9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Zêdetirî 2 hezar berû hatin çandin

Di çarçoveya pêngava çandina şitlan a Zagrosane de, çalakvan û çiyagerên navçeya Koyê zêdetirî 2 hezar berû li Çiyayê Heybet Sultan çandin.

Li Çiyayê Heybet Sultan yê li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, di çarçoveya Pêngava Zagrosane de, ji aliyê çalakvan û çiyagerên navçeyê ve zêdetirî 2 hezar berû hatin çandin.

Der barê çalakiyê de Serokê Navenda Çiyagerên Koye Dilzar Fuad ji ajansa me re got: “Me wek Navenda Çiyagerên Koye ev pêngav ragihand, hemû endamên me, li gel hemû beşên civakê û karmendên saziyan tevli bûne.”

Dilzar Fuad da diyarkirin ku armanca wan şînkirina xwezaya Koye ye û di vê çarçoveyê de zêdetirî 2 hezar berû çandin.

Herwiha Dilzar Fuad diyar kir ku avhewayê deverê ji bo berûyan destdaye. Hêjayî bibîrxistinê ye ev pêngav di çarçoveya Pêngava Zagrosane ya şînkirinê de pêkhat. Pêngava Zagrosane ya çandina bi hezaran berûyan li hemû beşên Kurdistanê heft sal in didome.