Me vê carê li ser rewşa zimanê kurdî, polîtîkayên asîmîlasyonê û rê û rêbazên parastina zimanê kurdî bi nivîskar û zimannas Zana Farqînî re hevpeyvîn kir. Zana derbarê ast û rewşa zimanê kurdî û rê û rêbazên xweparastina ji bişaftin û windabûnê de bersiva pirsên me dan.
Divê em ji du aliyan ve li ser meseleyê rawestin û wisan bersiva pirsê bidin. Aliyê herî giring statu, fermîbûn û prestîja zimanî ye. Gelo statuya ziman heye, di hemû kar û barên damezirawe û saziyan de, çi fermî çi sivîl, wek zimanê nivîkî yê hevpar tê bikaranîn? Divê em li vê yekê û her wisan li prestîja zimanî ya di navbera endamên koma zimanî de binêrin bê ka ew axêver çi qas pûte bi zimanê xwe didin û pê hemû karên xwe dikin.
Li aliyê din gelo qesta me ji zimanê kurdî kîjan zarava/diyalekt e? Dibe ku rewş ji bo kurmancî û kurmanciya naverast (soranî) zêde ne xerab be (ji ber rewşa li Başûr û Rojava), lê em dikarin ji bo zaravayên din ên kurdî mîna kirmanckî û hewremanî jî heman tiştî bibêjin, bi ya min na. Loma gava em zimanê xwe bidin ber zimanê cîhanê yên xwedan statu û fermî, rewş ne baş e û zimanê me çi qas ku diçe di vê serdemê de ber bi xeterê ve diçe.
Li Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyonê di van demên dawî de bi mînakên wek polîtîkayên qeyûman yên li Bakur zêdetir dibin. Ji bo vê yekê tu çi difikirî? Der barê polîtîkayên asîmîlasyonê de tu yê bibêjî çi?
Eger em ji rewşa Bakur dest pê bikin, nemaze di van çend salên dawî de, rewş xerabtir bû. Tirkiyeyê giraniya xwe da ser polîtîkayên ewlehiyê û di meseleya nasnameya kurdî û zimanê kurdî de jî bi paş de gav avêtin û vegeriya siyaseta xwe ya berê ya tekîtiyê/monîzmê.
Jixwe yek ji kiryarên qeyûman ew bû ku qefil avêt ser sazî û dezgehên di binyeya şaredariyan de ku bi kurdî kar û xebatên xwe dikirin. Çavnebariya bi zimanê kurdî, çanda kurdî û pê re eleqedar ya nasnameya kurdî, xwe bi awayekî gelek aşkera da der. Her çendî ev desthilata heyî dibêje ku wan dawî li siyaseta red, înkar û asîmîlasyonê aniye jî ne rast e. Di dema Pêvajoya Çareseriyê de bipêşketin çêbûn, lê bi van siyasetên dawî careke din rê li ber wan gavavêtinan hat girtin. Eger mirov nikaribin bi zimanê xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe xizmetên fermî wergirin û zimanê wan di her warê jiyanê de neyê bikaranîn, tê wê mehneyê ku zimanê wan li ber pêla asîmîlasyonê ye. Dahatûya wî di talûkeyê de ye.
Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rewşa asîmîlasyonê ya li ser zimanê kurdî di çi astê de ye?
Li Başûr, wekî beşên din ên welêt, mirov nikare behsa hebûna asîmîlasyonê bike. Dibe ku behsa kêmbûna prestîja zimanê kurdî bike, qelsiya hişmendiya zimanê kurdî ya di nav civak û rayedar, biryarder û endamên desthilatê de bike. Li Rojhilat rewş ji Bakur baştir xuya dike. Ji ber xebat û lêkolînên meydanî û çavdêriyên rewşa zimanê kurdî ya li Rojhilat, mirov dikare vê tesbîtê bike. Rojhilat tu car wek Bakur duçarî asîmîlasyonê nebûye. Li wir kurd bi rêjeyeke pir zêde, elbet li gorî Bakur, bi hev re bi kurdî diaxivin. Ziman zindîtir e. Zimanê civakê yê sereke kurdî ye, ne farisî ye. Lê li Bakur, ku bi awayekî giştî bê gotin, ji kurdî bêhtir dengê tirkî tê guhê mirov.
Li cîhanê civak zimanê xwe bi çi awayî didin jiyandin? Hewce ye kurd zimanê xwe çawan biparêzin?
Ji vê pirsê ez gelên ku ne xwedan statu ne, zimanê wan ne fermî ye fehm dikim. Eger qest ev be, ew gel di zimanê xwe nabihurin, nemaze ku yên xwedî hişmendiya nasnameyî ne, dev ji zimanê xwe bernadin. Hem ji bo mafên xwe têkoşîna siyasî ya rewa dikin hem jî zimanê xwe diparêzin. Bi zimanê xwe didin û distînin, bi hev re, li her derî bi zimanê xwe dipeyivin. Zimanê wan ê nav malê her zimanê wan e. Miemeleya zimanê xerîb bi zimanê serdest û serwer dikin. Çawan ku em ji derve gava tên sola xwe ji pêyên xwe dikin û wisan derbasî hundirû dibin, yan jî tevî pêlava xwe nakevin hundir û pêlî cîraxên xwe nakin a wisan zimanê fermî/serwer li ber derî dihêlin. Ango tevî wî zimanî nakevin hundirê xwe û bi ferdên malê, bi maliyên xwe re bi zimanê xwe yê dayikê didin û distînin.
Ev jî rêyeke xwedîkirina zimên a li hemberî zimanê serdest, zimanê fermî û yê perwerdehiyê ye. Divê ku dêûbav zimanê xwe veguhêzin zarokên xwe. Divê zimanê wan, zimanê dayikê yê zarokan be. Jixwe zarok pir hêsan dikarin pirzimanî mezin bibin. Lê divê pêşî bi zimanê xwe, yan jî qet nebe di gel zimanê xwe bi zimanê din jî mezin bibin. Zimanê ku derbasî zarokan nebe, mirov nikare ji dahatûyeke geş a wî zimanî behs bike. Divê mirov zimanan ne ku dev ji zimanê xwe berde, hîn bibe. Lê li cem me, ev pêvajo ne wisan e. Gava em zimanê serdest fêr dibin, dev ji zimanê xwe berdidin.
Tu di hevpeyvîneke xwede dibejî ku “kurdên nexwendine ji yên xwendine çêtir bi zimanê xwe dizanin.” Tu dikarî vê mijarê binirxînî?
Bi xebat, lêkolîn, rapirsî ango anket û çavdêriyên der barê sosyolenguîstikê de mirov dikare bi hêsanî xwe bigihîne rewşa zimanî. Bi van metodên hanê yên li ser rewşa zimanê kurdî ya li Bakur, min daxuyaniyeke wisan kir. Bi rastî jî rewş wisan e. Gava em li rewşa kesên ku perwerdehiya wan a bi zimanê tirkî bilind e, wekî derçûyên lîse û zanîngehê, mirov dibîne ku asta xwendina bi zimanê serdest çi qas zêde dibe berevajî vê yekê axaftin û bikaranîna zimanê kurdî jî kêmtir dibe. Ev kesên xwedî perwerdehiya astbilind in, bi piranî zimanê xwe li zarokên xwe venaguhêzin. Zimanê wan ê nav malê jî bi tirkî ye. Zarokên wan jî bi tirkî radibin. Îcar kesên nexwenda, kesên ku asta wan a perwerdehiya bi zimanê serwer kêm e, zimanê wan ê sereke yê ku pê bi hev re didin û distînin, kurdî ye.
Mesela gava ku UNESCO têgihên zimanê li ber mirinê, zimanê şikestinbar û zimanê di xeterê de bi kar tînin, ji bilî siyasetên dewlet û desthilatan, behsa meyl û helwesta axêverên koma zimanî jî dikin bê ka ew di çi astê de li zimanê xwe dibin xwedî, çi cure berhemên wesifdar bi zimanê xwe hildiberînin, zimanê xwe di çi astê de vediguhêzin nifşên xwe yên nû û hwd. Li vir yek ji pîvanan jî ew e ku bê ka ziman di nav kîjan beşên civakê de zindî ye û tê bikaranîn. Ji aliyê demografik ve mijar ev e: Gelo ziman li ser kal û pîran, temenmezinan e, di nav xwendayan de çawan e, ciwan û zarok bi kîjan zimanî radibin? Li gorî rêjeyan, ji rewşa ziman tê behskirin. Loma zimanê ku li zarok û ciwanan nehatibe veguhastin, tenê wekî zimanê salmezin, kal û pîran mabe, ew ziman ber bi nemanê ve, ber bi mirinê ve diçe. Nîşaneya zindîbûna zimanî bi rewşa zimanî ya zarokan ve girêdayî ye. Zarok û ciwan ne bi tenê dahatûya civakekê ne, her wisan ji bo zimanên ku ne xwedî statuyê û fermî ne, dahatûya zimanekî ne jî. Divê mirov li zimanê zarok û ciwanan binêre bê bi kîjan zimanî dipeyivin û wisan behsa rewşa dahatûya zimanekî bike. Nîşanderê vê yekê zarok in. Zimanekî bijûndar (bisihet) ew e ku hemû beşên civakê pê dipeyivin.
Tu rola medyaya kurdî ya ji bo parastina zimanê kurdî çawa dibînî?
Medyaya kurdî ya ku bi zimanê kurdî pexş û weşanê dike, di gel ku erka wê ya sereke ne xemxuriya zimanê kurdî ye jî, lê bi awayekî nerasterê be jî bandoreke erênî li geşkirin, bipêşxistin û belavekirina kurdî dike. Nemaze medyaya kurdî ya nivîskî her wiha bi rola cihgirbûna standardizasyona zimanî jî radibe. Alîkarî li zimanê standard ê kurdî dike. Ev û aliyên din, ji vê rewşê diqewime ku ji ber zimanê wan î weşanê kurdî ye.
Lê belê, ji bo zimanê kurdî divê çi bike? Pirsa hîmî bi ya min ev e. Medyaya dîtbarî, ya bihîzbarî, ya nivîskî. Bi giştî medyaya ku bi zimanê kurdî xebatên xwe dikin, divê ji bo çêkirina hişmendiya zimanê kurdî jî bernameyan çêkin. Nemaze televîzyon. Ji ber ku ew bêhtir tên temaşekirin.
Li Bakur jî, bi ya min hişmendiya zimanî qels e. Giraniya xebatên siyasî ne bi kurdî lê bi tirkî ye. Mixabin, devê min nagere ku bibêjim, lê medyaya kurdî ya ku ne bi kurdî lê bi tirkî weşanê dike bêhtir xwedî derfetan e. Divê ev rewş li leha zimanê kurdî biguhere. Qet nebe, divê ku giraniya zimanê hemû cure çalakiyên kurdan bi kurdî be. Medya jî tê de.
Ziman, bi bikaranîna di her warî de geşe bi xwe dide, dikemile û diedile. Loma medyaya kurdî hewce ye ziman bi her cure beşên civakê şîrîn bike, bike ku zimanê wan bibe bi kurdî. Kurdî asayî bibe, ne li ser milên nexwendayan tenê bimîne. Ji zarokan heta bi kal û pîran pêwîst e ku kurdî bibe zimanê wan î rojane û hemû çalakî û hilberînên wan. Gel bi zimanên xwe hene, zimanê wan çanda wan e, çanda wan jî nasnameya wan e. Zimanê me dengê me ye, divê ev deng neyê birandin.