Xwendekarên Beşa Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê cara ewil e mezûn dibin. Merasîma mezûniyetê li Eywana Celal Guzelses a zanîngehê tê lidarxistin. Xwendekaran xwest bi pankarta ku li serê wêneyê rojnameger û nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) heye û bi nivîsa “Şagirtên Apê Mûsa Hatin” biçin merasîma mezûniyetê. Xwendekaran ji ajansa me re ragihand ku polîsên cilên wan sivîl pêşî li wan birîne û pankartê asteng kirin e.
Hat zanîn ku polîsan bi hinceta “ewlehiyê” û “derqanûnî” birina pankartê ya hundirê eywanê qedexe kirin e. Xwendekaran got ku rêveberiya zanîngehê mudaxileyî vê yekê nekiriye.
Polîsan asteng kir, rêveberiyê temaşe kir
Yek ji xwendekarê ku mezûn dibe li ser vê rewşê ji Ajansa Welat gazincên xwe tîne ziman. Xwendekarê diyar kir ku tevî hemû hewldanên wan jî polîsan destûra pankartê nedaye. Xwendekar dibêje nêzî 22 xwendekarên beşa rojnamegeriyê mezûn dibin heye û van tiştan tîne ziman: “Rêveberî û rêveberiya beşa rojnamegeriyê li rûyê me jî mêze nekirin. Mamosteyekî me ku sê çar sal in dersê dide me ji me re got, ‘min eleqedar nake’. Li rûyê me jî me jî mêze nekir.”
Xwendekaran astengiyê şermezar kir
Piştî merasîmê xwendekar bi tev li pankarta xwe derketin derve û li ber zanîngehê astengkirina pankartê şermezar kirin. Xwendekaran pankart vekir û dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kirin.