Komleye Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), têkildarî binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çile raporek amade kir. Li gorî raporê di çile de 7 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, 3 rojnameger jî rasti tundiyê hatin. Seroka MKGê Roza Metîna, li ser armanca amadekirina raporan û polîtikayên desthilatê nirxandin kir û wiha got: “Pîşeya Rojnamegeriyê li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û li cîhanê, karekî gelek girîng e. Li ser civakê bandoreke girîng çêdike. Ji bo rastiya civakê, ked û berxwedana civakê derkeve pêş, roleke girîng dilîze. Ji ber vê yekê, desthilat ji bo pişta xwe xurt bike û rastiyan berovajî bike êrîşî çapemeniya azad dike. Li dijî van êrîşê têkoşîna kedkarên çapemeniya azad jî berdewam dike.”
Roza Metîna da zanîn ku wekî MKGê, ji bo rêxistinkirina jinên rojnameger bêtir xurt bikin û bêtir rastiyan ji civakê re ragihînin û keda civakê derxin pêş û weke alternatîfekê li dijî zimanê zayendperet têdikoşin û di bin baneyê MKGê de kom dibin û wiha axivî: “Di heman demê de em kar û xebatên xwe bi atolyeyên rojnamegeriya jinê xurtir dikin. Ji bo jinên rojnameger bêtir xurt bibin û bêtir sûdê bidin civakê em têdikoşin. Em ji mehê carekê bi raporan binpêkirina mafên rojnamegerên jin bi raya giştî re parve dikin. Di 2024an de me rapora salane pêşkêşî raya giştî kir. Herî dawî me rapora çileya 2025an bi raya gişti re parve kir. Me di vê raporê de bal kişand ser binpêkirina mafê jinên rojnameger û bal kişand ser êrîş û astengiyên li pêş jinên rojnameger. Li gorî rapora me 9 rojnameger girtî ne. Di çile de 7 rojnameger hatin binçavkirin.”
‘Em ê bêtir teşîr bikin’
Roza Metîna destnîşan kir ku sedema ku ew qas rojnameger tên binçavkirin û girtin, parastina bîrdoziya AKP-MHPê ye û wiha berdewam kir: “AKP-MHP dixwaze bîrdoziya xwe li civakê ferz bike û ji ber vê yekê dixwaze rojnamegerên muxalif bêdeng bikin. Em jî li dijî vê yekê dixwazin rastî û heqîqetê ji civakê re ragihînin. Armanca parvekirin û ragihandina van raporan teşhîrkirina ve hişmendiyê ye. Em dixwazin bi van raporan hişmendiya yekperest û dijminantiya jinê dike teşîr bikin. Rapor jî diyar dike ku desthilata heyî çiqas dijminê jinê ye. Nişan dide ku çiqas ji ked û têkoşîna jinê ditirse. Ked, têkoşîn û serkeftina jinê tehemul nake. Jineke xurt û rêxistinkirî tê wateya civakek xurt û rêxistinkirî. Ji ber vê yekê naxwazin rojnamegerên jin serbest tev bigerin. Em ê jî li dijî van zextan heta dawî raporên xwe parve bikin û vê polîtîkayê teşîr bikin. Em ê binçavkirin, girtin, dûrxistina ji pîşeyê teşîr bikin.”
Roza Metîna anî ziman ku ew ê tu carî netirsin û gavan paşve navêjin û wiha bi dawî kir: “Bi van zextên li ser çapemeniyê armanc dikin ku jinê û civakê bêdeng bikin. Em ê tu carî dest ji pênûsa heqûqetê bernedin. Em ê tu carî dest ji kameraya xwe bernedin. Em ê heta dawî têbikoşin. Em ê bêtir raporan parve bikin û bêtir li ker rastiyan rawestin. Em dixwazin bi van raporan têkoşîn û keda jinên rojnameger biparêzin. Yek ji pirsgirêkên sereke yê vî welatî astengkirin û binpêkirina mafê azadiyê û astengkirina parastina heqîqetê ye. Astengkirina azadiya fikr û ramanê ye. Di rapora çile de jî tê dîtin ku ev desthilat çiqas ji azadiya fikr û ramanê ditirse. Dixwaze fikr û ramanê azad ji holê rake û fikrên xwe di nava civakê pêş bixe. Ji ber vê yekê em ê heta dawî mafê azadiya fikr û ramanê biparêzin û em ê tu carî serî netewînin.”