Yek ji rojeva sereke ya me kurdan ji sed salî zêdetir in perwerdeya bi zimanê zikmakî ye. Ji ber giringiya mijarê ev daxwaz û nîqaşên li ser mijarê her tim hebûye. Sîyaset, îdeolojî, bîr û baweriya me her çi be jî me dev ji vê daxwaza xwe bernedaye û bêguman em ê ji niha şûn de jî dev jê bernedin. Sedem jî ew e ku gelek aliyên perwerdeya bi zimanê zikmakî heye. Ji pedagojiyê bigirin heta aboriyê û ji siyasetê bigirin heta ehlaqê, ji çandê bigirin heta hebûna neteweyî… Mixabin çi qas di rojeva me kurdan jî de be, heta niha ev daxwaz bi cih nehatiye. Wek ku me got ev daxwaza heq û xwezayî bi deh salan e bi cih nehatiye, êdî bûye tevgerek û pê re jî dozek. Gelekî trajîk e ku mirov doza tiştekî aîdî xwe bike. Êdî ew rewşa trajîk di ser re çûye û ji bo ku em vî tiştê xwezayî bi serdestên xwe bidin qebûlkirin, em lêkolînan dikin, em diqîrin, dikin hawar û derdê xwe ji saziyên sivîl re dibêjin ku piştgiriyê bidin me û doza me. Bêguman heke zimanek bibe zimanê perwerdeyê rê li ber pêşketina wî gelî vedibe û ziman jî heta cihekî ji mirinê xelas dibe. Her wiha bi wê perwerdeyê mirov dikare pêdiviyên civaka xwe bîne cih û ziman û çanda xwe veguhezîne ji bo nifşên nû. Ji ber ku ev daxwaz bi cih nehatiye encamên gelekî trajîk jî derketine holê. Wek encam; axaftina kurdî roj bi roj kêm dibe, statuya kurdî ya di nav kurdan de pir xerab dibe, pirtûkên kurdî nayên xwendin û problemeke adaptasyonê derdikeve holê.
Kêmbûna axaftina kurdî civaka xwe ji çand û hunera xwe dûr dixe. Hin peyv û gotin wenda dibin. Folklora kurdî derbeke mezin dixwe. Tecrûbeyên bavûkalan venaguhêze ji bo nifşên nû. Ji aliyê siyasî ve qutbûnên mezin çêdibin… Mirov dikare bi dehan mînakan bidin. Lê encamên herî trajîk jî li dibistanan rû didin. Zarokên kurdan ji nav derdoreke kurdî bi carekê ve tev li jiyaneke tirkî dibin. Ne bi zimanê xwe lê bi zimanekî din dest bi perwerdeyê dikin. Mixabin ev zarok ne ji bo amadekirina civakê, ji bo têkbirina çand, ziman û hunera civaka xwe tên perwerdekirin. Ji bo ku perwerde bi awayekî serkeftî derbas bibe hewce ye ku bi zimanê civakê perwerde bê kirin. Lê ji ber ku ev daxwazên xwezayî bi cih nayên li dibistanan zarokên me bi sedan pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Wexta ku qala pirsgirêkên zarokan ên dibistanê dibe, kesên mezin dibêjin di wexta me de jî wisa bû loma em dizanin çawa ye û mezin bibin zarok dê li xwe hay bibin. Ez tev li vê fikrê nabim çunkî di destê me de gelek çavdêrî û lêkolînên xurt hene ku vê fikrê piştrast nakin ango niha û berê ne yek in. Çunkî berê, axaftina kurdî zêdetir bû, jiyan zêdetir kurdewar bû û gelek kesên temenmezin û jêhatî hebûn ku çîrok ji me re digotin ku bîreke me ya xurt çêdibû. Teknolojî ew qas bi pêş ve neçûbû û bandora xwe ew qas li me nedikir. Jiyana me, xeyalên me bi rastiyên me re têkildar bûn. Dibe ku mînak û bûyer bişibin hev lê mixabin encamên perwerdeya niha xerabtir e.
Zarok ji aliyê xwendin, nivîsîn, axaftin, guhdarkirin, afirandin, derûnî û ji aliyê serkeftina akademîk ve derbên giran dixwin. Nikarin bixwînin, bixwînin jî fêm nakin, nikarin derdên xwe bibêjin, pir kêm tişt mane ku kêfa xwe pê bînin. Ne hînî zimanê xwe dibin, ne jî hînî zimanê dibistanê dibin. Xwe xerîb hîs dikin, tenê dimînin. Ev hemû dibin hêrs di dilê wan de. Lê ev hêrsa wan êdî ne li hember dibistanê ye, ev hêrsa wan li hember malbatê mezin dibe. Çunkî difikirin ku malbat wan avêtine nav agirekî û di ser re jî agir gur dikin. Jixwe cudahiya duh û ya îro herî zêde li vir zelal dibe. Hêrsa li hember pergalê, bûye hêrsa li hember zimanê xwe. Êdî zarok ji zimanê xwe fedî dike û wenda ye!
Ez ê vê nivîsê bi çîrokekê bi dawî bikim. Piştî vê çîrokê şîroveyan jî nakim û êdî em wicdanên xwe. Belkî ne çîrok lê qîrînek e, belkî jî gazî ye. Min gelek çîrokên bi vî rengî bihîst di wexta lêkolîna xwe de ji mamosteyan. Ev ji wan yek e. Ev zarok 7 salî ye hîn nû dest bi dibistanê kirîye.
Qîrînek
Zarokek di wexta bêhnvedanê de li ber deriyê pola xwe nobedê digire ku ji hevalên wî kes nekeve polê. Cihê ew pol lê ye jî mamosteyek nobedar e û qaşo çavên wî li ser zarokan e ku tiştek bi serê wan neyê. Ev mamoste ji wî zarokê ku li ber derî sekiniye û diqîre ku ew zarok jî dakeve jêr û li ber derî nesekine. Lê zarok deng nade wî mamosteyî. Mamoste careke din wî hişyar dike ku dakeve jêr lê zarok dîsa jî bi mamoste dikene û tev nalive. Mamoste hêrs dibe û nêzî wî xwendekarî dibe, li ser wî zarokî diqîre û dibêje “ma tu ker î û min fêm nakî?”. Wexta ku zarok fêm dike ku mamoste hêrs bûye serê xwe bera ber xwe dide û deng nake. Wexta ku zarok serê xwe bera ber xwe dide mamoste sîleyekê li ser çavê wî zarokî dide. Wexta ku sîle lêxist ez çûm cem wan. Min got bê ka mesele çi ye. Mamoste derdê xwe got lê zarok dîsa bêdeng ma. Ez bi zarok re kurdî peyivîm û min got çi bûye? Zarok got; “Nizanim dengê wî dihat, min fêm nekir got çi, hat û li min xist”. Min fêm kir ku zarok bi tirkî nizane. Min ji mamoste re got zarok bi tirkî nizane loma ji te fêm nekiriye. Mamoste xwe wek xemgînbûyî nîşan da û ji wî zarokî re got li qisûra min nenêre û çû. Ew zarok ji wê rojê şûn de nehat dibistanê. Çend roj şûn de çûm mala wan da ku pirsa wî bikim. Diya wî û çend xwişk û bira rûniştibûn. Tiştê ku min ji diya wî bihîst hundirê min şewitand. Zarok ji malê re ev gotine; “Ez careke din naçim wê dibistanê, ka kiyê min li wê derê heye. Ez ji wan fêm nakim, ew ji min fêm nakin. Hevalên min henekê xwe bi min dikin, bi min dikenin.” Piştî van gotinan ez matmayî mam. Min jî got zorê nedin wî heta ku hinekî baş bibe. Diya zarok jî got, em qarişî wî nadin çend roj in çunkî êdî lawê min bi me jî pev diçin û dewam kir; “Dibêje hûn jî vî zimanî bi min re nepeyivin, ez ji we jî behecîme. Heke hûn bi vî zimanî bi min re nepeyiviyana mamoste li min nedixist.”