Hemû cure zanist şagirtê xwezayê ne. Bi saya xwendina zimanê xwezayê mirovahî li xwe hay bû. Teşeyên hînbûnê, bikaranîna hiş, çêkirina ezmûnan, jêgirtina encaman, ezberkirina agahiyan bi destê hostayê mezin, xwezayê diyarî me bûne.
Pirtûka bêdawî ya qewî, xweza bi xwe ye. Em çiqas giraniyê bidin xwendina vê pirtûkê, em ê ewqas jîr, şanaz û hişyar bin. Lê gelo mirovahiyê ev firsenda payebilind, mîrateya bêdawî û pîroz çawa dîtiye û bi çi tehrî bi kar aniye?
Pîroziya xwezayê
Wexta destpêkê, destpêka lixwehaybûna hebûnê ya mirovahiyê, bi xwendina zimanê xwezayê bişkivî û zîl da. Bi rê û resmên xwezayê rê û dirbên meşa şaristaniya me vebû. Tiştên herî zelal û xav; av û çêre ne, dikarî bi hêsanî xwe pê têr bikî. Wek şîrê dê û dilgermiya wê ya dilovan. Jixwe hêmaya dayik û xwezayê li beramberî hev in. Çawa dayik şîr, can, rih dide, dilgermî û heskirinê dide, xweza jî di paşila xwe de me dihewîne, diparêze, têr dike û difikirîne. Em ji ber hebûna xwe şaşmayî û kêmbersiv in. Lê kêfxweş in û ji aferînerê xwe jî hez dikin ku di asta pîroz de dibînîn.
Belê em lî kîjan devera cîhanê jiyan û kîjan perçeyî em parast û feyde da me, ji bo me pîroz bû. Ew çiyayê ku me mala xwe spartibûyê pîroz dibû. Ew çem û robarên ku me ji wan av vedixwar û di jiyana me de xwedî roleke mezin bûn, li ber çavê me wek xwedê pîroz bûn; layiqî peristin û rîtûelên dînî bûn. Wekî vê sewalên ku feyde didan jî hevalbend û pîroz bûn.
Lê xetere jî hebûn. Rawirên dirinde, asoyên çiyayan, avên zerp dikişiyan, çêreyên jehrî… dibûn sebeba tirsê ku xwê jê vebigirin. Bi vî awayî tiştên pîroz û xêrdayî û tiştên nepîroz û tirsdayî pêk hatin.
Vê rewşê dîtina me jî guhert. Hizrên dualî, guman, dubendîtî pêk hatin. Başî û nebaşî, çêyî û neçêyî, rindî û nerindî, qencî û xerabiyê hînbûn. Ev bû sebeb ku em her tiştî rûberî hev bikin, bi ditîn û gotinekê em nikarin bi ser bikevin.
Ev jî nîşaneya sazûmaniya şaristaniya me bû.
Pîroziya peyamnêriyê
Me xwest, her gav xwe bi erêniyê re bigirin û xwe ji neyîniyê biparêzin. Ji ber vê divê em nas bikin. Pîvana erênî û neyîniyê, başî û nebaşiyê hîn bibin. Wekî ava çem pîroz e, ji ber ku vedixwî, lê heke rastî asoyên wê bêyî dixeniqî. Agir baş e ku xwarinê pê dipijînî û xwe ji dirindeyan diparêzî, lê xwe jê neparêzî te jî dişewitîne. Tav can dide xwezayê, germahiya zêde wek çolê her tiştî diqurimîne, hişk dike.
Lewma divê hevsengiyek hebe û tu vê bizanibî ku xwe biparêzî. Ew ên ku hûr û kûr li ser vê mijarê mitalên xwe kirin, bi ezmûnên xwe peyam dan û rê li ber me xistin. Li ber çavê me şîrîn û pîroz bûn. Ji ber ku rêberiya me kirin. Wekî xwezayê çend ferh/tîp/peyvên xwe diyarî wan kirine. Hinek van wek hosta, hinek wan wek feylesof û hinek jî wan wek pêxember/peyamnêr hatin binavkirin.
Pîroziya zanistê
Dem derbas bû, zeman kemilî, xwendeyên xwezayê zêde bûn. Rê û rêbazên tevgera xwezayê yên nû hatin dîtin. Bi riya jimaryariyê, ezmûnan, dîtina cevherên kanên cuda gelek derfet çêbûn. Bi saya vê zanîna mirovan, wekî ya berbiçav û ya neberbiçav jî bi pêş ket. Pergalên ramanê yên cuda û cihêreng peyda bûn.
Wer hate xuyanê ku zanîna peyamnêran ne bes e û tenê dîtineke misoger ya zimanê xwezayê jî nîne. Wekî ziman û zaravayên heyî dîtinên cihêreng jî hene. Lewma cure bi cure peyam, gotin û nîşan, dibistan, ekol û edetên jiyanê wek cîhêrengiya xwezayê pêk hatin.
Hostatiya çêkirinê jî bi pêş ket. Êdî tenê ji xwezayê girtin, nixumandin û piştî wextekê bikaranîna tiştan ne bes bû. Hebûna cewher û hêşînahiyê, hêza av, agir û hewayê hat bikaranîn. Veçirandin, vereşandin, veguherîna li ser dirûvekî din an cewheran pêk hat. Bi lêdanê, bi hûrkirinê, bi kelandinê, bi qelandinê û li gor pîvanên tevlihevkirinê alav û amûrên mekanîk çêbûn.
Pîroziya quretiyê
Roj hat, mirovahî gihîşt wê qadê ku xwe wek serdestê xwezayê dît. Zimanê xwezayê, rê û dirbên heyî yên xwezayê red kir. Wer bawer kir ku dikare hevsarê xwezayê li gorî dilê xwe bikişîne û bi saya zanista xwe wê ji bo berjewendiya xwe bihajo. Pişta xwe da xwezayê û berê xwe dan hev. Şerê hev kirin. Hebûnên xwezayê jî ji bo armancên xwe bi kar anîn.
Lêbelê xweza hemû zindiyan di nav hevsengiyekê de diparêze. Heke mirovahî ji xwe hay nebe, xweza hêwirzeyan radike. Nexweşiyên cuda cuda rû didin. Ba û bahoz radibin, çem û robar dimiçiqin, daristan dişewitin. Pêlên deryayan şaristanişyan dadiqurtinîn, atmosfer qul dibe, hilma jehrî peyda dibe…
Belê heke em li xwe hay nebin, em ê tune bibin, lê wê xweza her hebe.