12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zarokên William Golding

Romana William Golding, Lord of the Flies (Mîrê Mêşan), berhemeke bi nav û deng e li seranserê cîhanê. Ji nivîsîna xwe ya sala 1954’an û vir ve bi dehan zimanan hatiye wergerandin û bala xwîneran her tim kişandiye, bûye klasîkeke modern. Çîroka romanê xwe dispêre çîrokek din a beriya xwe. Reng e ku Golding çiroka R.M. Ballantyne ya bi navê Coral Island (Girava Mircanê) ku nêzikî sed salan beriya wê hatibû nivîsîn wek kakilê çîroka xwe şixulandiye. Ev yek bi serê xwe nabe qusûr, jixwe di wêjeya cîhanê de pêkaniya nivîsîna çirokek bi mijarek nip û nû tune. Her çîrok bi hin pêwendiyan bi çîrokên din ên heyî re têkildar dibe. Lewre nivîskarên ku beledê vê yek ne, giraniyê didin hêmanên şêwazgeriyê û taybetiyên vegotinê da ku arîşeya dubarekirinê çareser bikin.

Ji ber xetereya şereke atomî dikin ku komek zarokên îngilîz ji bo ewlehiyê bibin cihwareke dûr bes piştî qezaya balafirê zarok dikevin giravekê û li wir têkoşîna jiyana wan dest pê dike. Zarokên biçûk di nav xwe de li gor temen û xasyetên xwe yên fizîkî hiyerarşîyekê saz dikin, hewl didin ku jiyana mezinan teqlîd bikin. Golding berhema xwe Mîrê Mêşan bi şiklekî alegorîk sêwiriye lewre gelek nirx, wate, bûyer û rastiyên civakî bi rêya hunera alegoriyê tê de kemilandiye û pêşkêşî xwînerên xwe kiriye. Agir û parastina êgir a ji hêla komeke zarokan ve wek alegoriya şaristaniyê û wek dozîneke romantîk dibe bê ravekirin, her wisa daxwaza nêçîrvaniyê û kelecana kuştina berazan a ji hêla Jack û hevalbendên wî azweriya hovîtî û dagirkeriyê nîşan dide. Axaftina bi dorê ya ku bi rêya hilgirtina dircê çêdibe jî wek rewabûna temsîliyetê xuya dibe. Serê berazê yê ku bi darekê ve daliqandî wek îkona tirsê û desthilatiyê metaforeke pir balkêş e û gelek niqaş li ser wê çêbûne. Ew metafor bi şiklekî dişibe totemên nûjen jî. Û wek wan gelek metaforên din hene di berhemê de ku tev jî hêjayê qalkirinê ne.

Alegorî bi heman awayî di karakterên zarokan de jî hatiye şixulandin. Sê karakterên sereke Ralph, Piggy û Jack, her yek bi xasyetên cuda hatine xemilandin. Ralph wek temsîla pêşengiya xwezayî û serokatiyê xuya dibe. Di karakterê Piggy de nîşaneyên aqilmendiyê yên rewşenbîran hene bes lawazbûna wî ya fizîkî jî balkêş e. Jack jî sembola kesayeta bi hêz û azweriya tarî ye. Nivîskar di şexsê wî de vîna sînornenas a mirovan bi şiklekî pir serkeftî şayesandiye. Temsîliyetên cihêreng û temayên têvel di berhemê de bi awayekî aşkera yan jî veşartî cih digirin. Di vê berhemê de ji aliyekê ve bi çavê lehengên romanê yên biçûk cîhana mezinan tê nirxandin, ji aliyê din ve jî mezinên ku derveyî bûyerê ne bi rêya kirinên biçûkan li nifşên nû û bertekên wan dinêrin.

Romanên kurdî jî cih dane alegoriyê. Di nav de ya sereke alegoriya neteweyî û nasnameyê bû ku ew jî li gor şert û mercên dîrokî û civakî tê fêmkirin. Lê di nav demê re alegoriyê di romana kurdî de bi awayekî berfirehtir û kûrtir cih negirt. Her wisa kategorî, nifş, çîn û zayend jî bi têrê nebûn mijarên romana kurdî da ku derfetên çavdêriyê çêbikin. Rast e, derfetên îngilîzan hebûn dema ku şer an xetere nêzikî welatên wan dibû ku zarokên xwe bibin ciheke ewle. Çendîn romanên wisa hene ku qala serpêhatiya zarokan dikin ku bavên wan li eniya şer in. Lukseke kurdan a cudakirin/dûrxistina zarokan a ji qada şer tunebû, zarok di nav lingên mezinan de dihatin pêpeskirin an jî ji mezinan diqetiyan û sêwî û belengaz diman nav destên neyarên xwe. Serpêhatiyên wan vediguherî trajediyên din. Dîsa jî îro şert û merc her çi bin jî –di atmosfereke pevbestî de – pêwîst e ku em li bertekên zarokên xwe, bi vî şiklî jî li pêşeroja xwe binêrin, lewre dûrahiya me mezinan û zarokan sal bi sal zêdetir dibe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê