Bi belavkirina hişmendiya serdest re dîroka girtin, zindankirin û hepskirinê jî destpê dike. Ji ber ku hişmendiya serdest bi cezakirin û zîdankirinê tim xwestiye sekn û fikrên li hemberî xwe tune bihesibîne, bêdeng bihele û bi vî awayî ‘kêfa’ serdestiya xwe bêdawî bijî, ji dema Sûmeriyan mîna qanûnên Hamûrabî heta hiqûqa Romayê rêbaza cezakirinê hertim li ser parçekirina bedena mirovan çûye. Helbet hêmana ‘îbret’ê jî divê em ber çav bigrin. Ji ber vê hêmanê înfazkirin, bi pêşengtiya rahîb ango oldaran di atmosfereke bi coş û mîna mihrîcanê de, li ber çavê raya giştî bi îşkenceyên dirêj di nîvê meydanê pêk dihat.
Nivîskarê fransî M. Foucault feraseta desthilatdariyê ya cezakirinê bi metafora panoptîkonê bi cih dike û vê îmgeya ku Howard û Bentham sêwirandî, mîna neynika desthilatdariya bidisîplînî pênase dike. Foucault têkildarî mijara hepskirinê dibeje ku; di serdemên qral û împaratoriyan de mirovên ku li hemberî fikrên desthilardariyê derketibûn li meydanên mezin ên ku gel lê kom bûyî bedenên wan li ber çavan dihatin parçekirin. Giyotîn jî yek ji wê şêweyê ya ku li sûk an jî li meydanên herî qerebalix, serê kesên ‘sûcdar’, pê jê dihatkirin.
Pêşketina girtîgehan
Bêguman panoptikon tenê ne formeke mîmariyê ye; her wiha dibe şêwazeke birêvebirinê jî. Rêyeke bi aqilên mirovan li ser hişê wan desthilatdariyê bi rê ve bibe. Di vê pergala cezakirinê de demek şûnde têkiliya laş-ezab êdî cih diguherîne. Laş êdî ji armancê derkeve dibe amûr-nesne. Yanî ev rêbaz dibe şiklê cezakirinê. Ji ber ku mafê mirovahiyê yê ewil azadî ye; serdestan jî xwestiye mirovan ji mafê mirovan ên bingehîn, bêpar bihêlin. Ji ber vê yekê pergal xwe bi awayê ku temaşekirinê ji holê radike û êşa beloqî betal dike, dest bi pêvajoyeke nûjen a modern dike. Yanî bi sazkirina moderniteya kapîtalîst re girtîgehên modern hatin avakirin, êdî mirovên ku ji aliyê dewletê ve wekî sûcdar dihatin pênasekirin; ew dixistin navbera çar dîwaran. Her wiha ew pergal a ku desthilatdar bikaribe pê bi şev û roj li ser serên girtiyan bimîne tê avakirin.
Cezayê yekemîn
Li gor lêkolînên heyî girtîgeha yekem ya bi navê Rasphuisê ku bingeha yên îrorojê avêtin, di sala 1596’an li Amsterdamê hatiye çêkirin. Dadger li ser zarokekî 16 salî biryara di cihê ku laşê wî bi îşkenceyê bê parçekirin, cezayê girtin-hepskirinê lê dibire. Bi vî awayî cara yekem kesek di cihê ku li nîvê meydanê bê kuştin de ji civakê tê îzolekirin. Ev mînak di dîroka mirovahiyê de jî dibe destpêka ku kesên li hemberî dewlet- desthilatdariyê serî rakirine, an jî gotinên wan bi cih neanîne, hem fizikî hem jî ji aliyê derûnî ve bên cezakirin. Yanî êdî serdemeke nû bi dewletbûyîna modern re derdikeve holê û ji civakê tecrîdkirin destpêdike.
Belavbûna girtîgehan
Tenê ev daneya girtîgehê ya yekem, bi serê xwe ispata bingeha dewleta modern e û li ser vê mînaka bi awayekî teqez em dikarin bêjin ku saziya girtîgehê saziyeke ku ji nav dewleta modern derketiye û pê re hatiye pêş xistinê. Li Ewropayê ev modela girtîgehê dibe pergala cezakirineke nû, bi sedan salan mirov di encama kiryarên xwe yên ku li xweşê desthilatdaran nediçûn de di navbera çar dîwaran de dihatin rizandin. Di nava sêsed çarsed salî de girtîgeh bi awayekî rêk û pêk hatin pêşxistin û berfirehkirin. Di serê sedsala 20’emîn de, bi destpêka fikrê netewe dewletiyê re cezakirin û girtîgeh digihêje asta cudatir.
Bandora netewedewletan
Pevçûn û berxwedanên mîna ‘neteweya ji bo dewletê û dewleta ji bo neteweyê’ faktorên sereke yên vê serdemê ne. Yek ji pirsgirêka sereke ya serdema moderniteyê desthilatdarî-dewlet û netewe ye ku bi tu awayî di heman cihî û bi hev re kom nabin. Dema em pirsgirikên serdema diktatorî û xanedaniyan didin ber hev; mirov dibîne ku pirsgirêkên bingehîn hemû ji netewe dewletiyê diqewimin. Ji bo zanistên civakî netewe dewletî yek ji mijara sereke ya aloziyê ye; mîna çoyeke bisêhr û li hember moderniteyê weke çareseriya probleman tê pêşkêşkirin. Lê di rastiya xwe de pirsgirêkeke civakî dixe hezar pirsgirêk.”
Destpêka tecrîdkirinê
Netewe dewletiyê rêbazên pergala xwe ya cezakirinê berfirehtir kir. Bi awayekî psîkolojîk her kêlî, her saet, her roj û her şev êdî girtî bi kuştinê re rû bi rû diman. Bi kurtasî armanca girtîgehan bi dîroka netewe dewletiyê re, dibe pergala bi awayekî spîsexlem a ji jiyanê îzolekirin, ji xwezayê durxistin û ji her kêliya jiyana azad a tecrîd kirinê. Hewceye bêgotin ku yek ji şêweya hepskirinê ya giran û dijmirov tecrîd kirina miroveke/î ji civak û jiyana rojane ye. Wateya têgeha tecrîdê bixwe jî têra xwe dijmiroviya vê kiryara ji aliyê serdestan ve ketiye meriyetê, tîne ziman. Tecrîd; îzolasyon ango hîçkirin. Kiryara ku mirov ji cihana derve tê qutkirin, tenê tê hiştin. Rewşa tenêbûna civakî, aborî û çandî ye. Rewşa ji civakê dûrxistin e. Hişmendiya desthilatdar bi hezaran salane ku mirov an jî civakên ku nikarî be wan terbiye bike, bi tepsîne rêbaza sirgûn, hepskirin, cezakirinê bikar aniye. Dema dibîne ku di van rêbazan de bi ser nekeve êdî serî li rê û rêbazên tecrîdkirinê dide.
Darizandina Çernîşevskî
Li hemberî vê pergala hepskirin, tunekirin û tunehesibandina psîkolojîk ji Sokrates heta gelek kesên wek Çernîşevskî Gramschî, Mandella û hwd. li ber xwe dan, bi nivîs û berhemên xwe pêşengiya fikrî ya gelê xwe kirin.Çernîşevskî feylezof û şoreşgerekî rûsî ye û di sala 1862’yan de ji ber ku balê dikşîne ser rewşa civaka rûsî û dibêje bi awayekî lezgînî şoreşek pêk were ji aliyê desthilatdariya Çar Aleksandrê duyemîn ve di sala 1862’yan de tê girtin û biryara wî ya îdamkirinê tê dayîn. Lê piştre sirgûnî Sibiryayê têkirin. Di vê pêvajoyê de gelek pirtûkên mîna ‘Çawa Bêkirin?’ nivîsîn û her wiha fikr û ramanên wî ji kesên wek Lenîn re jî rê vekir.
Girtina Gramschî
Gramschî ji ber li hember feraseta faşîzmê û dîktatorên mîna Mussolînî rexneyên xwe dikirin û fikrên xwe dinivîsîn, di sala 1926’an de hat girtin û di sala 1937’an de ji ber şert û mercên giran ên girava Ustîcayê û girtîgeha Romayê nexweş ket û jiyana xwe ji dest da. Dadgerê li dosyaya Gramschî meyze dikir ji bo wî ev tişt digot; “Divê em heta 20 salan vî mejiyî bidin seknandin.” Di vê pêvajoya girtîgehê de Gramschî ji 30 zêdetir lênûsk û 3 hezar rûpel nivîsên li ser lêkolîna dîrokê nivîsîn. Ji mijarên mîna dewleta kapîtalîst û hegemonyayê heta civaka siyasî heta civaka sivîl û gelek mînak mîna madetiya felsefî û rexneyên li ser aboriya determinist nivîsîn.
Nelson Mandella
Nelson Mandella jî ji bo gelê Afrîkaya Başûr dikeve nav liv û tevgerê. Di sala 1926’an de ji bo çareseriyekê derkeve derveyî welat û li Afrîka û Ingilistanê digere. Piştî vedigere welatê xwe di sala 1964’an de tê girtin. Mandella li Girava Robbenê ya li Afrîkaya Başûr 27 salan girtî dimîne û di pêvajoya li girtîgehê li ber xwe dide. Di sala 1990’î di 71 saliya xwe de di encama berxwedanê 27 salan a bênavber tê berdan.
Têkoşîna Abdullah Ocalan
Yek ji van pêşengê ku li hemberî xwedayên moderniteya kapitalist bi sekn, fikr û berxwedana xwe ya dîrokî ev 25 sal in tecrîdê parçe dike; Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dewletên hegemonîk û tevahiya pergala modernitaya kapîtalîst bûne yek û li ser Abdullah Ocalan tecrîdeke giran dimeşînin. Ji bo pêşiyê li fikr û felsefeya Abdullah Ocalan bigrin; cezayekî nedîtî û li ser tu kesî nehatî meşandin têxistin meriyetê. Di şert û mercên serdema sedsala 21’emîn a teknolojiyê de biryarên hiqûqa Hamûrabî li ser Rêberê Gelê Kurd dimeşînin.
Her çiqas ku di dîrokê de mînakên wek Gramschî û Mandella yên bi fikr û gotinên xwe ji gelên xwe re pêşengtî kiribin hebin jî; mirov nikara tecrîda ku ev 25 sal in li greva Imraliyê di meriyetê de ye bide berhevdû. Di şert û mercên sedsala 21’emîn de hemû mafên bingehîn ên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatine tunekirin û binpêkirin.