Li gorî salnameya rojî, Sersala Kurdî 13`ê Çileyê ye. Ferqa wê ji sersala mîladî 13 roj in.
Bi vê boneyê îro li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê bi dehan zarok di nava kolanan de geriyan û bi gotina stranan Sersala Kurdî pîroz kirin.
Li Enqereyê jî hat pîrozkirin
ji aliyekî din ve li Enqeyeyê jî komeleya ANKA-DER’ê di çarçoveya aktîvîteyên Serê Salê de serdana malên kurdan ên li Enqereyê kirin.
Komeleya Çand û Huner û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) di çarçoveya aktîvîteyên Serê Salê ku gelê kurd her sal di 13’ê çileyê de pîroz dike serdana malan kirin. Di serdanên li navçeya Mamak a Enqereyê de, sala nû ya kurdan hate pîrozkirin û li zarokên li malan diyarî hatin belavkirin.
Li Amedê jî çalakî heye
Îşev li Amedê jî komeleya çand û Hunerê ya Dîcleyê dê bi bernameyeke têr û tije serala kurdî pîroz bike.