12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zarok teslîmî terîqet û cemaetan kirine

Endamê Navenda Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Êlihê Mehmet Akîf Akin, bal kişand ser zarokên ku dewlet û terîqet mafê wan binpê dike û got: "Zarok teslîmî tarikat û cemaetan kirine."

Li Kurdistanê û Tirkiyeyê her roj mafên zarokan tên binpêkirin. Di serdema desthilata AKP-MHP’ê de gelek zarok hatin kuştin. Narîn Guran a 8 salî jî yek ji wan zarokan e. Li gelek deverên cîhanê hê jî her roj zarok tên qetilkirin. Li gelek terîqet û cemaetan zarok bi tacîz û tecawizê re rû bi rû dimînin. Parêzer û endamê Navenda Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Êlihê Mehmet Akîf Akin, der barê zarokên ku dewlet û terîqet mafê wan binpê dike nirxandin kir.

Prz. M. Arîf Akin, diyar kir ku Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ji sala 2016’an û vir ve daneyên zarokên winda parve nake û got: “Di vê mijarê de bi tenê li ser medyaya dijîtal pesnê xwe didin û şîroveyên cuda dertên holê. Lê mixabin em hejmar û lêkolînên li ser vê mijarê hatine kirin nizanin. Dema ku dane tune bin, pirsgirêk jî nayê dîtin. Bi aşkerenekirina daneyan pirsgirêkan paşguh dikin.”

Akin di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê perwerde bi destê terîqetan de hiştine û wiha domand: “Malbatên xizan ku zarokên xwe bişînin dibistanê, neçar dimînin û zarokên xwe tevlî terîqetên olî bikin ku zarokên wan rojê sê dan xwarinê bixwin. Terîqet li ser pişta xizanan xwe xwedî dikin. Li Tirkiyeyê her kesê ku cube ango turbanê li xwe dike, dibe xwedî rutbe. Yên ku îstîsmara zarokan dikin jî sûcên wan tê veşartin.”

Sûc wekî sûc nabînin

Akin, bibîr xist ku têkiliya terîqetên olî û dewletê bi hev re heye û wiha axivî: “Tacîz, destavêtin û zewaca zarokan ne bûyerên ji rêzê ne. Di terîqetan de buyerên bi vî awayî gelek caran li ber çavan pêk tên. Mantiq û “hiqûqa” terîqetên olî bûyerên wiha sûc nabînin. Em qala cîhanek bi tevahî cuda dikin ku hiqûqa medenî ne derbasdar e û cîhanek wisa rewa dibîne û hemû bêexleqiya xwe vedişêrin.”

Herî dawî Akin, bal kişand ser bûyera Narîn Guran û zarokên tên kuştin û wiha got: “Di bûyera Narînê de jî me dît ku îstîsmara zarokan û sûcê li dijî zarokan meseleyeke siyasî ye. Peymana mafên zarokan binpê dikin. Polîtîkaya bêcezakirina îstîsmara zarokan pêş dixin û sûc dikin. Bersûcan serbest dihêlin. Qaşo li gorî xwe pergaleke perwerdehiya demokratîk û azad  dane avakirin. Divê hemû siyasetmedar mafê bingehîn ê jiyana zarokan biparêzin.”