12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zana: Her tiştê me stendin, lê dê nikaribin vîna me bistînin

Siyasetmedara kurd Leyla Zana di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Şirnexê bi gel re hate gel hev û got: “Keda me, xaka me, ava me girtine. Niha tenê vîna me di destê me de ye. Niha jî çavê wan li vîna me ye. Lê em tu caran vîna xwe nedin we.”

Siyasetmedara kurd Leyla Zana di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê bi gel re hevdîtin kir. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenter Newroz Uysal û Zekî Îrmez û komeke qelebalix a partiyiyan ve hate pêşwazîkirin. Zana, piştre jî derbasî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê bû.

Zana li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Botan, keleha berxwedanê ye. Em tevek jî ji Botanê hînî berxwedanê bûn.” Zana, bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û wiha got: “Hûn jî bi hesasbûna pêvajoyê dizanin. Botan bi tena serê xwe mînakeke. Kî li derve hebe divê hûn bangî wan bikin. Divê her kes bê vê derê. Dem dema Botanê ye.” Piştî bernameya li Dêrgulê jî Zana derbasî navendê bû. Zana, çû serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê. Li vir ji hêla bi sedan kesan ve bi meşaleyan hat pêşwazîkirin. Zana silav da gel û piştre jî li ser Cadeya Uludereyê dest bi meşê kirin. Girse ji Qada Omer Kabak heta buroya hilbijartinê ya li ser Cadeya Yenî Çarşi ya Taxa Gazîpaşayê meşiya. Li vir jî girseyê govend gerand, dirûşm berz kir û tezahûrat kirin.

Leyla Zana, da zanîn ku di sala 1991’an de hatibû Şirnexê û wiha got: “Dema ez wê demê hatim vê derê, em 18 kes bûn û di nav wan de tenê jin ez bûm. Hûn hejmara jinan a li qadan a niha dibînin. Heta jin azad nebin, civak nikarin azad bibin. Ez bi germahiya sala 91’ê ya Şirnexê we silav dikim. Ez we bi yekitiyê silav dikim. Ji bo vê coşa we ez spas dikim. Hinek dibêjin Şirnex mîna berê bicoş nîne. Lê ez niha dibînim ku ji berê jî bicoştir e.”

Zana, got ku hilbijartin ji bo kesên mîna wê temenmezin weke zanîngehê ne û wiha pê de çû: “Ji bo ciwanan dibistana seretayî ye. Ji ber ku ji bo me tenê hilbijartina şaredariyê nîne. Di hilbijartinan de em li dijî serdestan têkoşîna man û nemanê didin. Lewma bila tu kes çavbernede vîna me ya azad. Em ê Şirnexê nedin. Şirnex mala me ye. Şirnex ji bo me gelek girîng e. Şirnex berxwedan e, germahiya Botanê ye. Şirnex, germahiya dilê dayikan û azadî ye. Lewma jî em Şirnexê nadin tu kesî.”

Zana, bang li hilbijêrên ji ber sedemên cuda li derveyî Şirnexê ne kir û wiha berdewam kir: “Bila kesên li derve dijîn xwedî li vîna xwe derkevin. Serwer gelê kurd ji bo xwe weke koleyan dibînin. Em ne koleyê tu kesî ne. 100 sal in polîtîkayên ku me tune dihesibînin hene. Keda me, axa me, ava me ji me girtine. Niha yekane tişta di destê me de maye vîna me ye. Çav berdane wê jî. Lê em ê qet û qet vîna xwe nedin we.”

Zana ya bang li desthilatê kir, ev tişt gotin: “We welat rizand. Xwelî li serê we be. Heke mirovekî 70 salî bikev dora nanî ev şermeke. Ev şerm ne ya gelê me ye. Ev şerm ji ber kulmeke mirovan çav berdane rizkê herkesê ye. Tiştekî ku jê re dibêjin wijdan heye. Ez bang li kesên ji zilmê gazinan dikin û zilmê paşguh dikin re dibêjim. Karkerek dikare tenê kirêya xwe bide. Karmend zêdetirî mûçeyê xwe dide kire û ceyranê. Berpirsyarê vê kesên vî welatî bi rê dibinin. Li gotinên xwe yên beriya 15 salan binêrin. Hûn bi çis ozan hatin. We civak anî çi astê. Heke mirov birçîbin û hûn têr bin li wê derê zilm heye. Em ê tevî barê giran jî mafê van hemû mirovan biparêzin. Ji ber ku em mirov in.”

Zana ji her kesî xwest ku yekîtiyê xurt bikin û wiha bi dawî kir: “Bila êdî dilê me neşewite. Bi awayekî demokratîk û aştiyane pêdivî bi çareseriyê heye. Bi yekitî û tifaqa xwe bi bawer bin. Em ê serbikevin. Heke temenê me têra neke, ji zarokên xwe bi bawer bin. Lê ez bawer dikim ku dê temenê me tê re bike. Guhên xwe ji gotinên neyînî re bigirin. Kesên bi me re erênî diaxive. Kesên neyînî diaxivin, ne ji me ne.” Girseyê bi dirûşmeyên “Şirnex bi te serbilind e” , “Jin jiyan azadî” û “Deng namûs e, namûs nayê firotin” ji bo axaftina Zanayê li çepikan da. Piştî axaftinên hatin kirin, girseyê serdana dikandarên li ser Cadeya Yenî Çarşiyê kirin.  Zana pişt re ji bo bernameya li navçeya Qilebanê ji bajar veqetiya.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê