Huseyîn Denîz zana bû, mamoste bû, nivîskar û rojnameger bû. Wî dew û doza mafên gelê kurd dikir. Ew rêwiyê rêya heqîqetê bû. Lê xwînrij û zalim li ser kar bûn. Dixwestin vî dengê bilind bidin rawestandin. Huseyîn Denîz bi guleyên zilimkaran hat kuştin. Sal 1992 bû, beriya Apê Mûsa bi 42 rojan. Dagirker û xwînrijan Huseyin Denîz kiribûn hedef ji xwe re. Gule barandin û Huseyin qetil kirin. Pênûsa wî di destê wî de bû. Wî pênûs berneda. Ji xwe piştî wî rêhevalên wî ew pênûs girtin dest û qet nexistin erdê. Nivîskar û rojnamegerê hêja Huseyîn Deniz, di sala 1956an de li gundê Sitîlîlê ya Nisêbînê hatibû dinê, ango li gundê Apê Mûsa. Ew xwarziyê Apê Mûsa bû. Huseyîn, Dibistana Mamosteyan a Boluyê xwendibû. Ji sala 1975an û pêve Li Sêwreg û Nisêbînê momostetî dikir. Di derbeya 12 Îlonê ya 1980î de hate girtin û 3 salan di zindana Amedê de ma. Piştî hate berdan ew ji mamostetiyê avêtin.
Huseyîn bi çand û hunera kurdî re eleqedar bû. Di sala 1991an de pirtûka wî ya bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan” hate weşandin. Di heman salan de di rojnameya Yenî Ulke, Welat, Cumhuriyet, Tercuman û 2000e Dogru de nivîsên wî hatin weşandin. Di heman demê de Endamê PENê, ango Yekîtiya Nivîskaran bû.
Di sala 1985an de bi Adîleyê re zewicî. 4 zarokên wan çêbûn. Ew hem şoreşgerekî nivîsê bû, hem jî bav bû. Peywirên wî yê jiyanê bêtir giran bibûn. Lê vê yekê ew aciz nedikir. Berovajî karê xwe hê xurttir dimeşand, peywira xwe hê baştir pêk dianî.
Ew salên ji agir
Salên ji agir bûn. Destpêka salên 90î bi rastî jî ji bo kurdan gelek tişt îfade dikir. Li aliyekî raperîna gelê kurd, li aliyê din şer û pêvçûn, êriş û kuştin, zindan û lêdan bû. Gelê kurd di bin nîrê dagirkeriyê de bi zilm û zorê dihate perçiqandin. Lê berxwedan esas bû. Gel li ber xwe dida. Diviyabû berxwedan li her aliyê belav bibûya. Ev jî bênivîsandin nedibû. Gerek dinyayê dengê vî gelê mazlûm û berxwedêr bibihîstaya. Lewma Rojnamegerên Kurd bibûn perçeyek vê berxwedanê. Barekî giran dabûn ser milê xwe. Wan dew û doza gelekî dikir. Berdêla vê yekê jî hebû.
Di van salên ji agir de Huseyîn jî barekî giran dabû ser milê xwe. Piştî rojnameya Yenî Ulke hat girtin, di rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi kar kir. Hem quncika forumê dinivîsî, hem jî wek nuçegihanê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê dixebitî. Xebatkariya di rojnameya Ozgur Gundemê de ne hêsan bû. Ji xwe ev yek wê di demeke kurt de bihata dîtin.
Rojnamegerên kurd hedef bûn
Pêşî Cengiz Altûn, piştî wî Hafiz Akdemîr û Çetîn Abayay, paşê Yahya Orhan… Rojnamegerên kurd yek bi yek dihatin kuştin. Huseyîn, kuştina van hevalên xwe lêkolîn dikir, di lêkolînan de derdiket holê ku kuştina rojnamegeran bi destê dewletê ye. Ji xwe di nivîsên xwe de ev yeka dianî ziman. Di der barê Kontr-gerîla û Hîzbulkontra de lêkolîn dikirin. Ji ber vê yekê dibû hedef. Lê Huseyîn bi paş ve gav nediavêt.
Rûpelên dîrokê 9ê Tebaxa 1992an nîşan dida. Yanî piştî şehîdê Çapemeniya Azad yê dawiyê Yahya Orhan bi deh rojan… Huseyîn diçû dikana birayê xwe ku car caran li wir dixebitî. Di dema çûna dikanê de ji hêla xwînrijan ve hate gulebarankirin. Li gorî şahidên bûyerê kujerên Huseyîn 3 kes bûn. Du kesan çavdêrî dikir, yê din jî tetik kişandibû. Lê esas êrişkarê wî dewlet bû.
Huseyîn Denîz giran birîndar bibû. Ew rakiribûn nexweşxanê. Xwîna wî nedisekinî. Lewma ji Serêkaniyê ew biribûn Rihayê. Malbata wî, hevalên wî yê rojnameger û nas û dost tev li wir civîyabûn. Pir xwîn wendakiribû. Ji ber xwînbûna nav laş û kêmaniya gûrçikê jiyana wî diket xeteriyê. Pêwîst bû wî bibin Amedê yan jî Dîlokê. Ji bo dem neyê wendakirin ji walîtiyê helikopter hatibû xwestin. Pêşî qebûl kirin lê paşî li soza xwe poşman bûn. 10ê Tebaxê Huseyîn bi ambulansê birin Amedê. Lê belê dema giha nexweşxanê êdî nikaribû zêdetir li berxwe bide û jiyana xwe ji dest da.
Hawara Apê Mûsa
Apê Mûsa li ser gora xwarziyê xwe Huseyîn hêsir dibarand. Ev gotin ji devê wî derdiketin: “Xwezî ew guleya berdan te, li min ketiba; xwezî li şûna te ez ba ma!”
Apê Mûsa her wiha di 13ê Tebaxê di rojnameya Ozgur Gundemê de bi van gotinan xwarziyê xwe Huseyîn oxir dikir:
“Bi rastî, Huseynê me ne kêmtir ji Huseynê şehîdê Kerbelayê ye. Kurê min Huseyn, ez nikarim ji te re bêjim ‘Tu mirî yî.’ Mirina te ewqas giran li ser min e ku heke ez bibêjim ‘Tu mirî yî’, dê ji min re xuya bike ku min tu kuştî. Lê xemgîn nebe kurê min ‘Ez xalê te me’, heya ku ez sax bim ez ê li şûna te binivîsim. Ger ew min jî bikujin, ez ê dîsa bi te re bibim yek û ev yekbûn dê bibe yekbûna herî xweşik.”
Ji xwe zêde dirêj domnekir, Apê Mûsa jî piştî Huseyîn bi 42 rojan, ango 20ê Îlona 1992an bi heman şêwazî li Amedê hate qetilkirin.
Huseyîn hatibû qetilkirin. Lê malbat û hevalên wî bi biryar bûn ji bo kujerên wî werin dîtin. Ji bo vê yekê pir xebitîn. Lê belê xûya bû dewletê dixwest li ser bûyerê bigre. Ji ber ku kujer ew bixwe bûn.
Qetilkirina Huseyîn Denîz bi qasî du salan wek “kuştina faîlê wê ne diyar” ma. Di sala 1994an de demançeya ku Huseyîn pê hatibû qetilkirin li ser endamê Hîzbulkontrayê Mehmet Şah Bakir hat girtin. Bakir ji 12 kuştinên faîlê wan nediyar berpirsiyar dihat dîtin. Di sala 2001an de cezayê muebbetê lê hat birîn lê ew ceza li Yargitayê xirab bû. Di 2004an de di doza ji nû ve darizandinê de hate texliyekirin. Û heta roja îro jî qetilkirina Huseyîn Denîz hê jî di tarîtiyê de ye.
Wey lawo, Hiseyno lawo
Te dane ber guleyan heyrano
Berê wan makineyên mirinê dane bedena te lawo
Qey ronî bi guleyên reş tê hiştin heyrano
Zanyaro, mamosteyo, nivîskaro, rojnamevano
Ma heqîqet bi destên gemar têne qetilkirin heyrano
Roja qetilkirina Huseyîn ji bo rojnamegeriya azad rojeke reş bû. Rojnamegerên kurd bi fikar û hêrs bûn. Hevalên wan yek bi yek ji destê wan digirtin. Lê belê ew jî bi biryar bûn; ew rêwiyên rêya heqîqetê bûn û wê pênûsa şehîdan li erdê nehiştana. Ji xwe wisa jî bû. Çapemeniya Azad her ku diçû mezin dibû, pênûsa doza azadiyê ji destên rojnamegerên bi rûmet ne diket.