Di çarçoveya xebat û çavdêriyên xwe yên li mekanê Bawa Duzgi yê li Qisleya Dêrsimê de me xwest rewşa heyî û pirsgirêkên li vê derê em ji Serokê Komeleya Cemxaneya Bawa Duzgi Sînan Kirmiziçîçek hîn bibin. Kirmiziçîçek destnîşan kir ku ew wekî elewî bi giştî di jiyanê de rastî zor û zehmetiyan tên û da zanîn ku jixwe bi zagonî baweriya elewîtî nehatiye qebûlkirin, statuyeke baweriyê ji elewîtiyê re nahatiye dayîn. Kirmiziçîçek bal kişand ser sextên siyasî û diyar kir ku ger hûn li vî welatî bi rastî daxwaza mafan bikin, xizmeta zîhniyeta desthilatdariya niha nekin, yanî daxwaza maf û azadiya civakeke elewî bikin, mixabin hûn rastî zext, ceza û gefan tên û wiha got: “Kes nikare vê derê li me qedexe bike û nikare me ji vir derxîne. Ji ber vê yekê em ê di çarçoveya vê çandê de rêya xwe bidomînin. Em ê bigihînin nifşên pêşerojê. Zarokên vî gelî hene ku şopa Pîr Sultan, Seyîd Riza, Zarîfe û Alîşêran dişopînin.”
Serokê Komeleya Cemxaneya Bawa Duzgi Sînan Kirmiziçîçek di çarçoveya pirsên me de wiha behsa xebatên xwe kir: “Cemxaneya Bawa Duzgi jî wek gelek cemxane xwedî statuya komeleyê ye. Bawa Duzgi ji bo civaka elewî navendeke bewerî ya girîng e. Her sal bi deh hezaran kes tên serdana vê cihê pîroz. Axa Dêrsimê ji bo elewiyan ocax e, civata enbiyayan e. Ji çar aliyên cîhanê Canên me yên elewî û ne elewî tên serdana vê derê. Komeleya me ji sala 2002’an vir ve xebatên xwe dimeşîne. Ev pênc sal in em di rêveberiya komeleyê de bi jiyana li vir re ne. Em bi piranî alîkariya canên ku tên vir dikin ku hewcedariyên xwe yên bingehîn pêk bînin û îbadetê bikin. Em wek komeleyên din geriyan organîze dikin. Li vir fedakariyek heye. Qurban û xêratên tên em bi canê ku ji gundên derdorê û Dêrsimê parve dikin. Her wiha em diçin gund û navçeyan qurbanan belav dikin. Ji xeynî vê, em bursan didin xwendekaran. Mînak îsal me ew da 38 xwendekaran. Her wiha xebatên me yên çandî, bawerî û civakî hene. Ji ber ku Dêrsim ji bo elewiyan cihekî pîroz e, em li vir merasîmên cemî li dar dixin… Li vir her çiqas berf û zivistan be jî em cemên xizir pêk tînin. Ji gelek bajaran beşdarî çê dibin. Par tevî ku 3 metre berf bariya jî me li Bawa Duzgi bi tevlibûna sedan canî cema xwe pêk anî. Dîsa bi Komeleya Elewiyên Demokratîk re me çalakiyeke hevpar pêk anî. Me li salona konferansê ya Şaredariya Dêrsimê komxebata Pîranê li dar xist. Ji gelek bajarî pîr û dayik beşdar bûn. Ev komxebat du rojan dewam kir. Di roja 3’yemîn de me li vê derê Cema Xizir pêk anî. Em bi canên xwe re di nava piştevaniyê de ne. Em hewl didin xwe bigihînin gelê xwe.”
Di veguhestinê de zehmetî hene
Kirmiziçîçek diyar kir ku Bawa Duzgi li cihekî dûrî niştecihê ye û berê ev cemxane piştî meha mijdarê dihat girtin û heta meha nîsanê girtî dima, lê ji dema ku ew hatin rêveberiyê û vir ve hewl didin vê derê vekirî bihêlin û axaftina xwe wiha domand: “Mînak di sala 2019’an de li gel hemû zehmetiyan me li qada Bawa Duzgi cem pêk anî. Beriya salên 70’yî pîrên me di mehên zivistanê de cema Xizir li Bawa Duzgi pêk dianîn. Helbet tengasî û zehmetiyên me hene. Ji ber ku li vir ji navendê zêdetir berf dibare, di zivistanê de rêyên me nayên vekirin. Ji ber vê yekê em her dem pirsgirêkan dijîn. Em her tim bi rayedaran re hevdîtinan dikin. Ji bo vekirina rêyan me serlêdanên nivîskî dikin. Mînak bi qasî kîlometreyekê dûrî Bawa Duzgi Qereqola Kilkoyu heye, rêyên wê bi rêkûpêk têne vekirin. Divê rêya vê derê jî were vekirin. Em bi Waliyê Dêrsimê re jî axivîn, jixwe ev der cihê baweriyê ye û divê bi vî awayî nêzîk bibin. Divê werin rê li vir vekin. Lê dîsa jî tevî hemû zehmetiyan em her sal van rêyan bi derfetên xwe vedikin. Ev der cihê baweriyê ye, rêyên nexweşxane, gundan çawa tê vekirin divê rêya Bawa Duzgi jî wekî wan bê vekirin.”
Elewî li dijî feraseta qirker têdikoşin
Der barê polîtîkayên tund û bêzarkirinê yên li ser baweriya elewîtiyê jî Kirmiziçîçek ev tişt anî ziman: “Em wekî elewî bi giştî di jiyanê de rastî zor û zehmetiyan tên. Pirsgirêk zêde hene. Jixwe bi zagonî baweriya elewîtî nehatiye qebûlkirin. Statuyeke baweriyê ji elewîtiyê re nahatiye dayîn. Lijneyek bi navê Serokatiya Cemevî ku di çarçoveya Wezareta Çand û Tûrîzmê de hatibû avakirin. Weke ku elewî xerab be, di warê zagonê de jî elewîtî nikare bigirin bin ewlehiyê. Dîsa wekî baweriyên din nas nake. Herwiha asîmîlasyona dersên olî yên mecbûrî bi hemû leza xwe didome. Elewî ji roja damezrandina komarê heta niha bi salan li dijî vê ferasetê têdikoşin. Yanî rastî gelek zilm û qetlîaman hat. Di encamê de piştî dayîna van hemû bedelan elewî veguherî hêzeke rêxistinkirî. Ev jî veguheriye hêzeke civakî. Niha di dên dawî de sazkirina Serokatiya Cemevî ya Elewîtiyê di bingeha xwe de ji hundir ve rizandin û parçakirina civak û baweriya elewiyan e. Yanî dayîna mûçe (meaş) ji bo pîrên elewî tê wateya xulam an jî xizmetkarekî bi meaş. Niha em ê vê qebûl nekin. Yanî elewî daxwaza pere, kar, ceyran û avê nakin. Lê em mafên xwe yên wekhev dixwazin. Lewma em hêmana damezrîner a vî welatî ne. Em mafên xwe yên hemwelatîbûna wekhev dixwazin. Em di vê qadê de têdikoşin. Ji ber vê yekê em wek Mala Camê ya Bawa Duzgi wiha difikirin, daxwazên me yên civakî jî wek rêxistina Elewiyên Demokratîk in. Em li pişt van daxwazan disekinin. Yanî divê statuya îbadetxaneyê ji cemxane re bê dayîn. Niha ji ber ku em wisa difikirin, mixabin li vî welatî em rastî gelek tiştên wek zext, gef û cezakirina sîstematîk hatine.”
Pirsgirêka bi qeymeqamê Qisleyê re
Eger hûn li vî welatî bi rastî daxwaza mafan bikin, xizmeta zîhniyeta desthilatdariya niha nekin, yanî daxwaza maf û azadiya civakeke elewî bikin, mixabin hûn rastî zext, ceza û gefan tên. Ji ber vê yekê me ev gelek tecrûbe kir. Kirmiziçîçek li ser zext, gef û polîtîkayên cezakirinê yên pê rû bi rû dimînin jî ev tişt anî ziman: “Ji bo ku em xwedî statuya komeleyê ne di kontrolan re derbas dibin. Lê di van çend kontrolên dawîn de timî bi ceza û cezayên îdarî re rû bi rû dimînin. Helb et me got ku em cezayan qebûl nakin. Cezayên wan bi rastî li dijî rêziknameyên komeleyan ên heyî bûn. Min herî dawî bi Walî re hevdîtin kir. Me got em vê rewşê qebûl nakin û em ê hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Helbet ji me re gotin ku, em ê çareser bikin. Soz dan me, piştre careke din ev ceza ji me re ragihandin. Me jî daxuyaniyeke çapemeniyê da. Me hemû polîtîkayên zext û cezakirinê yên ev 2 sal in li Dêrsimê pêk tên, derxist holê û ji rayagiştî re ragihand. Lê mixabin danê êvarê, qeymeqamê navçeyê bi parêzvanên xwe ve hatin ber Cemxaneya Bawa Duzgi. Bi çekên lûle dirêj li ber dergehê wêne kişandin û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî jî wêneyê min belav kir û gef li min xwar û got, “ez ê hêza dewleta xwe nîşanî we bidim”. Helbet me ev yek bi raya giştî re parve kir. Me li ser vê gefê daxuyaniyeke zelal da. Me ji hemû raya giştî re ragihand ku em ê tu carî serî li ber gef û zextên bi vî rengî netewînin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Hemû saziyên din ên demokratîk heta dawiyê bertekek mezin nîşan dan. Li meclîsê pirs hatin kirin. Me der barê qeymeqam de serlêdana sûc kir. Lê dema ku ev bertek dest pê kir bêdeng bû, walîtî derket ser dikê û piştî hefteyekê daxuyanî da çapemeniyê û got, “Ev komele bêhewce Cemxaneya Bawa Duzgi dagir dike.” Helbet me wek komele li ser navê cemxane wê demê li Qada Seyît Riza bersiv da vê daxuyaniyê. Walîtî bi vê daxuyaniyê bêhiqûqiya ku qeymeqam ketiye nava xwe vedişêre. Li aliyê din me hedef digire. Çend roj piştî daxuyaniya walîtiyê vê carê li ser daxwaza walî û qeymeqam keyayê gund Mehmet Alî Gul, ji bo em ji vê derê derkevin doz vekir. Niha jî serî li destwerdana fizîkî dane. Yanî bi gef, zext û polîtîkayên cezakirinê hatine ser me. Lê niha piştgiriyek û bertekeke mezin a gel derketiye holê.”
Kirmiziçîçek wiha pêl da axaftina xwe: “Yanî xwediyê feraseteke ku ji pîrîtî û elewîtiyê dûr ketiye heye. Ji ber vê yekê, ger em naxwazin ev der bibin “Cemevî ya Tunceliyê”, divê em hemû bên li vêderê li ber xwe bidin. Divê em saziyên xwe, teslîmî ferasetên paşverû nekin. Di vê wateyê de berpirsiyariya her kesî heye. Ji ber vê yekê em li vir hemû mafên xwe yên demokratîk bi hemû hêza xwe bi kar tînin û têkoşîna xwe didomînin.”
Dewlet elewiyên xwe diafirîn e!
Bi domdarî Kirmiziçîçek wiha got: “Ez mînakek dawî bidim te. Ji ber vê yekê li kêleka me cemxaneya gundê Kilê heye. Di çapemeniyê de derdikeve û heta daxuyaniyê dide çapemeniyê. Dibêje, “min evqasî xizmet kir, werin cemekê bikin em temaşe bikin.” Mixabin li hemberî vê bêrêziyê serokê cemxaneyê nikare vîna xwe nîşan bide. Yanî walî, qeymeqam û brokrasiyaya bajêr ji cemxane dixwazin ku cemê pêk bînin.”
Li ser pirsa; Li gorî baweriya elewiyan ma hema wisa ji xwe ber dibe ku cem pêk were? Kirmiziçîçek ev tişt got: “Ev nayê kirin, ev yek bûye tiştekî ji bo nîşankirinê, tiştekî wisa nîne. Ji ber vê yekê em dibin hedef ji ber ku nikarin vê yekê bikin. Sedema sereke ya ku em rastî ceza û cezakirinê tên, helwesta me, têgihiştin û çalakiyên me yên civakî ne. Her wiha hesasiyeta me ya ji bo pirsgirêkan e. Ev hemû ji bo sîstema ku em hedef digirin sedemên rewa ne. Em li welatekî wisa dijîn ku waliyek bi tenê cesareta dagirkirina vê derê di xwe de dibîn e.”
Qeymeqam çawa vê yekê dike?
Serokê Komeleya Cemxaneya Bawa Duzgi Sînan Kirmiziçîçek wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tiştê ku ev hêz û cesaret daye wî ew e ku ji nav me komeke kesên ku eslê xwe înkar dikin û ji tifaq û baweriya xwe dûr ketine ye. Ew bi xwe alîgirên xwe diafirîne. Niha dikarin vê cesaretê li ser vê komê nîşan bidin. Bifikirin, min qet nedîtiye û nebihîstiye ku nêzîkatiye wiha li dijî mizgeft û dêrê nîşan dabin. Lê li cemxaneyê dikin. Ji ber vê yekê, me berê jî diyar kir ku em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ev der navenda baweriya me ye. Em zarokên vî gelî ne. Me ev tişt li rûyê walî û qeymeqam bi xwe jî got; hûn çiqas dixwazin ceza bikin, heta hûn hêza dewletê jî bi kar bînin û werin vir, em ê li mekanê Bawa Duzgi xizmetê bikin. Kes nikare vê derê li me qedexe bike û nikare me ji vir derxîne. Ji ber vê yekê em ê di çarçoveya vê çandê de rêya xwe bidomînin. Em ê bigihînin nifşên pêşerojê. Zarokên vî gelî hene ku li ser şopa Pîr Sultan, Seyît Riza û Zarîfe û Alîşêr û bi helwesta Huseyînan dişopînin. Ji ber vê yekê em ê li ser şopa wan bidomînin.”
Ger hevgirtin hebin dê çareserî jî hebe!
Li ser pirsa; Di civaka elewî de gelek pêkhate, sazî û rêxistin hene. Gelo di çareserkirina pirsgirêkên wiha de mirov dikare bibêje nebûna yekitiyê heye? jî Kirmiziçîçek ev tişt anî ziman: “Belê mixabin wisa ye, eger hemû saziyên elewiyan, ocaxên elewiyan û hemû civaka elewî di vê wateyê de hevgirtîbin, helbet dê zûtir pirsgirêk bên çareserkirin. Dê muxatab bihata girtin û maf dê bihata naskirin, lê mixabin em bi rejîmeke wiha re rû bi rû ne. Li vir em bi feraseteke ku gundê xwe û elewîtîya xwe diafirîne re rû bi rû ne. Îcar niha mînaka herî hêsan; Serokatiya Cemxanê ya Çand û Elewiyan a Bektaşî bifikirin, di gelek malên cemê de, gelek kesên ku ji xwe re dibêjin pîr û yên ku îdia dikin ku ew endamên ocaxê ne, mixabin di nav vê sazûmanê de bûn û tenezulî mûçeyekê kirine.”