31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Zeftkirina diyalektika dîrokî 

Em ketin serdemeke nû. Ev serdem jî bi banga Birêz Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” hat destpêkirin.  Ji bo vê jî girîng e ku em piralî li ser pêvajoyê rawestin.

Di serdemek ku êrîşên “fûtuhat”î li Rojhilata Navîn û cîhanê her diçû dijwar dibûn de, cihê “şens”, “belkî”, “xwezî” û “çarenûs-destînî”yê nema ye. Diyalektîk û materyalîzma dîrokî hatiye berterefkirin. Mînak; ev desthilatdariya HTŞê ya li Şamê ye. Car din hate dîtin ku di navbera efsaneyên gelan û rastiya gelan de, têkilî hatiye qutkirin, zanista piralî, entelektueliya felsefeyî û dîrokî hatiya xurtkirin, êdî nikare mirovoniyê şiyar bike û ji qirkirin û tunebûne rizgar bike.

Tenê li Kurdistanê destan dihatin nivîsandin û zindî bûn.

Deweleta yekperest û dagirker, bi hemû hêza xwe êrîş dikir û dixwest bi formasyonên nijadperestiya hişk û badayî, van destanan bifetisîne. Ji bo vê jî, hem di aliyê leşkerî de, hem di aliyê siyasî, civakî û çandî de êrîş dikirin. Armanca van êrîşên berfireh û dijwar tunekirina hişmendiya civakî, dîrok û erdnîgarî bû.

Di karê ragihandinê de rojnamevan kirin armanc, di karê zindîkirina giyan û hişmendiya kolektîf de nivîskar kirin armanc, di aliyê rêxistinî de her cûre baskên aboriyê, folklor, toreyên civakê, şîn, goristan, cejn û mihrican-zêw kirin armanc.

Di demek ku min notên xwe serhev de dibirin û dixwest, banga Birêz Abdullah Ocalan di aliyê dîrokî, sosyolojîk, siyasî û rêxistînî de  binirxînin, ajansên Kurd, anons kirin ku Samî Tan, Ronahî Onen û Mewlût Aykoç hatin binçavkirin.

Ez, Samî Tan ji serdema Azadî, Azadiya Welat, Mewlût Aykoç jî ji serdema destpêka weşangeriyê. Ronahî Onen jî ji nivîs û xebatên wê yên li ser ziman nas dikim. Hersê leheng şagirt-hawariyên sazî û dezgehên çanda Kurdî ne. Gelo hafizeya me, di dema nivîsandina serpêhatî, bîranînan de, wê kîjan hevalî deyne aliyekî û kîjan hevalî derbixe pêş. Nabe ku yek kes li derveyî vê babetê bimîne!..

Erê, hersê nivîskar jî berdan, lê bi gotina Ilya Ehrenburg, “dîrok romannivîs e, tu kesî li derveyî xwe nahêle”. (1) Vêce, li Tirkiyeyê, îdealizekirinek pir erzan, sivik û qahhar heye. Ev jî di fetîşîzma dewlet, al û înkara dîrokê de zêde zêde xwe derketiye pêş. Tirkiye bi mîsyonek “împaratorî” ya “roma”, yan jî “osmanî” radibe, lê roma jî, osmanî jî têkçûne.

Birêz Abdullah Ocalan, dema mînaka şerê yekemîn, şerê duyemîn û real soyalîzmê dide, dixwaze balê bikişîne ser vê rastiyê. Lê em dibînin ku zadeganên bi yekperestî ji dayik bûne, perwerde bûne, mezin û payîdar bûne, bi dohnê şer qelew û dewlemend bûne,  bi zihniyete serdema xeşîmên tarî tev digerin. Ev kes û derdor, ji paradigmeya civaka demokratîk ditirsin, ev tirs di radeya nexweşiyê de kronîk bûye..

Ez baş dizanin ku garantiya paradigmeya civaka demokratîk; Tevgera Azadiya Kurd e, ciwanên Kurd e, gel û hêzên demokratîk in. Dîroka nêzî wext û Tevgera Azadiya Kurd ku 11 caran agirbest îlan kir û dîsa jî dikaribû li pêvajoyan xwedî derkeve û temsîliyeta gelê Kurd bike, baş tê zanîn.

Li hemberî ku dewleta tirk dît ku ew, nema dikare nefesê bistîne, xwe avête ber lingê Rêber Abdullah Ocalan; dîsa jî, bi gotina Kurdan ”ji haw-haw” nakeve,  her roj daxuyaniyên qirêj, nijadperestî, gefxwarin û biçûkxistinê dide. Ev zewat, ji mirovên serdema destpêkê ya nêçîrê paşketîtir in. Zimanekî wan ê avakar, çêker û  exlaqî nîne. Zimanê exlaqî ji malbatê destpê dike, di perwedehiyê de stewihe!..

Balkêş e, di navbera mirovên hov-serdema nêçîrê û rêveberên  desthilatdariya AKPê de tu cûdahî nîne. Mirovên serdema nêçîrê jî şer esas digirtin, kabîle didane koçber kirin, desthilatdarên AKPê jî şer esas digirin, gelan didine koçberkirin. Li Sûriyeya piştî têkçûna balkêş a Esed û serkeftina çeteyên HTŞê de jî xuya kir. Mixabin ku li wir jî têk çûn!…

Car din hate xuyakirin ku kiryarên xirakirina ahenga jiyanê û hevsengiya xwazayê, tu carî bi ser nakeve.

Ne tenê ez, nivîskar, entellektuelên cîhana Ereb jî, dibêjin, xrakirina ahenga li Rojhilata Navîn, yek dewleta tirk e du, çeteyên ku ji aliyê dewleta tirk vê têne destekirinin. Ev rastî herî baş di mafê jinan û rakirina Peymana Stembolê de hate xuyakirin. Dîrokzan George Tomson, dibêje; Şarîstaniya îro, li ser hîmê dayiksalarî hatiye avakirin. Mixabin ev nirxên dîrokî, dibin kavilên teknolojiya pêşketî de hatine gom kirin. (2)

Lê em, li ser serdema dayiksalarî ranawestin. Ji ber ku fetîşa tirk, nifşê jinê wek mirov, wek “xulqet”ek pîroz ya Xwedê nabîne, nifşê ji bo xizmeta mêr-kole dibîne. Bi gotina  August Bebel, “Mûlkiyete kesayetî” ye. (3) Lê di felsefeya  “Jin, jiyan, azadî” ya Abdullah Ocalan de, ji aliyê tavahiya jinên cîhanê ve hatiye qebûlkirin. Weke nexşeya azadiyê jinê, di azadiya jinê de azadiya civakan e, ji nivîseke din re bihêlin û vegerin ser dabaşa xwe.

Vêca, mejiyên entellektuelî yê Birêz Ocalan, li rawestgehên gerdûnê digere, bi pirrengiya dîrokî û felsefeyek kûr û dûr tev digere, li dewsa modelên mekanîk û idealîst, bi hîpotez û modela demokratîk  gavek nû avêt. Vê gavê li cîhanê deng veda!.. Milîtanên mîlîtarîzma Tirk-î  Turan û Tirk-î Îslam, pêşî ketin nava bêdengiyê de, mat û metal man, lê wek ku xwe bidin hev,  ji zanistê, ji rastiyên dîrokî, ji hafizeya kolektîf dûr, ketin nava liv û tevgerê û dest bi nirxaninên balkêş kirin.

Mixabin liv û tevgera wan xeşîmtiyek çetewarî ye. Zanistiya milîtarîst û xeşîmtiya çetetiya zanistan, di serdema Hitler û Musolînê de jî hebû.

Birêz Ocalan weke dîrokzanekî, balê dikişîne ser Şerê Cîhanê ye Yekemîn ku bi avakirina netewe-dewletan, gelan li dijî hev dane şerkirin; balê dikişîne ser Şerê Cîhanê yê Duyemîn ku cîhan ji mêtingeriyê rizgar nekiriye; balê dikişînê ser reel sosyalîzmê ku azadiya gelan pêkneaniye. Lê xeşîmên Tirkên îttîhadî, bûne sedema ku dewleta Tirkiyeyê, di aliyê leşkerî de li Zapê bikevê nava teqanê; li hundir bikevê nava krîzên piralî; li derve jî li derveyî “korîdorên bazirganî” were hiştin; ji sedema redkirina protoqola Dolmabahçeyê,“ gelo hinek kes û derdoran, aqûbeta Ozal anîne bîra Erdogan”: (4) ku sedema darbeyên siyasî, sabotaj û kaosan da destpêkirin; bi pêkneanina biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, derketina derveyî xîşka rewa sazkir.

Çîçero dibêje; “Em, mîmar û sazkarên dîlgirtin û sîstema dilgirtina gelan e. Kiryarên ku Roma kirin Roma jî ev in” (5). Ev gotin, serdema avakirina dewleta Enqere, serdema raporên Şerq Îslehatê û serdema desthilatdariya AKP/MHPê tîne bîra mirov.  Lê ev serdema teva li hemberî diyalektîka dîrokê bi ser neketin. Ji bo vê jî, serdema “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Abdullah Ocalan bi hişmendiya dîrokî û diyalektîka serdemê daye destpêkirin, atmosfera serketinê bidestxistiye. Gelên li Tirkiyeyê, hêzên demokratîk û pirraniya muxalefetê hembêz kiriye.

Gelê Kurd jî, nijadperetiya tirk û hişmendiya dijmin a li dijî gelan, li dijî demokrasî û mafan baş dizane, dev ji maratona azadiyê bernade, hişmendiya kolektîf terk nake. Ev jî wê zihniyeta dewleta çete û desthilatdariya ceberûd têk bibe. …………………

1- Ilya Ehrenburg Bîrnainên min—

2- George Thomson, Beriya Dîrokê Ege,  Cild 1…

3- August Bebel, Jin û Soyalîzm…

4- Lêkolîn Org. Nirxandina li ser Mutabaqata Dolmabahçe, 2 Adar 2025…

5-Howard Fast, Spartakûs, roman!… 