyar kir ku konferans di encama xebateke mezin de pêk hatiye û got: “Konferansa Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî, konferanseke bi salan bû ku di rojeva me de bû. Wekî KNKê me ji bo pêkanîna vê konferansê bi salan xebateke berfireh meşand. Ji bo xwegihandina çar parçeyên Kurdistanê û pêkanîna konferanseke bi vî rengî, 2 sal berê, wekî ku hûn jî zanin, sedala Peyaman Lozanê bû. Bi boneya vê me wekî KNKê konferansek li dar xistibû. Ji par parçeyên Kurdistanê partî, akademîsyen, nivîskar û kesên bebriçav beşdar bûbûn. Ji bo pêkanîna Konferansa Neteweyî ya Kurd daxwaz hatibû kirin. Lê di van du salan de şert û merc pir zehmet bûn. Şerekî pri dijwar hebû. Li seranserê cîhanê geşedanên neyînî hebûn.”

Zeyneb Murad da zanîn ku konferans bersiva êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û got: “Ev hewldan li Rojava bi serkeftineke mezin bi dawî bûn û Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat lidarxistin û bêguman konferans di encama kedeke mezin a partiyên siyasî, nûnerên wan, rêxistinên civaka sivîl, KNKê û saziyên civaka kurd de nexşerêya çareseriya demokratîk a hevpar hat weşandin. Daxuyaniya hevpar girîngiyek mezin bû, yek ji xalên daxuyaniyê naskirina mafên gelê kurd di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de bû. Di rêveberiya nû de jî maf, hebûn û nasnameya gelê kurd li ber çavan nehat girtin. Her kes dizane ku; Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyeke xweser û artêşek bi bedelên giran hatiye avakirin. Pergaleke ku bi peymanên navneteweyî hatiye avakirin heye û ev pergal xizmeta van gel û civakan dike. Lê belê di guhertinên di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de mafên gel û civakan li Sûriyeyê nehatin girtin. Ev konferansa helwesta hevpar bi rastî jî bersivek ji bo vê yekê bû. Ev konferans konferansek bû ji bo danîna diyalog û gotûbêjên hevbeş bû. Ev konferans ew bû ku di pêşerojê de diyalogeke hevpar bi hikûmeta Şamê re bê danîn û konferanseke helwesta hevpar bû.”

Zeyneb Murad da zanîn ku banga Abdullah Ocalan bûye bingeha konferansê û got: “Piştî konferansê her çar parçe û nûnerên me yên li Ewropayê derketin qadan. Gelê me di konferansê de kêfxweşiya xwe anî ziman. Ev gaveke gelekî dîrokî bû. Lidarxistina konferansê ne hêsan bû. Me bi sedan civîn pêk anîn û bi partiyên siyasî re hevdîtin hatin kirin. Ya ku zemîna vê konferansê ava kir birzê Abdullah Ocalan bû. Piştî ku di 27ê Sibatê de bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin, ev bangawazî bandoreke erênî li ser xebatên me kir.”

Zeynep Murad bilêv kir ku dê şandeya ku piştî konferansê bê avakirin û dê tim bi hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser re duyalogê deyne. Zeynep Murad destnîşan kir ku girîng e ku konferans li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye lidarxistin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê