12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zêdeyî 700 hunermend û rewşenbîran bidarvekirinên Îranê şermezar kirin

Zêdeyî 700 kesyetên hunermend û rewşenbîr ji welatên cuda bi daxuyaniyekê darvekirina rejîma Îranê ya xwepêşandêrên serhildanê şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin

Zêdeyî 700 kesyetên hunermend û rewşenbîr ji welatên cuda bi daxuyaniyekê darvekirina rejîma Îranê ya xwepêşandêrên serhildanê şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo serhildana gelên Îranê anî ziman.  Rewşenbîran bi sernavê “Serhildanek li dijî cinayetên rejîma Îranê” daxuyaniyek belav kirin û bang li saziyên mafên mirovan û kesayetiyên çandî li seranserê cîhanê kirin ku dengê xwe ji bo rawestandina bidarvekirina xwenîşanderan li Îranê, bilind bikin.

Di nav wan 700 nivîskarên amerîkî yên navdar ên wek Paul Auster, Siri Hastut û Charles Bernstein jî hebûn. Her wiha nivîskarên endamên beşên PEN’ê li Almanya, Fransa, Danîmarka, Norwêc û Fînlandiyayê , di nav de Katherine Hess û Karsti Luckenström, serokên PENê li Danîmarka û Norwêc, cihê xwe di nava kesên ku ev daxuyanî imzekirin , girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro em di qonaxeke bi êş a dîrokê de derbas dibin, ku miletek neçar e ku li kolanan biqîre û weke daxwazeke şoreşgerî û weke parçeyekî esasî yê dirûşma xwe ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxwaza jiyaneke azad  bike. , li kolanan diqîre û berdêlên giranbiha dide.”

Li gorî nivîskarên vê daxuyaniyê, desthilatdarên rejîma Îranê li hember nerazîbûn û daxwazên gel, ji hemû aliyan ve mirinê ji wan re dişînin: “Li kolanên vê xakê bi şev û roj mirinê pêşkêşî xwepêşandêran dikin. Li Kolanan bi gazên jehrî êrîş dikin û di zindanan de bi îşkence, destavêtin, heqaret û herî dawî jî cezayên darvekirinê yên hovane xwepêşandêran ceza dikin.”

Di vê daxuyaniyê de behsa Şademan Ehmedî û Şehryar Adlî tê kirin ku ji aliyê îşkencekarên rejîma Îranê ve hatin kuştin. Her wiha behsa bi darvekirina Mohsen Şekarî, Mecîd Riza Rehnward û sê birayên bi navê Anuşîrvan, Nasir û Omer li girtîgeha Zahedanê tê kirin û herî dawî jî behsa kuştina Mihemed Mehdî Kermî û Seyîd Mihemed Huseynî tê kirin.

Koma îmzekerên vê daxuyaniyê ku ji çalakvanên wêjeyî, hunerî, medyayî, akademî û çandî pêk tê, “Zext û kuştina hovane û kuştina xelkê bêguneh li Îranê di mehên borî de” bi taybetî li parêzgehên Kurdistan û Belûçistanê şermezar kirin û wiha nivîsîn. “Li gor baweriya me, rejîma Komara Îslamî pêngaveke mezin di bêparkirina ji mafê jiyanê de ji dijberên xwe re avêtiye. Heke ambargo û sepanên giran li rejîmê neyên kirin dê wêrekiya wê zêdetir bibe di warê cîbcîkirina cezayê bidarvekirinê de.”

Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî yên mafên mirovan, hunermend, rewşenbîr, akademîsyen, pisporên medyayê, navdarên wêjeyî, çandî û hunerî û her wiha ji raya giştî ya cîhanê hat kirin ku bi protestokirina gel û bi her awayî rê li ber berdewamiya van kuştinên hovane bigire.

Navê hin rewşenbîr û hunermendên ku ev daxuyanî imze kirine wiha ye:

Paul Astaire, Charles Bernstein; Mila Rudd, Rêvebera Cemiyeta PENa Danîmarka, Margrethe Oken, Parlamentera Ewropayê, Nasir Teqvayî, Derhênerê Fîlman, Mihemed Elî Talabî, Derhênerê Fîlman, Hamid Dabaşî, Mamosteyê Zanîngehê, Şehrnûş. Parsî Pûr, Nivîskar û Framer Aslanî, stranbêj û bestekar, Babek Emînî, muzîkjen, Porto Nûrî Ala, helbestvan, Ebdulreza Kahanî, derhênerê sînemayê, Ferzan Secudî, zimanzan û mamosteyê zanîngehê, Omîd Şems, nivîskar û parêzer, Kurd Afried, lêkolîner û Çîroknûs, Şohra Soltî, stranbêj, û Mensûra Beh Kiş, çalakvana sivîl.

Her wiha bi dehan stêrkên Hollywood û çalakvanên pîşesaziya sînemayê ji wan Cate Blanchett, Jason Momoa û Samuel L. Jackson di peyameke vîdyoyî de daxwaza rawestandina bidarvekirina xwenîşandêrên girtî li Îranê kiribûn.