28 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Zêdetirî hezar aktivîstan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin

Di 16ê tebaxê de cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî ya li girtîgeha Lakan a bajarê Reşt ji aliyê Şaxa 39 a dadgeha bilind ya Îranê ve bi temamî hat erêkirin. Biryar bû sedema nerazîbûnan.

Zêdeyî hezar aktivîstên civaka sivîl, mafê mirovan, karker û kesayetên siyasetmedar di daxuyaniya di 25ê tebaxê weşandî de, xwestin demildest biryara cezayê darvekirinê ya Şerîfe Mihemedî were betalkirin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Şerîfe Mihemedî ev 20 mehe ji ber xebatên xwe yên aştiyane dibin çavan de tê girtin û piştî bi awayek ne edlane hat darizandin, mehkumî darvekirinê hat kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku divê demildest ev biryar were betalkirin û Şerîfe Mihemedî were berdan.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Şerîfe Mihemedî di dema binçavan de, rastî îşkence û zexta derûnî hatiye, zorî lê hatiye kirin ku îtiraf bike. Di heman demê de giliyê têkildarî nêzîkatiyên xirab ên dîtiye de, bi rêya gefê neçar maye şûnde vegerîne. Şerîfe Mihemedî hê li girtîgeha Lakan ya li bajarê Reşt tê girtin rûbirûyî xeteriya darvekirinê ye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku binçavkirina Şerîfe Mihemedî bi awayek kêfî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên girêdayî wezareta Îstixbaratê ve hatiye pêkanîn û wiha hat gotin: “Destpêkê ew birine navendek a binçavkirinê ya li Reştê, piştre jî birine navenda wezaretê ya Sine ku nêzî 500 kîlometreyan dûr e. Li vê derê dema çavên wê girêdayî ji serê xwe û rûyê xwe gelek caran darbe xwar, îşkence dît.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Şerîfe Mihemedî piştî ku di sibata 2023yan de sewqî girtîgeha li Sine hat kirin, têkildarî îşkenceya dîtiye gilî kir, lê belê tu lêpirsîn nehate destpê kirin. Piştî çar hefteyan ji ber tecrîda demdirêj ya dozgeran û gefa qûtkirinê wê bi dinyaya ji derve de neçar ma giliyê xwe şûnde vegerîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Şerîfe Mihemedî di adara 2023yan de cardin şandin girtîgeha Lakan ya Reştê û ev tişt got: “Di hezîrana 2024a de li dadgeha Şoreşê ya Reşt bi girtî derxistine pêşberî dozger. Şerîfe Mikemedî ku bi rêya vîdeo konferans beşdarî danişînî bû, destûr nehat dayîn biaxive. Dadgehê xebatên wê yên aştiyane wek li dijî hikûmetê serhildana bi çek nirxand û li ser vê sûcdariyê biryara darvekirinê da. Di hinceta biryarê de xebatên aştiyane yên Şerîfe Mihemedî yên di qada mafê mirovan de, desteka dida jinên girtî, derketina wê ya li dijî cezayê darvekirê, endamtiya komîteya koordînasyonê ku destek dide rêxistinên karkeran wek belgeya sûc hat nîşandan.”