30 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Zarok di mihrîcanê de bi stranên kurdî şa bûn

Zarok di Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê 2 rojan bi stranên kurdî şa bûn

Komeleya Ji Ewil Zarok, 1’emîn Mihrîcana Zarok û Ciwanan li Navçeya Komirê ya Semsûrê ji bo zarokan mihrîcan pêk anî. Mihrîcana ku du rojan berdewam kir bi stranên kurdî bi dawî bû. Mihrîcan, li qada Navenda Çand û Hunerê ya Komirê pêk hat. Zarok Tv, Şanoya Bajar a Amedê, Ma Music Center, Şaredariya Komirê, Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê û gelek kes tev li bûn. Mihrîcan, di roja duyemnîn de bi atolyeya “Polock” ku ji hêla Kolektîfa Polenê ve dest pê kir. Piştre jî Şanoya Bajar a Amedê bi zarokan re atolyeya zarokan li dar xist. Zarok TV jî atolyeyên boyaxkirina serûçavan û pirtûkan li dar xist.
Di berdewamê de bi sedan zarokan tevî hunermendên Ma Music Centerê meşek li dar xist. Meş, ji qada mihrîcanê dest pê kir, li kolanên Komirê domiya. Di meşê de zarokan stranên kurdî stran û li darbûqayê xistin. Xelkê Komirê jî bi çepikan piştgirî dan meşê. Meş, li qada mihrîcanê bi coşeke mezin bi dawî bû. Mihrîcan, bi şanoya kurdî ya “Sê ezezok” a Şanoya Bajar a Amedê domiya. Hunermendên Ma Music Centerê û Koroya Dengên Zarokan a Navenda Çand û Hunerê ya Komirê jî stranên kurdî pêşkeş kirin. Bi pêşandana orkestraya ritmen xwezayî re gelek alav û amûr weke enstrumanên muzîkê hatin bikaranîn. Mihrîcan, bi kişandina wêneyê komî û belavkirina diyariyan bi dawî bû.