Rêxistina Mafên Mirov a HRNAyê têkildarî rewşa girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan ku li girtîgeha Yezd a Îranê cezayê heta hetayî lê hatiye birîn, raporek belav kir.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku Zeyneb Celaliyan take girtiya siyasî ya jin e ku ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê heta hetayî lê hatiye birîn û niha li girtîgeha Yez de tê hiştin. Hatiye gotin ku tevî rewşa tendirustî ya Celaliyan ji ber nexweşiya çav û gurçik û mîdeyê xirabe, lê hîna jî ji çavdêriya bijîşkî ya pêwîst û berdewam bê par hatiye hiştin.
Hatiye diyarkirin ku demek dirêje girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ji ber nexweşiyên mîde, gurçik û çav rewşa wê xirabe, lê heta niha berpirsên girtîgeha Yezd karûbarên pêwîst ji bo dermankirina wê nekirine.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku meha borî li yek ji nexweşxaneyên bajarê Yezd neştergeriyek ji Zeyneb Celaliyan re hatiye kirin, lê piştî du rojan carek din ew vegerandine girtîgehê. Hat gotin ku di dema neştergeriyê de jî kelepçe bi destên Celaliyan ve bû.
Hêjayî gotinêye ku Zeyneb Celaliyan di sala 1982yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2007an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25ê sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî .