Mixabin di civaka me de, jin an jî xort beriya 18 saliya xwe tên zewicandin. Lê zewaceke ji neçarî ye! Malbat, bi hişmendiya ‘bila zû biçin ser nisîbê xwe’, zarokên xwe bi biçûkanî dizewicînin. Ew hîn zarok in û gelo ji zewacê çi fêm dikin an jî çi tê ber çavên wan; kirasê bûkanî û cilên zavatiyê? Di vî emrê xwe yê biçûk de, nizanin zewac çi ye, heta ku bi îradeya xwe bizewicin û jiyaneke hevjîniyê ya têgihiştî hilbijêrin. Gelek keç û xort di nav destên malbatên xwe de bûne lîstik.
Ew derfetê nadin ku keçên wan bi têgihiştinekê mezin bibin, heta ku ji zewacê fêm bikin! Lê ger em bêhtir bala xwe bidinê, em ê bibînin ku asta wan a têgihiştina zewacê ne asteke bilind e. Beşek ji ciwanên îro ku ji tenêtiyê ditirsin, xwe radestî edetên civakê dikin.
Aqilê civakî yê rizî!
Hin malbat ji bo rê û resmên zewaca biçûkanî pir lez dikin. Cotkarekî bînin bîra xwe ku tovê xwe neçar bike, berî rehên xwe berde erde, bixwaze ew tov fêkiyan bide! Zewaca zarokan jî wiha ye. Hema wan dizewicînin û dixwazin ku tavilê zarokan bînin. Ev hizir tê bîra mirov ‘wê zarok çawa bikaribin zarokan xwedî bikin, wê çawa bikaribin wan perwerde bikin?’ Ev pirsên wisa nin ku divê beriya zewicandina zarokan, her malbat bi fêm û ferseteke kûr li ser wan bisekine!
Jiyan ne erzan e
Zewaca ku li ser hîmekî zexim neyê avakirin, zû yan jî dereng, mehkûmî hilweşandinê ye. Zewaca pir zû, ne tenê biryareke xelet, lê herwiha xeletiyeke tênegihiştinê ye. Zewac aramî ye, ger mirov aramiyê nebîne, lê hişmendiya wê/î kesa/ê pê re dizewice nas neke, çawa dikare bi navê zewacê, xwe û jiyana xwe bispêre kesekî/e din?
Divê neyê jibîrkirin ku hin biryarên şaş ên li ser zewacê, dibin sedema koletî, tundî û jiyaneke bêewle. Bi zewacên wiha re, rêwîtiya gil û gazin û azarên bêdawî dest pê dike. Bandor bêhtir li ser jinan çêdibe. Ji bo ku malbata xwe razî bikin, jiyana xwe ya koletiyê didomînin û xwe radestî qedera qaşo nivîsandî dikin.
Mîna têgihên azadî, edalet, wekhevî û hwd. divê ku zewac bixwe jî ji nû ve were pênasekirin. Dikare bê gotin ku zewaca zarokan dibe sedem ku zewac bibe rêûresmek bêwate; berî ku bê fêmkirin tê kirin, berî ku bê jiyîn tê pîrozkirin! Pênaseyek nû ji zewacê re divê. Ew ne kirasek e ku îro li xwe bikin û sibê ji xwe bikin.
Zewicandina zarokan rûpoşek e ku gelek tiştên din vedişêre; ew bûye sedema reva ji zextên malbatî û hukmên civakî!
Rexnegirên li zewaca zû
Li nav civaka me, rexnegirên li zewaca zû, bi dijayetiya ol, kevneşopî yan jî xwezaya mirovî tên sûcdarkirin. Ew bi gotina ‘malbat bêhtir bi berjewendiyên zarokên xwe dizanin’ tên bêdengkirin. Rastiyeke wiha xwe dide der ku zewaca zû, ne pirsgirêkeke olî yan çandî ye, bi qasî ku pirsgirêkeke mirovî ye. Ev feraset, ji xwexapandinê wêdetir ne tiştek e. Pergalên desthilatperest, rê li ber xwenasîn û zanînê girtiye û zewac wek pîroziyekê daye ber civakê.
Bêguman dema zewacê jî heye. Lê beriya zewacê, divê mirov ji xwe û jiyana xwe hez bike, xwe nas bike, bikemile da ku bikaribe barê zewacê jî hilbigire.
Jiyan ne pêşbirk e!
Em jiyana xwe weke pêşbirkekê dibînin, ne weke rêwîtiyeke dûvdirêj. Herwiha, zewac ne tiştekî wisa ye ku di emrekî diyarkirî de jê bê fêmkirin, berovajî, ew diyardeyeke wisa ye ku divê bi têgihiştineke kûr nêzîkî wê bibin. Divê ew peymanek be li ser bingeha hevjiyaneke azad, ne xelasiya ji tenêtiyê yan jî dagirtina valahiya beşek ji jiyana xwe.
Bi kurt û kurmancî, keç û xortên xwe bi biçûkî nezewicînin. Wan tevî zaroktiya wan hembêz bikin û ji bo wan bibin stargeh da ku bi ewlehî û germahiya we bi per û bask bibin.
